Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Êlên Diyalayê alîkarîyê bi hêzên Îraqî re dikin daku bermahîyên DAIŞê derbixin

Xalid Ta'î

Hêzên giştî û serkirdeyên êlan ji parêzgeha Diyalayê li hev civîn da ku pitgirîya xwe ji hêzên ewlekarîyê re di vê wêneya ku di 6ê Kanûna Duyem de, Roja Hêzên Çekdar yên Îraqî li ser Înternetê hatiye weşandin diyar bikin.[Wêne ji Fermandarîya Polîsê Diyalayê hatiye wergirtin]

Hêzên giştî û serkirdeyên êlan ji parêzgeha Diyalayê li hev civîn da ku pitgirîya xwe ji hêzên ewlekarîyê re di vê wêneya ku di 6ê Kanûna Duyem de, Roja Hêzên Çekdar yên Îraqî li ser Înternetê hatiye weşandin diyar bikin.[Wêne ji Fermandarîya Polîsê Diyalayê hatiye wergirtin]

Bêtir ji 100 serkirdeyên êlan li deşta Nedayê li Diyalayê piştgirîya xwe ji kampanyaya artêşê re îlan kirin da ku bermayîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ji veşartgehên wan li parêzgehê derxin.

Hêzên Îraqî bi kampanyayekê mijûl inda ku deverê ji komên mayî ji endamên DAIŞê paqij bikin, ên xwe di bexçeyên parêzgehê de vedişartin.

"Êla Nedayê amade ye da ku alîkarîya pêwîst ji polîs û artêşê re dabîn bike da ku endamên DAIŞê derxin," Şêx Heysem Hom ji Diyaruna re got.

"Dema em tevlî hêzên ewlekarîyê dibin em dixwazin raperîneke mezin li dijî komên terorîst îlan bikin da ku em nehêlin herêma me bibe penake ewle ji terorîstan re," wî got.

"Herêma me rûbera wê 25 kîlomitrên çargoşî ye ya ku hemû rêya rojhilatê Diyalayê dide ber xwe," wî got, wî not kir ku Saediya, Celewla û Hemrîn jî di nav de.

Rûbera vê herêmê, şînahîya wê ya himbiz û erdnîgarîya wê ya tund, hiştin gengaz be ku endamên DAIŞê vekişin wir "daku ji ber çavên hêzên ewlekarîyê yên şiyar veşartî bimînin û dest bi êrîşên xwe yên bêhêvî bikin", wî got.

Endamên DAIŞê dîrokeke wan ya bikaranîna bexçeyên Nedayê weke veşartgehekê heye.

Ji çaxa ku hêzên Îraqî DAIŞ di Kanûna Duyem de ji Diyalayê derxistin, wan hin caran êrîş berdane ser endamên ku reviyan deverê.

Van operesyonan çalakîyên rêxistinê kontrol kirin lê ew bi ser neketin ku wan ji kokê ve rakin.

Êrîş li ser malên serkirdeyên êlan

Di 6ê Kanûna Dwem de, çekdaran êrîşî mala Hom kir.

"Wan bi otombîleke bombekirî û sê kesên xwekuj ên kemberên teqîner li xwe dikirin êrîşêî mala kir," wî got.

Çekdar hatin kuştin, Hom got, lê hevjîna wî bi otombîla bombekirî hat kuştin û keça xwişa wê û keça wê hatin birîndarkirin.

Mala Hom samanên wî yên kesane di êrîşê de zerer giha wan.

Êrîş qewimî piştî el-Hom daxuyanîyek weşand hişyarî da şanên DAIŞê ku ew dê rastî "şerekî heya mirinê werin", daxuyanîya ku wî tê de îlan kir çi endamê were teqezkirin ku piştgirîyê ji çekdarran re dabîn dike dê ji êla wî were derxistin.

"Ev ne êrîşa yekem e ji vê cûreyê ku êla min dike armanc, êla min ya ku bi dijberîya xwe ji terorîsatan re tê naskirin," Hom got.

Berî du salan, rêxistinê êrîşeke dijwar girte ser deşta Nedayê, 15 mêr kuştin û 37ên din jî birîndar kirin, gelek ji wan girêdayî Hom bûn, wî got.

"Em mayinde ne û tevî êrîşên li dijî me ji alîyê terorîstan ve em ji biryara xwe venegarin, em dê hêza xwe bikin du taq û soz didin ku em wan ji erda xwe derxin," wî got.

Piştgirîya xurt ji hêzên Îraqî re

Polîsê Diyalayê hevkarîyeke wê ya xurt bi êl û niştecîyên xwecihî re heye, berdevkê polîsê parêzgeha Diyalayê eqîd Xalib Eteyan ji Diyaruna re got.

"Em piştgirîya gel dikin di hewldanên wan de ji bo alîkarîyê bi me re bikin da ku em bidin dû terorîstan û em wan ji kokê rakin li kîjan devera ku dibe ew lê bin li parêzgeha me," wî got. "berpirsyarîya me hevbeş e û armanca me heman e."

Polîsê Diyalayê bi berdewamî bi Hêzên Dicleyê re kar dikirin da ku veşartgehên DAIŞê li deşta Nedayê bibînin û wan wêran bikin, Etiya got.

Wî got ku gelek komên DAIŞê yên razayî bi alîkarîya niştecîyên xwecihî hatin girtin.

Di 2ê Kanûna Duwem de, fermandarîya polîsê Dicleyê dest bi kampanayekê kir da ku bidin dû çekdaran li deşta Nedayê, bi piştgirîya asmanî ji alîyê arêşê ve,

Operasyonê gundên Miyah û Kerîmê, û hineke din jî, dane ber xwe.

"Şêx Mihemed weke encam ji bangên wî yên lehengî û niştimanî da ku terorîzmê rakin hat armanckirin," serokê komîteya ewlekarîyê ya encumea parêzgeha Ninewayê Sadiq Husênî ji Diyaruna re got.

"Gelek armancên terorîst li deşta Nedayê û deverin din ên nêzîk hatin êrîşkirin, di nav wan de Muteybija, deşta Hemrînê û Miqdadîya bakurî," wî got.

Hefteya borî, 14 serkirdeyên DAIŞê li van deveran di operasyonên serbazî yên berdewam de ji bo wan tune bikin hatin kuştin, Huseynî got.

"Terorîst ne ewle ne, em dê bigihin wan," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500