Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Iraqî li 30 gundên Hewîca li paşmayiyên DAIŞ digerin

Xalid Taî

Wêneyeke ku 18ê Cotmeha 2017an de hat girtin, awareyên Iraqî nîşan dide, yên ku ji Hewîca di 2014an de reviyabûn Kerkûkê, ku siwarî otombîlan in dema ku vedigerin Hewîca piştî ku bajarok ji aliyê hêzên Iraqî ve hat kontrolkirin. [Ehmed Rubeyî]

Wêneyeke ku 18ê Cotmeha 2017an de hat girtin, awareyên Iraqî nîşan dide, yên ku ji Hewîca di 2014an de reviyabûn Kerkûkê, ku siwarî otombîlan in dema ku vedigerin Hewîca piştî ku bajarok ji aliyê hêzên Iraqî ve hat kontrolkirin. [Ehmed Rubeyî]

Hêzên Iraqî paqijkirina 30 gundan li Hewîca û derdorên wê li rojavayê parêzgeha Kerkûkê ji çekdarên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ên reviyayî, Wezareta Berevaniyê roja Pêncşemê (4ê Kanûna Duyem) ragihand.

Kampanyaya, ku roja Çarşemê destpê kir, armanca wê dûvçûna şaneyên DAIŞ e û destdanînê li ser depoyên çekên wan û veşargehên wan.

Di nav gundên ku lêgerîn li wan hat kirin Elî Sultan, Hesen Sabih, Sebtî Hemîd, Rafiyat, Qerab, Seyid Hesûn, Hawayic, Werdiya û Şecera bûn, daxuyaniyeke wezaretê got.

Yekîneyên ji Firqeya Zirxkirî ya 9ê di operasyona lêgerînê de beşdar in li kêleka zilamên êlan, û bi hevahengiya ligel xelkê xwecihî.

"Devera armanckirî di vê operasyonê de Hewîca û gundewarê wê ye û gundinan lixwe digre ku zeviyên berfireh in," endamê encumena parêzgeha Kerkûkê Maan Hemdanî ji Diyaruna re got.

Ew ji aliyê cografî ve tevlî deverinên din li Kerkûkê dibe, weke Dibs û Daqûq, ligel sînorên îdarî yên parêzgehên cîran, wî got.

"Terorîst rûbera berfireh ji deverê istixlal dikin ligel rastiya ku hinek gund ji xelkê xwe vala ne ji ber awarebûna wan di dema kontrola DAIŞ de," Hemdanî got.

Wî got ku endamên DAIŞ ên ku hîn li deverê veşartî ne "take paşmayiyên grûpê ne, ku bi awayekî veşartî ji cihekî diçine cihekî din di qeflên biçûk de ji du yan sê kesan, ku operasyonên sînordar pêk tînin û piştre direvin".

Êrîşên cudacuda yên vê dawiyê li dijî sivîlan û tîmên serbazî li Hewîca bûn sedema ku hêzên Iraqî bicihbûna xwe xurtir bikin û dewriyên xwe û xalên kontrolê zêde bikin di lêgerîna li tawanbaran de.

Hemdanî got ku ew di têkiliyeke rojane de ye ligel xelk û kesayetiyên Hewîca, yên ku "piştrast dikin ku rewşa ewlekarî aram e, û aram bû heta berî destpêkirina kampanyaya ewlekarî jî".

"Ev kampanya dê bi yekcarî hemû şaneyên DAIŞ ên mayî li deverê jinav bibe," wî got.

Ew dê herwiha xelkê ligel amalbatên aware yên ku dixwazin vegerin malên xwe dilrehet bike, wî got jî.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Ez dixwazim tevlî artêşa Îraqê bibim

BERSIV BIDE