Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

DAIŞ kêlên goran li gundewarê Idlib û Hemayê wêran dike

Welîd Ebul Xêr li Qahîra

Endamekî komîteya hesbayê (polîsê olî) yê "Dewleta Îslamî" kêla gorekê li gundewarê Idlibê wêran dike. [Wêne ji Mutez Umran hatiye wergirtin]

Endamekî komîteya hesbayê (polîsê olî) yê "Dewleta Îslamî" kêla gorekê li gundewarê Idlibê wêran dike. [Wêne ji Mutez Umran hatiye wergirtin]

Çeteyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) kêlên goran li gundên ku vê dawiyê kontrol kirin li gundewarên Idlib û Hemayê wêran dikin, çalakvan ji Diyaruna re got.

Ev yek tê pêkanîn bi awayekî wêranker, weke dîmeneke giştî, heta ku piraniya sivîlan ji deverê reviyan, wan got.

"Destpêka vê hefteyê, DAIŞ dest bi wêrankirina kêlên goran li gund û bajarokên ku kontrol kirin li başûrê gundewarên Idlib û bakurê gundewarên Hemayê," çalakvan Mutez Umran ji Helfayayê li parêzgeha Hema got.

Rêxistin destpêka vê mehê derbasî van deveran bûbû, wî ji Diyaruna re got, bi sûdwergirtin ji şerên navbera rejîm û hevalbendên wê li aliyekî û komên opozîsyonê li aliyekî din ji bo pêşketin di nav erdê de.

"Dewleta Îslamî" hebûna xwe li gundewarê Idlibê ferz dike, ku endamine komîteya hesbayê li wir kêlên goran bi erdê ve rast dikin. [Wêne ji Mutez Umran hatiye wergirtin]

"Dewleta Îslamî" hebûna xwe li gundewarê Idlibê ferz dike, ku endamine komîteya hesbayê li wir kêlên goran bi erdê ve rast dikin. [Wêne ji Mutez Umran hatiye wergirtin]

Endamên "Dewleta Îslamî" sûdê werdigrin ji şerên berdewam li bakurê Sûriyê ji bo berfirehkirina cihê lingê xwe li deverê. [Wêne ji Mutez Umran]

Endamên "Dewleta Îslamî" sûdê werdigrin ji şerên berdewam li bakurê Sûriyê ji bo berfirehkirina cihê lingê xwe li deverê. [Wêne ji Mutez Umran]

Komên opozîsyonê yên hevrêk ji deverê reviyabûn ji ber agirê rejîmê.

Piştî derbasbûna van deveran, komîteya hesbayê ("polîsên olî") yên DAIŞ li gund û bajarokên xwecihî geriyan ji bo tekezkirins hebûna rêxistinê li deverê û lêgerîn li her binpêkirinekê ji tefsîra wê ya tund ji şerîetê re.

Komîteyê dewriyên pişkinînê li Um Kusûr, Um Sehrij, Museytba, Ebû Duhûr, Şîha, Ebû Hebbe, Enûz û Ebû Ecwe pêk anîn.

Endamên hesba li wan gundan li madeyên qedexekirî digeriyan weke çixare, ergîlê û vexwarinên alkoholî û sêlên satelîtê li ser banên hin malan wêran kirin.

Wan dewriya xwe ya pişkinînê li goristanan pêk anîn, ku kêlên goran bi erdê ve rast dikin bi hinceta ku ji erdê bilind in, "ew li dijî şerîetê bûn", Umran got.

hêrseke cemawerî ji DAIŞ

"Bi vê refterê, DAIŞ dixwaze ku nameyekê ji xelkê xwecihî re û komên din li deverê re bişîne ku tevî şikestina giran a ku rastî wê hat, ew hîn dikare erdê bigre û qanûnên xwe ferz bike," Umran got.

Kiryarên rêxistinê qehr û dilgiranbûn di nav sivîlan de li pey xwe anîn -- çi yên ku li deverê mane, ku biraniya wan temenmezin û hejar in, û çi kesên ku reviyan deverên ewletir li başûrê gundewarên Idlibê, wî got.

"Hejbûna rêxistin bi dirêjahî li aliyê Idlibê berfirehtir dibe," wî got jî, ku ji aliyê Saen, bakurê rojhilatê Hemayê pêş dikeve, û gundên di rêya xwe de dagir dike.

Ew hîn metirsiyeke ciddî ferz dike "ji ber ku gelek deveran li herêmê îzole dike ku sivîl li wan asê ne, ku piraniya wan ji şerê berdewam matmayî ne û niha hema bêje dorpêçkirî ne", Umran got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500