Nûçeyên Iraqê
Medya

DAIŞ "xilafeta grîmaneyî" ya li ser Înternetê têk dibe

AFP

Ev skrînşota 5ê Tîrmeha 2014an ji vîdyoyekî propagandayî hatiye birin, ku Medyaya Furqan weşandiye, ew vîdyo angaşt dike ku serkirdeyê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) Ebû Bekir Bexdadî li mizkeftekê li Musilê diaxêve. [AFP]

Ev skrînşota 5ê Tîrmeha 2014an ji vîdyoyekî propagandayî hatiye birin, ku Medyaya Furqan weşandiye, ew vîdyo angaşt dike ku serkirdeyê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) Ebû Bekir Bexdadî li mizkeftekê li Musilê diaxêve. [AFP]

Li ser qeraxa têkçûnê ye li Îraq û Sûrîyayê, "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) xwe pena dike "xîlafeta grîmaneyî" -- lêbelê heta li ser Înternetê jî, pispor dibêjin ew lawaz dibe.

Di sala 2015an de, rêxistina tund erd bi rûbera Îtalyayê xist bin destên xwe, herwiha daxwaza hebûna hejmareke mezin kir, daku torê li ber lehîya propaganndaya ku rewşê şayîk dike bibe û ji çekdarên xwe re xweş dike û çawa jîyan li jêr hukmê wan dê romansî bibe angaşt dike.

Îro, bi çend serkirdeyên DAIŞ ên berz ên yan mirî yan dê werin kuştin, tiştê ku ji makîneya propagandayê ya rêxistinê ya ku carekê alozdar bû dimîne bi tenê sîber ji îmaja wê ya berê re ye.

Navenda medyayê hat hilweşandin, çaveravkarên mayî tekoşînê dikin daku têkilîya xwe bi Înternetê re biparêzin dema ew hewl didin ku xwe ji çavdêrîya ajansên istixbarata navdewletî biparêzin.

Rêxistinbere bere bêdeng dibe li ser Înternetê, heta asteke mezin, ev yek nahêle alîgirên wê yên ew nikare kontrola wan bike da ku nema li ser navê wê biaxêvin..

"Mirov dibêje qey kesekî li pişkoka bêdengîyê ya DAIŞ xistiye," Çarlî Winter, lêkolînerek di King's Kolêja London ya Padîşahî de, yê ku têkilîyên DAIŞ çend sal in lêkolîn dike, got.

Di navbera 8 û 9ê Mijdarê de em dikarin bibêjin rêxistin bi awayekî tam 24 saetan bêdeng bû, vê yekê hişt ku Winter bibêje ku ew qutbûneke ku "berê wê tu carî " di medaya civakî de çênebûye.

Di sala 2015an de, dema DAIŞ hukmê dora heft mîlyon kes li Iraq û Sûrîyayê dikir, berhemên çaveravkarên "38 ofîsên medyayê yên cuda ji Afrîkaya Rojavayî heta Afxanistanê dihewand"

Lê di meha Kanûna Yekem de, bêtir ji sê çariyan ji wan derçûyan "bi awayekî tam hatin bêdengkirin", wî anî ser ziman.

Xwe li tora "tarî girtin"

Adara borî, dema hêzên Îraqî DAIŞ ji Mûsilê derdixistin, rojnamevanê AFP karîbû wêneyekî ji kavilê cihekî re bigire, cihê ku berê navendeke medyayê ya tundrûyan bû.

Di navbera dîwarê vêlayê yên şewitî de li beşekî buha ji bajar, cihê ku bermahîyên kompyûter, çapker û pêdevîyên weşanê hebûn.

Di mehên borî de û ji çaxa ku hevpeymanîya navdewletî şerê DAIŞ dike ew bi awayekî dubare mirina zabitên raghandinê yên DAIŞ îlan dike, gelek caran di êrîşên asmanî de.

Di nav wan de berdevkê stratîjîzan ê berzEbû Mihemed Ednanî, di lêdaneke Amerîkayê de li bakurê Sûrîyayê hat kuştin di Tebaxa 2016an de.

Van rojan çaveravkar gelekî torê bikar tînin daku alîgirên xwe han bidin ji bo dest bi êrîşekê bikin weke însîyatîfeke taybet bi wan, tevî hu rêxistin gelekî lawaz e ku nikare rolê bilîze di organîzekirina wan de.

Ev telefonkirin gelek caran bi rêya "tora kûr" tên weşandin, beşeke ji Înternetê ku bi awayekî mezin şîfrekirî ye yê ku hema hema ne gengaz e ku were rêxistin, yan di rêya bikaranîna berqîyê re.

Winter dibêje ew dibîne ku niyazek ji peywiran derketiye holê, hewl dide ku hestê nosteljîyayê di navbera alîgiran de biçîne daku hêza rêxistinê bilind bibe.

Di rêya portrekirina bûyerên van her sê salên borî re weke "serdema zêrîn" ya ku ji alîyê "dijminên Îslamê ve" hat dizîn, DAIŞ hêvî dike ku ew kesên hatibûn tecnîdkirin qayil bike ku dibe ew demên wiha careke din vegerin eger ew tevlî dozê bibin, Winter got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500