Nûçeyên Iraqê
Perwerde

Zarokên Reqayê yekem car diçin ezmûnan piştî derxistina DAIŞ

Welîd Ebul Xêr li Qahîra

Xwendekar li Dibistana Urûba li Reqayê bo yekem car ezmûnan pêşkêş dikin ji dema derxistina "Dewleta Îslamî" ve. [Wêne di medyaya civakî de hatiye belavkirin]

Xwendekar li Dibistana Urûba li Reqayê bo yekem car ezmûnan pêşkêş dikin ji dema derxistina "Dewleta Îslamî" ve. [Wêne di medyaya civakî de hatiye belavkirin]

Bêtirî hezar zarokên Reqa vegeriyane refên xwe û ezmûnên nîvê salê bo yekem car pêşkêş dikin ji dema ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ji bajarê Sûrî hat derxistin.

Dibistana Weda Erebiya li taxa Meşleb yekem dibistan bû ku deriyên xwe ji xwendekarên vegeriyayî re vekirin, mamoste Ehmed Îsa ji Diyaruna re got..

Taxa Meşleb a yekem bû ku nişteciyên vegeriyayî wergirtin.

Dibistan hîn rastî kêmbûneke zêde di çavkaniyan de tê û bi hewceyî qasekî mezin ji nûçakkirin, alavan û amûran e ji ber piştrastbûn ji serkeftina proseya perwerdeyê, wî got.

Xwendekar li dibistanekê li gundewarê Reqa dirûnin, a ku deriyê xwe vekir ji encama insiyatîvên kesayetî û piştgiriya encumena sivîl. [Wêne di medyaya civakî de hatiye belavkirin]

Xwendekar li dibistanekê li gundewarê Reqa dirûnin, a ku deriyê xwe vekir ji encama insiyatîvên kesayetî û piştgiriya encumena sivîl. [Wêne di medyaya civakî de hatiye belavkirin]

Berî mehekê 1,111 xwendekar vegeriyane polên xwe, wî got, û stafê dersdayînê hewl dide, ku bi hevahengiya Encumena Sivîl a Reqayê û komîteya wê ya perwerdeyê, ku proseya perwerdeyê vegerîne ser rêya rast.

Ev yek tê pêkanîn bi her çavkaniyên berdest, wî got.

Encumen û xelk gelekî rijd in ku dibistanê nûvekin û xwendekaran werbigre, tevî ku hîn bi hewceyî gelek tamîrkirina ye, Îsa got.

Amadekirina dibistanê ji nûvekirinê re pêwîstiya wê bi du mehan heye, wî got.

Piştî ku bajar hat rizgarkirin, rê li taxa Meşlebê hatin nûvekirin, vê yekê rê da ku dibistan ji paşmayiyên şer û hinek mayînên ku li derdora wê û di nav dîwarên wê de hatibûne çandin were paqijkirin, wî got.

Giraniyê didin tenduristiya derûnî û moralê

Rêveberiya dibistanê ezmûnên nîvê salê ji xwendekarên xwe re çêdike, ku roja Yekşemê (14ê Kanûna Duyem) destpê kirin, ligel xwendekarên din li seranserî Sûriyê, Îsa got.

Fokusa derbarê xwendekaran vê demê ne temamî li ser aliyê akademîk ji xwendinê ye, wî got, anî ser ziman jî ku stafê dersdayînê bêtir guh dide rewşa psîkolojîk û morala xwendekaran.

Ev çendîn sal in ku gelek ji wan ji dibistanê dûr in, wî zelal kir.

Guhdaneke taybet ji van xwendekaran re tê pêşkêşkirin, û nirxandin ji wan re tên kirin ji bo nirxandina karînên wan ên fikrî û akademîk ji bo destnîşandina baştirîn awa ji bo berdewamkirina xwendina wan.

Pênc salên bûrî, ku di dema wan de xwendekar li jêr hukmê DAIŞ dijiyan, gelekî û bi awayekî xuya karîgerî li rewşa wan a derûnî kirine, Îsa got.

Tişta pêwîst niha rakirina bîrhatinên tund ji mejiyên wan e ligel jinavbirina paşmayiyên îdyolojiya tundrû, wî got, ji ber ku DAIŞ hewl dida ku mejiyên zarokan bişû bi rêya kontrolkirina wê ji dibistanan re û ferzkirina programa xwe ya xwendinê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500