Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî li molgehên DAIŞ digerin li Rutbayê

Xalid Taî

Hêzên Îraqî kolanekê li bajarokê Rutbayê li rojavayê Enbarê roja 19ê Gulana 2016 çavdêrî dikin, piştî wan ew ji "Dewleta Îslamî" vegerand. Operasyoneke serbazî ya hevbeş ya roja10ê Kanûna Duyem hat destpêkirin armanc dike ku molgehên mayî yên çekdarên DAIŞ li deverê ji nav bibe. [Mûad Dulêmî/AFP]

Hêzên Îraqî kolanekê li bajarokê Rutbayê li rojavayê Enbarê roja 19ê Gulana 2016 çavdêrî dikin, piştî wan ew ji "Dewleta Îslamî" vegerand. Operasyoneke serbazî ya hevbeş ya roja10ê Kanûna Duyem hat destpêkirin armanc dike ku molgehên mayî yên çekdarên DAIŞ li deverê ji nav bibe. [Mûad Dulêmî/AFP]

Hêzên hevbeş ên Îraqî îro Çarşemê (10ê Kanûna Duyem) dest bi pêngaveke nû kir bo peyçûyîna molgehên mayî yên çekdarên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li biyabana rojavayî ya welat.

Pêngav li jêr "çavdêriya rasterast" a serokwezîr Heyder Ebadî, fermandarê giştî yê hêzên çekdar, pêk tê, Fermandarê Zîrevanên Sînor, lîwa Hamid Ebdulah Brahîm ji Diyaruna re got.

Ew armanc dike ku "deverên deştî yên sînorî li başûrê bajarê Rutbayê ji molgeh û veşargehên endamên DAIŞê pak bike û çalakdariya wan ji nav bibe", wî got.

Beşdarên di pêngavê de, mil bi milê Zîrevanên Sînor, hêzên din ên Fermandariya Operasyonên Enbarê û Firqeya 1emîn a artêşa Îraqî ne, yên ku ketine tevgerê de ji bo hedefkirina deveran ji çar aliyan ve, Brahîm da zanîn.

Pêngava nû bi piştgiriya hêza hewayî ya artêşê ye, "ew êrîşê dibe ser asêgehên dijmin bi êrîşên asmanî yên bi hûrayî û maliştina deverê bo lêgerîna li armancên dijmin ên gerok", wî anî ser ziman.

Di roja yekem a pêngavê de, hêzên hevbeş "xesarên mezin gihandin rêzên terorîstan", Brahîm got, û wiha dewam kir "me gelek kes kuştin û wesayîtên wan rûxandin".

"Me dest danî ser pênc wesayîtên dijmin," wî anî ser ziman.

Xaniyên vehewana DAIŞ hatin dîtin

Brahîm pêdagirî kir ku pêngav dê dewam bike heta ku tu endamên çekdar ên DAIŞ ên veşartî li deverê nemînin.

Hevdem li gel vê pêngavê, Fermandriya Zîrevanên Sînor lêgerînan pêk tênin bo vedîtina veşargehên DAIŞ li biyabana parêzgeha Necefê.

Fermandariya Devera Sînorî ya Pêncem roja 3yê Kanûna Duyem xaniyên vehewandina DAIŞ ên jêrzemînî vedîtin li devereke biyabanî ku jê re tê gotin Xura.

Derbasgehên xaniyên vehewandinê hatine dîzayinkirin bi awayekî ku pir zehmet be ew bêne dîtin, bi qapaxekî hesinî tên nuxmandin ku ew jî bi ax û şaxên daran hatine nuxmandin.

Brahîm got ku veşargeh vala bûn dema ew hatin vedîtin.

Dîtinê "hêzên me han da ku lêgerînên xwe zêde bikin li deverê û deverên hawîrdor da ku ew bi temamî piştrast bin ku ne xaniyên vehewanê ne jî şanên milîtanan hene", wî got, û da zanîn jî ku lêgerîna li DAIŞên mayî dewam dikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Hun aram bin! Min bawernameya dibistana seretayî wergirtiye. Ez dixwazim tevlî Polîsê Federal bibim. Hejmara belgeyê 07728305067.

BERSIV BIDE