Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Polîsê Nînewa li paşmahiyên DAIŞ li Mûsilê digere

Xalid Taî

Dîmeneke giştî nivîseke bi Erebî nîşan dide. "Ev der goristaneke Dewleta Îslamî ye" di nava kavilan de li bajarê kevin ê Mûsilê di 9ê Kanûna Duyema 2018an de. [Ehmed Rubeyî/AFP]

Dîmeneke giştî nivîseke bi Erebî nîşan dide. "Ev der goristaneke Dewleta Îslamî ye" di nava kavilan de li bajarê kevin ê Mûsilê di 9ê Kanûna Duyema 2018an de. [Ehmed Rubeyî/AFP]

Polîsê parêzgeha Nînewa pilaneke ewlekarî bicih dike ji bo dûvçûna paşmahiyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ), fermandarê polîsê Nînewayê, emîd rukin Wasiq Hemdanî, ji Diyaruna re got.

Fermandariya polîsê parêzgehê roja Pêncşemê (11ê Kanûna Duyem) girtina heşt endamên DAIŞ ku xwe di nav sivîlan de li bajarê Mûsilê veşartibûn ragihand.

Hemdanî got ku ew li beşine cuda ji taxa Qadisiya Saniya ya Mûsilê hatin girtin.

Wî got ku kesên girtî destê wan di ti "tevgereke veşartî" de niha nebû, lê berê endamên çalak ên DAIŞ bûn.

Wî got ku hewlên paqijkirina Enbarê ji şanên veşartî yên DAIŞ berdewam in weke beşek ji pilaneke ku artêşê, hêza asmanî û ajasnên ewlekarî yên din li xwe digre.

"Em operasyon û lêgerînên rojane pêk tînin li bêtirî ji deverekê ji bo dûvçûna terorîstan û dîtina bingeh û şaneyên wan," wî got.

"Me hejmareke mezin ji wan girt û kuşt û me karî ku planên wan pûç bikin," Hemdanî got.

"Em di bereya êrîşê de ne, ne dijmin."

Karê hevbeş

"Bajarên me îro ewle ne bi xêra hewlên hevbeş ên hêzên ewlekarî û piştgiriya tam a xelkê xwecihî ji hewlên me re," wî got.

Polîsê Nînewa 30ê Kanûna Yekem ragihand ku wan 23 endamên DAIŞ kuştin di dema hefteyekê de, di êrîşine li ser baregehên wan ên veşartî de li başûrê Mûsilê.

"Me raport wergirtin ku bingeheke terorîstan li yek ji giravan e di nava Çemê Dicle de li devera Elbû Sêf [10 kîlometran dikeve başûrê Mûsilê]," Hemdanî got.

Hêzeke hevbeş ji polîsê Nînewa û hêzên artêşê, bi piştgiriyeke rasterast ji hêza asmanî ya hevpeymaniya navdewletî, yekser berê xwe da armancê.

"Hêzên Iraqî ketin şer li dijî endamên DAIŞ ku xwe li kampê asê kiribûn," wî got, anî ziman ku 23 ji wan di operasyonê de hatin kuştin, lê belê polîsek birîndar bû.

Hemdanî got ku polîsê Nînewa herwiha kar dike li ser berengarbûna tawana organîzekirî li Mûsilê.

Ew biserketin destpêka vê hefteyê di girtina "çendîn çeteyan, ku ya dawî ji wan ji pênc kesan pêk dihat ku tometbar bûn bi dizî û talankirina bi hêza çekan", wî got jî.

Herwiha, polîsan roja Pêncşemê du jinên revandî li taxa Bekir rizgar kirin.

Hemdanî tekezî kir li ser amadebûna endamên polîs ji şer re. "Ew bi moraleke bilind kar dikin ji bo şerl terorîzmê û tawanan û ewlehiyê ji xelkê Mûsilê re peyda dikin."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500