Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Îraqî sînorê Trêbîl di rûyê rêwiyan de vedike

Ala Husên li Bexdayê

Wezareta Veguhestinê ya Îraqî destûr da wesayitan ku geşteke nû ji rêwiyan bibin dergehê sînorî yê Trêbîlê bi Urdunê re. [Wêne ji Wezareta Veguhestinê hatiye wergirtin]

Wezareta Veguhestinê ya Îraqî destûr da wesayitan ku geşteke nû ji rêwiyan bibin dergehê sînorî yê Trêbîlê bi Urdunê re. [Wêne ji Wezareta Veguhestinê hatiye wergirtin]

Wezareta Veguhestinê ya Îraqî careke din cadeya navdewletî ya Bexdayê û Emanê dighîne hev bi rêya dergehê sînorî yê Trêbîl di rûyê rêwiyan de vekir.

Cade û dergehê sînorî bi Urdunê re di rûyê rêwiyan de hatibû girtin ji dema ku "Dewleta Îslamî" (IDAIŞ) dest danî ser navçeyê, lêbelêbi awayekî ne tam di dawiya Tebaxê de hat vekirin.

Cade, ku ji Bexdayê ta bi dergehê sînorî yê Trêbîl dirêj dibe di Felûca, Remadî û biyabana rojavayî ya Enbarê û bajarokê Rutbayê re, weke yek ji xeternaktirîn rêyê li welat dihat naskirin.

Navê "cadeya mirinê" lê hat kirin piştî belavbûyîna revandin, reşkujî, talankirin û rêgirtin li ber otombîlan bi dirêjahiya rê.

Hêzên Îraqî bi dirêjahiya rêya navdewletî ya diçe dergehê sînorî yê Trêbîlê bi Urdunê re cih digrin, li cihê ku berê wekî "rêya mirinê " dihat naskirin. [Wêne ji Şana Çapemeniya Cengî hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî bi dirêjahiya rêya navdewletî ya diçe dergehê sînorî yê Trêbîlê bi Urdunê re cih digrin, li cihê ku berê wekî "rêya mirinê " dihat naskirin. [Wêne ji Şana Çapemeniya Cengî hatiye wergirtin]

DAIŞ çendîn vîdyoyên kiryarên terorî yên çekdarên xwe yên ku li ber rê encam dan belav kirn, ku tê de nîşan didin çawa elementên wê rêwiyan ji otmbîlan peya dikin û wan dikujin.

A herî hovane ji van vîdyoyan kuştina lîderê berê yên rêxistinê, Şakir Wihêb, sê ajokarên lorîyên yên Sûrî li ser cadeya navdewletî nîşan dide.

Wezareta Veguhestinê dîsan vekirina vê cadeyê ragihand wekî tekezkirinek li ser serkeftina hêzên Îraqî di ewlekirina deverê de û kontrolkirina tevahiya rêya 570-kîlometrî de.

Kompaniya Giştî ya Veguhestina Rêwiyan û Delegeyan a wezaretê geştîyên xwe bo Emanê di Trêbîlê re nû dest pê kir roja 21ê Kanûna Yekem, weke beşekî ji pilaneke baştirkirina veguhestina navdewletî û girêdayîna Îraqê bi dirawsêyên wê re.

Rêwîtiya pêşîn serkeftinek bû, piştî ku navgînên nû rêwî ji her du aliyan ve veguhestin, peyvdarê wezaretê, Salim Mûsa ji Diyaruna re got.

"Veguhestin dê dewam bike li ser vê xetê li gorî hewcedariya bazarê bêtir ji cedwelên diyarkirî û dewrî," wî got.

Mûsa da zanîn jî ku wezaretê hemû tedbîrên rêveberî û zagonî yên derbarê vaguhestina rêwîyan piştrast kirin, di nav de proseseke hêsantir a vîza, û hêzên ewlekariyê beşê xebata xwe ber serî bi awayekî bihevreyî bo ewlekirina rêyê.

Vekirina rêyên zêdetir

Ligel dubare vekirina rêya Bexda-Trêbîlê, rêyeke din a ku ev sê sal bûn ji ber kiryarên terorî hatibû girtin nû hat vekirin di navbera Hedîsayê li Enbarê û Bêcî li Selahedînê.

Ev rê navenda Îraqî bi beşê bakûrî yê welat ve girê dide.

Rêya 150- kîlometrî di biyabanê re diçe ji bakurê Enbarê û başûr-rojavayê Selahedînê, û Gola Sersar, devereke ku DAIŞ carê ew weke kampeke perwerdekirinê ya girîng ji çekdarên xwe re bikar tanî, derbas dike.

Rê weke yek ji herî rêyên girîng yên parêzgehê tê hejmartin, endamên encumena parêzgeha Enbarê, Neîm Kiûd ji Diyaruna re got.

"Ew dikare weke rêyeke stratejî ji bo bazirganiyê û veguhestina tiştan ji bakur bo navenda Îraqê di Enbarê re wezîfedar be," wî got.

Wî got ku ji ber ku xaka Enbarê vekiriye û berfireh e, piraniya rêyan ne ewle bûn heta berîya ku DAIŞ were ser dikê jî, û gelek kiryarên talnkirinê, revandinê û terorî li wan diqewimîn.

"Bi dîsanvekirina piraniya van rêyan, hêzên ewlekarî yên zêdetir pêwîst in daku rêwî hertimî hest bi ewlehiyê bikin," wî got.

Wî got ku dewamkirina rêwîtiyên bejahî li Enbarê bi tenê ne elqedarî ewlehiyê ye, ya ku ta radeyeke mezin berdest bûye, herwiha pêdivî bi nûavakirina 120 piran, ku DAIŞ ew wêran kirine, heye.

Nûkirina rê divê berîtiyek be, wî da zanîn, ji ber ku ziyan digihe wê ji ber tevgera wesayîtên serbazî.

Xebatên bo ewlekirina deverên biyabanî

Ligel ewlekirina rêya bo Trêbîlê, hêzên Îraqî karîn bi kûrahî li biyabana hawîrdor pêş bikevin û deverê aram bikin, şarezayê ewlekarî, Sefa Asim, ji Diyaruna re got.

Wî got ku vê yekê dawiyek ji nerehetiyên di ewlehiyê de yên rêwî rastî dihatin anî, ew jî bi rêya vekirina rê di biyabana Enbarê re.

Rojinan beriya ku geşteyên rêwîyan bo Trêbîlê dewam bikin, hêzên ewlekariya Îraqî û heşda êlan operasyoneke 10-rojî li dar xistin, bi kûrahî ketin biyabanê de, û kontrola xwe avêtin ser asêgehên mayî yên DAIŞ.

"Kontrolkirina deverên biyabanî û parêzgehên din ên Îraqî ji dûr ve nema jêderekî nîgeraniyê ye ji hêzên Îraqî re, bi taybet li ber ronahiya xebatên Îraqê û hevpeymaniyê yên parastina asmanên herêmê," wî got.

Operasyonên serbazî û bordûmankirinên asmanî hemû bingeh, asêgeh, cihên imbarkirina çekan û navendên pijîşkî yên meydanî wêran kirin, wî got, û bi tenê şanên biçûk ên ji pênc heta heşt kesan mane.

"Ev tu xeteriyeke cidî li ser ewlehiya herêmê pêk nayênin," wî got.

Di heman demê de, artêşa Îraqî xebatên xwe çir dike bo veguhertin û têkdayîna torên raz ên tunêlên ku DAIŞ li biyabanê kolane li nêzî bajaran, gundan û rêyan.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500