Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Tevlîhevî û kuştin li bajarê Idliba Sûriyê

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Pisporên bijîşkî endamê encumena bajarê Idlibê Terîf Seyid Îsa çareser dikin, ê ku bû armanca hewleke terorkirinê roja Duşemê (15ê Kanûna Duyem). [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Pisporên bijîşkî endamê encumena bajarê Idlibê Terîf Seyid Îsa çareser dikin, ê ku bû armanca hewleke terorkirinê roja Duşemê (15ê Kanûna Duyem). [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Belavbûna rewşeke ji tevlîheviya berdewam e li nava bajarê Idlibê yê li bakurê Sûriyê û derdora wî, ku li wir kêm caran rojek derbas dibe bêyî terorkirin, teqîn an jî girtin.

Tirs gihiştiye asteke gelekî bilind li Idlibê, ku li jêr kontrola Tehrîr Şam e, ku hevbendiyeke tundrû ye ku di destê Eniya Nusraya berê de ye, çalakvanê li Idlibê Museb Esaf, ku bernavek bikar anî ji tirsa li ser selametiya xwe, got.

"Dewriyên Tehrîr el-Şam tiştekî nakin daku vê tevlîheviyê bisekinînin," wî ji Diyaruna re got.

Roja Duşemê (15ê Kanûna Duyem), endamê encumena parêzgeha Idlibê Terîf Seyid Îsa, bû armanca hewleke terorkirinê, dema ku bombeyeke bidestçêkirî nêzîkî otombîla wî li çarêya Cera teqiya.

Ziyaneke mezin gihişte hin avahiyên li bajarê Idlibê dema ku bombeyeke bidestçêkirî destpêka vê mehê teqiyabû. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Ziyaneke mezin gihişte hin avahiyên li bajarê Idlibê dema ku bombeyeke bidestçêkirî destpêka vê mehê teqiyabû. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Îsa ji wê hewlê rizgar bû û bo nexweşxaneyê hat veguhestin ku niştergerî jê re hat encamdan.

Esaf anî ser ziman ku Îsa di nav wan kesan de ye ku kontrola Tehrîr el-Şam qebûl nakin, û vê dawiyê şerê hewldana wê kirin ji bo kontrolkirina encumenê bi rêya teyînkirina kesên nêzîkî xwe daku bajar birêve bibin.

Wî got ku Îsa berî niha gefên rasterast ji hevbendiyê wergirtibûn.

Esaf got ku terorkirinên dawî ne tenê dijberên Tehrîr el-Şam kirin armanc lê belê endam û emîrên hevbendiyê bi xwe jî.

Wî got ku di nav wan de emîrekî tundrê yê Tehrîr Şam bi navê Ebû Hemza Turkî, yê ku bi guleyeke rasterast di ser de hat kuştin dema ku ji devera Bîret Ermenaz berê xwe dida bakurê Idlibê sibeha roja Duşemê.

"Kujer nehatiye destnîşankirin, lê tebîeta bazina teng a terorkirina Turkî nîşan dide ku kesên nêzîkî wî wisa kirine," wî got.

Hefteya borî, teqîneke mezin li kolana Selasîn bû encama gelek kuştin û birîndarbûnan û ziyaneke mezin gihande avahiyên derdorê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500