Nûçeyên Iraqê
Aborî

Tevgera trafîka asmanî li Îraqê zêde dibe piştî şikestina DAIŞ

Xalid Taî

Balafireke Hêlên Asmanî yên Îraqî li ser rêya firînê li balafirgeha Hewlêrê, di 28ê 2017an de. [Sefîn Hamid/AFP]

Balafireke Hêlên Asmanî yên Îraqî li ser rêya firînê li balafirgeha Hewlêrê, di 28ê 2017an de. [Sefîn Hamid/AFP]

Li asmanê Îraqê zêdebûneke mezin di tevgera trafîka asmanî de çêbûye piştî şikestina rêxistina "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li welat, berdevkê Wezîrê Veguhestinê Selîm Mûsa (9ê Kanûna Duyem) ji Diyaruna re got.

Piştî kontrolkirina rêxistinê ji rûberên berfireh ji Îraqê re di 2014an de, çendîn kompaniyên balafirvaniya sivîl ên navdewletî biryar dabûn ku operasyonên xwe li welat bisekinînin ji ber tirsa li ser selametiya rêwiyan.

Lê niha, trafîka balafirvaniya sivîl li asmanê Îraqê zêde bûye, Mûsa got.

"Çendîn hêlên asmanî yên navdewletî biryar dane ku geştên asmanî li ser welat berdewam bikin piştî ku DAIŞ hat şikestin û serkeftin li ser wêdi 9ê Kanûna Yekem de hat ragihandin," wî got.

Rojane herî kêm 700 geştên asmanî li asmanê Îraqê difrin, ne weke rewşa bi tenê bi dehên geştan piştî dagirkirina DAIŞ ji Mûsilê re di Hezîrana 2014an de, wî got.

"Ev hejmar gelekî zêde bû beramberî berê, ku ev yek nîşaneke geşbîniyê ye," Mûsa got.

Dahateke zêdebûyî

Hikûmet îro bi milyonên dolaran bidest dixe ji dahata vegerîna tevgera trafîka asmanî.

"Îraq $375 weke bacên tranzîtê ji her geşteke asmanî ku di asmanê wê re derbas dibe distîne," Mûsa got, anî ziman ku ev yek çavkaniyeke darayî ya girîng ji hikûmetê re pêk tîne.

Hevdem, Wezareta Veguhestinê kar dike li ser xurtkirina hevpariyê bi hgemû welatan re ji bo damezirandina rêyên balafirvaniyê yên nû.

Wezaret biserket di destpêkirina rêyên nû bo geştên asmanî, herî dawî bi Kuwêt û Siûdiyê re, Mûsa got.

"Kar berdewam e ji bo vekirina rêyên nû bi Tûnisê, Yûnanê û Spanyayê re li gorî lêkolînên derbarê bikêrbûna abûrî û hebûna tevgerên hevbeş," wî got.

Civaka navdewletî dixwaze li ser Îraqê vebe, wî got, anî ziman ku Îraq "dê hemû hewldanên xwe bike ji bo bicihkirina vê nêzîkatiyê".

Hejmara rêwiyên ku digihin balafirgehên Îraqê yan jî ji wan derdikevin di dema 2017an de gihişte 10.3 milyonan, ku çar milyon ji wan di Balafirgeha Bexdayê ya Navdewletî re derbas bûn, ku ya herî mezin li welat e.

Hejmara tam a derketiyan û gihiştiyan bo balafirgehên Îraqê par 102,812 geştên sivîl bû.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Ji bo hêsankirina geştyarî û hewafirîyê, ez pêşniyar dikim ku em vîzayê ji biyanîyan re hêsan bikin yan bila vîza neyê xwestin ji piranîya welatên ku welatîyên wan dixwazin serdana Îraqê bikin. Bi vî awayî, herwiha derbasbûna Îraqîyan bo van welatan jî dê hêsantir bibe. Wezîrê Derve yê Îraqî û berpirsyarên Îraqî derbarê vê de nafikirin ji ber ew û malbatên xwe welatîtîya biyanî bi wan re heye. Ez dizanim tu dê bersiv bidî ku nêzîkatî divê beramber be bi dewletên ku destûrê didin Îraqîyan ku bê vîza derbasî wan bibin. Lê belê, em ne weke dewletên din in; divê em nerm bin daku em karibin bigihin asta welatên din.

BERSIV BIDE