Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî navendên nû werdigrin bo ewlekirina sînorê bi Sûriyê re

Xalid Taî

Şervanekî Îraqî ala nîştîmanî li ba dike dema ku ew li pêy otombîleke hilgirtina hêzên Îraqî re dimeşe, çaxê ew li parêzgeha Enbarê bi pêş ve diçin, 20 kîlometran li rojhilatê bajarê Rewayê yê dikeve biyabana rojavayî ya hevsînorê Sûriyê roja 25ê Mijdara 2017an. [Ehmed Rubeyî/AFP]

Şervanekî Îraqî ala nîştîmanî li ba dike dema ku ew li pêy otombîleke hilgirtina hêzên Îraqî re dimeşe, çaxê ew li parêzgeha Enbarê bi pêş ve diçin, 20 kîlometran li rojhilatê bajarê Rewayê yê dikeve biyabana rojavayî ya hevsînorê Sûriyê roja 25ê Mijdara 2017an. [Ehmed Rubeyî/AFP]

Hevpeymaniya navdewletî hêzên Îraqî bi navendên sînorî yên amade zêde kirin daku ew li ser sînorê bi Sûriyê re bên bicihkirin, Fermandariya Zîrevanên Sînor ên Îraqî Pêncşemê (18ê Kanûna Duyem) ragihand.

"Hêzên hevpeymaniya navdewletî programek damezrand bo hêzên me zêde bikin ... bi navendên sînorî," Fermandarên Zîrevanên Sînor, lîwa Hamid Ebdulah Brahîm ji Diyaruna re eşkere kir.

"Hinek ji wan gihiştine bingeha serbazî ya Ên Esed li rojavayê parêzgeha Enbarê," wî got, û wî da zanîn ku alavên pêwendîkirinê, amûrên serbazî yên pêşketî û hêzkerên cuda li gel in.

Wî da zanîn ku her navendekê du navgînên serbazî pê re ne.

Hêzên dewriyan dest pê kirin rahênanê werdigrin li ser bikaranîna teknelojî û alavên pêwîst bo bikarxistina navendan, Brahîm got.

"Dê navend bi dirêjahiya sînorê bi Sûriyê re bên danîn, ji ber ku sînorê dirêj berhengariyeke mezin ji hêzên me re durust dike," wî got.

Navendên sînorî yên berî aniha dihatin bikaranîn bo pesîvanîkirina eniyên pêşîn hemû hatine wêrankirin dema ku endamên DAIŞ rûberên berfireh ji Îraqî sala 2014an kontrol kirin.

"Zêdetirî 213 navendên wêranbûyî û navendên lawikî hene," Brahîm got, wî da zanîn jî ku hêzên zîrevanên sînor aniha kon û kerevanan bikar tînin.

Hikûmetê roja 5ê Kanûna Yekem pilaneke "giştgîr" ragihand bo ewlekirina sînorê Sûrî-Îraqî li hember vedizînên milîtanan.

Hevpeymaniya navdewletî piştgiriya xebatên hikûmeta Îraqî di zîrevanîkirinê de dike bi dabînkirina sîstema berevaniya sînor bi teknalojiyên peyçûnê û çavdêrîkirinê yên herî nûjen, lig el çekan û alavên serbazî.

Ew aniha herwiha hêzên zîrevanên sînor perwerde dike bo pitewkirina karînên wan ên şerkirin û kontrolkirinê.

Piştgiriya hevpeymaniyê alîkarî kir di "avakirina hêzên ku îroj xwedan ezmûn û skîlên astbilind in di warên bicihkirina erkên nêçîrkirina dijmin de, armanckirina navendên wan û berengarbûyîna hemû hewlên wan ên gefçêkirina li ser ewlehiya sînor", Brahîm got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500