Terorîzm |
2018-01-10

Iraqî tekoşînê dikin daku nasnameya qurbanîyên DAIŞ destnîşan bikin


Berpirsyarê Iraqî Ebû Bekir Samera'î kêlîkekê serê xwe bilind hilda berî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) di Şibata 2107an de serê wî jê bike. [Wêne di medyaya cîvakî de hatiye weşandin]
Berpirsyarê Iraqî Ebû Bekir Samera'î kêlîkekê serê xwe bilind hilda berî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) di Şibata 2107an de serê wî jê bike. [Wêne di medyaya cîvakî de hatiye weşandin]

Di van her sê salên borî de, "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) bi sedan kesên Îraqî li deverên li jêr kontrola xwe îdam kirin, laşên wan di gorinên komî de binax kirin, vê yekê hişt ku zehmet be malbatên wan cihê bermahîyên wan nas bikin û wan vegerînin.

Niştecîyê Mûsilê Îsam Ta'î ji Diyaruna re got ku wî wêneyên îdamkirina birayê xwe di vîdyoyeke DAIŞ de dît, û trajedîya mirina wî ya tund û zû xirabtir bûbû ji ber zehmet e ew laşê wî bibînin.

Wî got ku DAIŞ laşên wan kesên ew kuştin guhestin mirîgeha nexweşxaneyê li Mûsilê bi awayekî bêhurmet ji yê mirî re.

Piştre laş dê di gorinên komî de werin veşartin "bê ma ku piştrast bikin eger serî û laş di heman cihî de hatin veşartin", wî anî ziman. "Dema tu dibînî DAIŞ laşê qurbanîyan bi vî awayî bêhurmet dike tiştekî zor jandar e."

Fadil Xerawî, yê ku di Desteya Bilind ya Mafên Mirov ya Îraqî de kar dike, ji Diyaruna re got ku li gorî texmînên fermî ji ajansên tenduristîya Nînewayê, 471 laşên serjêkirî li parêzgehê hatine dîtin.

Ev hejmar jimara tam a qurbanîyên DAIŞ reflekt nake, ji ber 1,723 bi awayekî fermî hat îlankirinku ew qurbaniyên makîneya kuştinê ya rêxistinê ne," wî got.

Zêdeyî vê yekê, bi sedan ên ku çarenûsa wan nenaskirî ye û yên di dehan ji gorinên komî de li Nînewayê hatin veşartin, Xerawî got.

Gorinên komî yên nenaskirî

Raportên şahidên bi çavdîtî û delîlên çîrokî yên ji alîyê hêzên Iraqî ve hatin dabînkirin destnîşan dikin ku gelek gorinên komî hene ku bermahîyên nenaskirî ji laşên bêserî yan qurbanîyên ku ji alîyê DAIŞ ve hatine qetkirin dihewînîn, Xerawî got.

"Naskirina gorinên komî di çarçoveyên qanûnî de pêk tên, ku berhevkirina agahîyan û vekirina peygerînan di nav xwe de dihewînin," wî şîrove kir.

Dema peygerîn were vekirin, desthilatdarî dikare dest bi proseya sehkirina gorinan bike û qurbanîyan destnîşan bike, daku karibin bermahîyên wan ji malbatên wan re vegerînin, wî got.

Sehkirina gorinên komî li ser çend qûnaxan pêk tê, berdevkê Wezareta Tendirustîyê Ehmed Rudeynî ji Diyaruna re got.

Di serî de, divê raporteke fermî derbarê cihê gorinê hebe [were pêşkêşkirin], û ev yek dihêle bi awayekî lezgîn komîteyeke hevbeş ji wezaretên berevanî, tendirustî û ya karê hundir were çêkirin," wî got.

Komîte berpirsyar e ku cihê gorinê destnîşan bike, wî got.

Piştî ev yek were pêkanîn, tîmekî dadwerî, yê erkî wî ku "laşan ji bin erdê derxe û bi awayekî pîşedarî wan vegerîne, da ku bi vî awayî karibin wan biguhêzin Beşê Tawanzanîyê li Bexdayê", wî berdewam kir.

Wî got ku li wê derê, sehkirina DNA dê were çêkirin.

"Berhengarîyeke ji hikûmetê re"

Cihê gorinên komî û xepartin û destnîşankirina qurbanîyên li wê derê veşartî, "dê berhengarîyek be ji hikûmetê re", endamê komîteya xizmetguzariyan a encumena parêzgeha Nînewayê, Husamedîn Ebar, got.

Wî got ku qanûneke nûjen ku doza takekesên windayî û çarenûsa wan nenaskirî bigire xwe tune ye.

Çarçoveya qanûnî ya yekane ya heyî qanûneke kevin e, ew dihêle malbat şehadetên mirina heskirîyên xwe yên windayî wergirin eger çarenûsên wan hîn nenaskirî ne û ev bûye çar sal laşên wan windayî ne piştî hatiye ragihandin ku ew windayî ne," wî got.

Ebar banga piştgirîya navdewletî kir bo alîkarîkirina Îraqê daku bi awayekî lezgîn proseya sehkirina gorinên komî deat pê bibe, wî not kir jî ku evna dozeke mirovî ye.

Wî got ku gelek qurbanî li bendî ku di gorinên komî de li parêzgeha Nînewayê werin kifşkirin.

Di nav wan de, cihekî li nêzîkî Mûsilê weke Xefasayê tê binavkirin, cihê ku dibe DAIŞê bi sedan xelkên girtî li wir îdam kirin û laşên wan veşartin, li gorî Hyûman Rayts Watç.

Di raporteke meha Adara 2017an de, HRW got ku wê ji gelek şahidan nas kir ku laşên wan kesên hatin kuştin, di nav wan de leşkerên Iraqî, hatibûn avêtin qelşeke xwezayî ya ku heşt kîlomitran başûrê Mûsilê dikeve.

Niştecîyên xwecihî gotin ku berî DAIŞ di nîvê Şibatê de ji deverê vekişe, wê teqemeniyên bidestçêkirî li wî cihî danîn.

"Ev gorina komî sîmboleke kirêt a bedreftarê DAIŞ yê tund û bêsinc e - tawanbareke qebara wê mezin e," Lema Feqîh, cigira birêveberê Rojhilata Navîn yê HRW, got.

Tu vê mijarê diecibînî?

3 Di icons no
* MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE
Captcha