Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Operasyonên maliştinê tên lidarxistin li dijî paşmahiyên DAIŞ li biyabana Enbarê

Xalid Taî

Hêzên Ewlekariyê yên Îraqî cihekî werdigrin dema ew ber bi parêzgeha Selahedîn ve li biyabana rojavayî ya hevsînorê Sûriyê bi pêş dikevin, roja 26ê Mijdara 2017an di çarçoveya derxistina çekdarên mayî yên rêxistina "Dewleta Îslamî" li herêma Cezîrê. [Mehmûd Salih/AFP]

Hêzên Ewlekariyê yên Îraqî cihekî werdigrin dema ew ber bi parêzgeha Selahedîn ve li biyabana rojavayî ya hevsînorê Sûriyê bi pêş dikevin, roja 26ê Mijdara 2017an di çarçoveya derxistina çekdarên mayî yên rêxistina "Dewleta Îslamî" li herêma Cezîrê. [Mehmûd Salih/AFP]

Hêzên Îraqî des bi lidarxistina pêngavên bi bername kirine bo maliştina deverên biyabanî bo lêgerîna li paşmahiyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ), serkêşê êlan, Şêx Qeterî Semermed ji Diyaruna re îro Çarşemê (17ê Kanûna Duyem) got.

Wî got ku hêzên hevbeş ên artêşê, polîs û êlan pêngavên asayî di kûrahiya biyabana rojavayî de li dar dixin.

"Pêngavên me bê navber tên encamdayîn," Semermed, fermandarê heşda êlên navçeya Bexdadî, got.

Wî got ku ew aniha heftiyane yan jî nîv-heftiyane tên lidarxistin, û her yek ji wan ji 48 demjimêran ta 72 demjimêran didome.

Wî da zanîn ku pêngav piştevaniya hewayî ji hêza asmanî ya Îraqî û balafirên şer ên hevpeymaniyê werdigrin.

Deverên ku ev operasyon lê tên lidarxistin bi du aliyan dirêj dibin: ji başûrê bajarên Bexdadî, Hedîsa û Qaimê heta bakurê Rutbayê, di nav de geliyên Horan û Qesf û deverên biyabanî yên din.

Eniya duyem ji "bakurê Firatê heta bi bajarê Bêcîyê yê parêzgeha Selahedînê dirêj dibe û herwiha ta bi deverên hevtixûbê sînorî Îraqî-Sûrî dirêj dibe", Semermed got.

Xetmendina hewlên DAIŞ ên xwerêxistinkirinê

Operasyonên paqijkirinê hatin destpêkirin bi armanca "rêgirtin li ber endamên DAIŞê ku derfetê bibînin ku bingeh û asêgehên raz li biyabanê damezrênin an jî bi serbestî tevgerin", wî got.

Wî got ku hêzên Îraqî vê dawiyê zincîrek ji operasyonan bo nêçîrkirina endamên DAIŞê li başûrê Bexdadî li dar xistin, ku di encamê de hejmare ji wan hat kuştin û gelek tunel û veşargeh hatin rûxandin.

"Me bi dehên tonelan li geliyê Horan, ku pir berfireh e û dora 400 kîlometran himbêz dike ji sînorê bi Erebistana Siûdî re, rûxandin," wî got.

Wî da zanîn ku hêzên Îraqî herwiha depoyên çekan û alavan ên ku li Husêniyat, Um Waz, Daî û Mudim, û hemû deverên biyabanî, yên dikevin başûrê Bexdadî, hatin dîtin wêran kirin.

Wan li wan deveran "gelek navgînên eyibdar dîtin, yên ku milîtanan ew ji bo meremên veguhestinê bikar tanîn", wî got.

Wî got ku hêzên Îraqî herwiha Girava Bexdadî, ya bi dirêjahiya berava bakur-rojhilatî ya Çemê Firatê di navbera Hît û Bexdadî de cih digrin, ji bermahiyên DAIŞê paqij kirin û dever ji çalakiyên terorî ewle kirin.

Wî got ku aniha pişkinîn berdewm in ji dema ku mezintirîn veşargeha DAIŞê li giravê hat wêrankirin beriya mehekê.

"Bi alîkariya balafirên şer ên hevpeymaniyê, me şikefteke raz wêran kir ku 12 terorîstan xwe tê de diveşart, û ew şikeft mişt stokên çekan û îmdadan bû," Semermed got.

"Me bi tenê sê laş derxistin, tê payîn ku yên serkêşên xwecihî yên DAIŞ in, yên ji gundên Serajiya û Mehbûbiyayê li Hîtê," wî got, da zanîn jî ku "ew ji ber tawanên kirêt dihatin xwestin".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500