Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Cih ji tundîyê re nîne li Felûcayê, berpirsyar dibêjin

Ala Husên li Bexdayê

Niştecîyekî Felûcayê pirozbahîya leşkerekî Îraqî dike di şahîyên Roja Hêzên Çekdar de li Felûcayê di 6ê Kanûna Duyem de. [Wêne ji rûpela Facebookê ya şaredarîya Felûcayê hatiye wergirtin]

Niştecîyekî Felûcayê pirozbahîya leşkerekî Îraqî dike di şahîyên Roja Hêzên Çekdar de li Felûcayê di 6ê Kanûna Duyem de. [Wêne ji rûpela Facebookê ya şaredarîya Felûcayê hatiye wergirtin]

Tevî ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) kontrola Felûcayê ji Kanûna Duwem heta Tirmeha 2016an kir lê rêxistinê nikarîbû bi ser bikve ku îdîolojîya xwe ya radîkal di nav niştecîyên xwecihî de biçîne, berpirsyarên bajar ji Diyaruna re gotin.

"Hişmendîyeke tund ti carî ne teybetmendîyek bû ji niştecîyên Felûcayê re," Tariq Ebdalî, serokê Weqfa Sinî li Felûcayê, got.

Endamên DAIŞê yên bajar weke girewek birin hewl dan ku îdîolojîya xwe ya tund li ser niştecîyên bajar ferz bikin, wî ji Duyaruna re got, lê heta asteke mezin ew bi ser neketin ku vê yekê bikin, ji ber Îslam navînîyê han dide û tundî û hişkîyê red dike.

Îro, hemû amojgerên mizgeftan li Felûcayê navîn in, û hemû xutbên wan ji bo nimêjkerên roja Înê giranîyê didin ku xelkê ber bi rêbazê rast ve bibin û li tiştekî hevbeş li cem kesên din bigerin," Ebdalî got.

Ev yek armanc dike ku nirxan qayim bikin, nirxên ku mezhebîyet û tundîyê red dikin, wî got.

Niştecîyên Felûcayê piştgirîyeke xurt ji hêzên ewlekarîyê re diyar kirin, hêzên ku DAIŞ ji bajar derxistin, serokê polîs, eqîd Cemal Cumeylî, got.

Niştecîyên Felûcayê li rex hemû sîstemên ewlekarîyê radiwestin, di nav wan de Wezareta Berevanîyê, Wezareta Karê Hundir û hêzên tecnîdkirinê yên êlî," wî ji Diyaruna re got.

Rewşa ewlekarîyê li Felûcayê heta asteke mezin pêş ketiye, wî anî ziman, bi saya piştgirîya gelemperî ya xurt û biparvekirina agahîyên istixbaratî.

Di 6ê Kanûna Duyem de, niştecîyên Felûcayê Roja Hêzên Îraqî yên Çekdar piroz kirincara yekem di sê salan de, Cumeylî got.

Vê bûyerê pileya bawerîya gel bi artêş û hêzên xwe yên ewlekarîyê teqez kir, wî got, "vê bawerîyê astengîyeke mezin di rûwê rêxistina teror li Felûcayê çêkir."

Wergirtina bawerîya niştecîyan

Ji bo ku bi awayekî tam em bawerîya niştecîyên xwecihî wergirin û em piştgirîya wan ji desthilatdarîya xwcihî re xurt bikin," divê xizmetên giştî bêtir werin dabînkirin", parêzgerê Felûcayê Îsa Sayir ji Diyaruna re got.

"Îdara xîzmetên giştî li Felûcayê capasîyeya wê ya sînorkirî heye ji ber hilweşandina wêranker ji binesazîyê re," wî got, wî anî ziman ku heta ji wan tê ew kar berdewam dikin daku xizmetan dabîn bikin.

"Eger dabînkirina xizmetên giştî li bajar veweşin, niştecî dê dest pê bikin gazinan bikin û nerêneke neyînî derheqê hikûmetê de bi pêş ve bibin," wî got.

Herwiha, dibe ku betalî encamin wê yên neyînî hebin, ji ber dibe ku bandora wê berevajî be li helwesta ciwanan der heqê desthilatdarîyê hebe

Wî anî ziman, xizmetên giştî yên kêm dê berê niştecîyên bajar nede ku bidin dû DAIŞ, ji ber "hişyarîyeke ast bilind" hatiye standin.

"Zehmet e tu bibînî ku xelk di tu şert û mercan de piştgirîya rêxistinên terorîst dikin weke awayekî da ku hêrsbûna xwe ji siyasatên hikûmetê re derbirîn bikin," wî got.

Sayir bang li hikûmeta fedral kir da ku piştgirîya projeyên nûavakirinê li Felûcayê û parêzgha Enbarê bi giştî bikin, wî not kir ku pêşbînî heye ku Îraq alîkarîyeke diravî wergire piştî kongereke doneran ya ku tê, ya biryar heye ku li Kiwêtê were lidarxistin meha tê.

Ziyaneke berfereh gihaye binesazîyê, di nav de rê, tora hekrebeyê, sîstema karîzan, dibistan û avahîyên hikûmetê, wî got, wî not kir ku ji bo vî hemûyî programekî nûavakirinê yê berfereh dê were xwestin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500