Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Artêşa Îraqî li Enbarê li dûv tunelên DAIŞ diçe

Xalid Taî

Hêzine Îraqî tunelekî pişkinîn dikin ku tê gotin ji aliyê "Dewleta Îslamî" ve li bajarokê Xalidiyê yê Enbarê hatibû bikaranîn, di 1ê Tebaxa 2016an de. Artêşa Îraqî vê dawiyê hewlên xwe zêde kirine ji bo lêgerin û wêrankirina tunelên DAIŞ ên mayî li parêzgehê. [Ehmed Rubeyî/AFP]

Hêzine Îraqî tunelekî pişkinîn dikin ku tê gotin ji aliyê "Dewleta Îslamî" ve li bajarokê Xalidiyê yê Enbarê hatibû bikaranîn, di 1ê Tebaxa 2016an de. Artêşa Îraqî vê dawiyê hewlên xwe zêde kirine ji bo lêgerin û wêrankirina tunelên DAIŞ ên mayî li parêzgehê. [Ehmed Rubeyî/AFP]

Artêşa Îraqî hewlên xwe zêde dikin ji bo destnîşankirin û wêrankirina torên veşartî ji tunelên ku ji aliyê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ve li rojavayê Enbarê hatibûn kolan.

Hêzên ewlekariyê karîn ku hejmareke mezin ji tunelan destnîşan û wêran bikin, lê li gorî berpirsekî xwecihî, hîn gelek li biyabana rojavayî ya parêzgehê mane ku hîn nehatine dîtin.

Ev hewldan tên di demekê de ku hêzên Iraqî yên hevbeş tedbîrên ewlekarî zêde kirine ji bo rêgirtin li hewlên xwedizekirinê yên DAIŞ li aliyê sînorê rojavayî yê welat bi Sûriyê re.

Di demekê de ku DAIŞ rojavayê Enbarê kontrol dikin, endamên wê gelek tunelên veşartî dikolan li nêzîkî bajar, gund û rêyên sereke, qayimeqamê Rutbayê, Îmad Mişael Dulêmî ji Diyaruna re got.

"Xuya bû ku ew beşek ji planên rêxistinê yên pêşerojê bûn, piştî ku şer bidawî bibe," wî got, anî ziman ku tunel hatibûne avakirin "ji bo peydakirina veşargehên ewle ji endaman re ku xwe nûorganîze bikin û êrîşine bilez li ser armancên nêzîk pêk bînin".

Dilêmî got ku hêzên Îraqî gelek veşargehên wisa dîtin di dema operasyonên rizgarkirinê de û hinek ji wan bi rêya bombebarankirina asmanî wêran kirin, li ser bingeha agahiyên istixbaratî.

Lêgerîna li tunelan zêde dibe

Piştî vegerandina bajarê Ekaşat ku nêzîkî sînorê bi Sûriyê re ye di naverasta Îlonê de, Firqeya 1ê ya artêşa Îraqî tuneleke 800-metrî wêran kir ku mezin bû heta asta ku bihêle mirov bikaribe tê de rawestiyayî be, wî got.

Dulêmî got ku tunel, ku 25 metiran derveyî bajar e, hatibû kolan li newalekê û bi awayekî hatibû nepenîkirin ku dihişt zehmet be ku were dîtin.

Wî got ku berî kêmtirî ji mehekê, hêza asmanî ya Îraqîveşargeheke binerdê ya din li biyabana başûrê Rutbayê wêran kirku xizmet dikir weke maleke ewle ji bo depokirina çekan û amadekirina êrîşkarên xwekuj.

Dulêmî got ku hêzên artêşê niha lêgerîna li tunelên veşartî zêde dikin, bi hevahengiyeke xurt bi xelkê xwecihî re.

"Agahiyên me piştrast dikin ku gelek tunel û veşargeh hîn veşartî ne," wî got. "Em hêvîdar in ku hêzên ewlekarî bilez wan bibînin û êrîşî wan bikin."

Hevdem, wî got, hewlên ewlekarî yên çalak gelekî aramiya li Rutbayê xurt kirin.

"Me tu êrîşeke terorîst bo çendîn mehan tomar nekiriye, tenê hinek operasyonên biçûk hene, û heta ev jî vê dawiyê nemane," wî got.

"Rewş li bajarê me bi giştî baştir dibe."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500