Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Nişteciyên Rawayê bajar ji hemû paşmayiyên DAIŞê xilas dikin

Xalid Ta'î

Desthilatdariya xwecihî ya Rawayê bi nişteciyan re kar dike da ku bajar ji hemû şûnpêyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) paqij bike. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Rêveberiya Şaredariya Enbarê]

Desthilatdariya xwecihî ya Rawayê bi nişteciyan re kar dike da ku bajar ji hemû şûnpêyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) paqij bike. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Rêveberiya Şaredariya Enbarê]

Ji dema ku hêzên Iraqî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ji bajarê Rewayê li rojavayê Enbarê di 17ê Mijdarê de derxistin ve, niştecî kar dikin da ku hemû şûnpêyê ku dagîrkirina rêxistinê tînin bîra mirov rakin.

Di 24ê Kanûna Yekem de, bajar dest bi kampanyayeke giştî kir da ku hemû cihên navdar ên ku bi nîşana DAIŞê hatibûn nîşankirin pak bikin û kolanan ji hemû nîşanên şer paqij bikin.

"Destpêkê rêveberiya xwecihî niştecî vexwendin da ku di kampanyayê de beşdar bibin ji bo ku jiyanê vegerînin bajar," qayimeqamê Rawayê Husên Elî ji Diyaruna re got.

Bersiva lezgîn û berfereh zêdetirî hemû pêşbîniyan bû, wî got.

"Dema ku vexwendin hat şandin, gelek welatî hatin da ku alîkariyê bikin, wan [amûrên giran] anîn û destpê kirin ku bi tîman re kar bikin," wî got.

Wan hemû belavok û nîşanên propagandayê yên DAIŞê, yên ku li ser dîwaran hatibûn leziqandin ligel alên wê, alên ku li kolanan hatibûn danîn û li ser avahiyên hikûmetê hatibûn hildan rakirin, wî got.

Li ser nivîsên li ser dîwaran hat xêzkirin, û kortên ku ji ber bombeyên bidestçêkirî çêbûbûn hatin dagirtin û kolan ji moloz û bermayiyên şer hatin paqijkirin, Elî got.

"Em dixwazin van hemû nîşanên ku serdema tarî ya ku bajarê me têre derbas dibû tînin bîra me rakin," wî got.

Bombeyên bidestçêkirî: "Mîrata terorîstan a herî giran e"

Xwebexş û karmendên sektora giştî bi hev re kar dikin da ku molozên avahî û malên hilweşandî li taxên niştecihbûnê rakin, di nav wan de taxên Rawa Cedîda, Rawa Qedîme, Qela û Selam.

"Stûnên kehrebeyê hatin vegerandin piştî ku niştecî di danîna têlan de beşdar bûn," Elî got.

Endamên heşda êlî yên ku rahênana guncan wergirtine xwebexş kar dikin da ku bombeyên bidestçêkir û malên bombekirî bêfitîl bikin, wî got.

Ev teqemeniyên ku mane "mîrata terorîstan a herî giran e" û astengiya herî mezin e li pêşiya vegera awareyan bo malên xwe, wî got.

"Me pûçkirina 13 malên bombekirî bidawî kir, lê hîn gelek malên ku guman heye ku bombe di wan de ne hene," wî got.

"Tê texmînkirin ku herî kêm 200 malên bombekirî hene û ew sedema xeterê ne ji xelkê re," endamê encumena parêzgeha Enbarê Ezal Fehdawî got.

Kampanyaya ji bo xilasbûn ji nîşanên DAIŞê "redkirin û tolhildana nişteciyan ji terorîstan û daxwaza wan ku di aştiyê de bijîn," nîşan dide û xwesteka wan da ku di nûavakirina bajarê xwe de beşdar bibin eşkere dike, wî anî ziman.

"Ev erkê me ye"

"Rakirina şopa tilîyên DAIŞê gaveke baş e," Şêx Ebdula Cuxêfî, serkirdeyekî êlî li Hedîsayê û serokê Ehrar Firat, got.

Aspekta herî girîng di vê beşdarbûna xwebexş a giştî de biryardayîna nişteciyan e ku rûpela terorîzmê bitewînin," wî ji Diyaruna re got.

Xelk bi çalakî di hewldanan de beşdar dibin da ku bajarê xwe paqij bikin, weke nîşanekê ji pêngaveke nû ji karê komî û alîkariyê re da ku aramiyê qayim bikin, wî got.

Xizmetên bingehîn hedî hêdî vegeriyane Rawayê û rewşa ewlekariyê li wê derê qayim û aram bûye, wî got.

Qasim Mihemed, nişteciyekî Rawayê ye ku di kampanyayê de beşdar bû, ji Diyaruna re got ku ew serbilind e ku di hewdanên rakirina hemû şûnpêyên DAIŞê de beşdar dibe.

"Ev erkê me ye," wî got. "Em ji terorîstan xilas bûn û aniha em dixwazin ku ji her tiştê ku têkiliya wan bi DAIŞê re heye xilas bibin."

"Divê trajediyên ji aliyê terorîzmê ve hatin serê me, me han bidin ku em hemû berhengariyan derbas bikin û nûavakirinê bikin," wî got. "Aniha rê ji me re rastkirî ye da ku em xizmeta bajarê xwe bikin."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500