Nûçeyên Iraqê
Penaber

Krîz gurtir dibe bi reva bi hezarên malbatan ji Idlibê

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Malbatên ku ji gundewarê başûrê Idlibê direvin digihin derdora bajarê Idlibê. [Wêne ji Heysem Idilbî hatiye wergirtin]

Malbatên ku ji gundewarê başûrê Idlibê direvin digihin derdora bajarê Idlibê. [Wêne ji Heysem Idilbî hatiye wergirtin]

Karesateke mirovî nêzîk dibe, çalakvanên Sûrî ji Diyaruna re hişyariyê didin, di demekê de ku bi hezaran ji gundewarê başûrê idlibê direvine beşên bakurî ji parêzgeha li jêr bombebarankirineke tund.

Rejîma Sûriyê û hevalbendên wê bombebarankirin û êrîşên asmanî zêde kirine, û karîne di erda li jêr destê opozîsyonê de pêş bikevin, wan got.

Topbarana tund ji gundên başûrê Idlibê û rojhilatê Hemayê re xelkê xwecihî - û kesên li kampên awarebûnê -- neçar kirin ku birevine deverên ewle, çalakvanê medyayî yê li Idlibê Heysem Idlibî got, ku bernavek bikar anî ji ber selametiya xwe.

Xelkê gelek gundan reviyane ji tirsa ji pêşketina rejîmê yan ji tirsa armancgirtina wan ji êrîş û topbaranê, wî ji Diyaruna re got.

Dûyê topbaranê ji bajarokekî li gundewarê başûrê Idlibê bilind dibe. Piraniya xelkê ji deverê reviyane ji ber topbarana tund û êrîşên asmanî ji aliyê rejîma Sûriyê û hevalbendên wê ve. [Wêne ji Heysem Idilbî hatiye wergirtin]

Dûyê topbaranê ji bajarokekî li gundewarê başûrê Idlibê bilind dibe. Piraniya xelkê ji deverê reviyane ji ber topbarana tund û êrîşên asmanî ji aliyê rejîma Sûriyê û hevalbendên wê ve. [Wêne ji Heysem Idilbî hatiye wergirtin]

Top li kamyonekê ketin li bajarokê Seraqib ê Sûriyê ku wê kamyonê kesên aware ji devera başûrê Idlibê vediguhestin. [Wêne ji Heysem Idilbî hatiye wergirtin]

Top li kamyonekê ketin li bajarokê Seraqib ê Sûriyê ku wê kamyonê kesên aware ji devera başûrê Idlibê vediguhestin. [Wêne ji Heysem Idilbî hatiye wergirtin]

Herî kêmheft sivîl, di nav de pênc zarok, roja Sêşemê(2ê Kanûna Duyem) hatin kuştin di êrîsên asmanî de li parêzgeha Idlibê.

Şer berî nêzîkî hefteyekê tund bû, ku rejîm daxwaza xwe bi pêşketinê ber bi Idlib ve ragihand.

Koçberiyeke komî ji bajarokinan li devera Sincar û bajarokên Mehirşûrîn, Cercenaz, Sikeyat, Muşeyrifa Şemaliya, Tel Exer, Tel Mereq, Wadî Şehrûr, Nasiriya û Tel Emara, ligel hinekên din heye.

Idlibî texmîn kir ku heta niha herî kêm 8,000 malbat reviyane, ku ev hejmar rojane gelekî zêde dibe.

"Hinek li deverên zuha û zeviyên li bajarê Idlibê û deverên dûr li bakur û rojhilatê wê dijîn," wî got, "û piraniya wan li çolan mane."

"Rêxistinên mirovî yên xwecihî nikarîne alîkariyê bikin ji ber hejmara mezin a awareyan û kêmbûna wext," Idlibî got.

Gelek li derve li ber sermayê ne

Wî got ku gelek sivîl hatine neçarkirin ku ji deverekê biçin devereke din piştî ku balafirên şer ên rejîmê li wan deverên ku gihanê xistin, weke Maaret Numan û deverên derodra wê, Seraqib, Çiyayê Şehişbû û Çiyayê Zawiyayê.

Wî da zanîn ku xelkê deverê hewl didin ku alîkariya awareyan bikin li gorî karînên xwe yên kêm.

"Bi dehên malbatan li avahiyên vala, kozikan û kargehên vala bicih bûne," Idlibî got.

Çadirên ku hatine danîn carinan pênc malbatan dihewînin, wî got, û hinek komgeh bûne weke kampine nû, weke kampa nêzîkî Wadî Obêd, ku hatiye binavkirin kampa Ferec (Rizgarbûn).

dlibî got ku hinek aware gihiştine sînorê Turkî-Sûrî li devera Etme û rêveberiya kamê li deverê haj wan dimîne.

Wî got ku lê piraniya wan hîn li çolê ne, û bi hewceyî pêdiviyan in weke çadir, doşek, betaniyên hirî, alavên germkirinê û sûtemeniyê.

Sebetên hawarçûnê pêdiviyeke din in ji xelkê aware re, wî got jî, ji ber ku piraniya wan bilez ji deverên xwe reviyane, bêyî ti xwarin an jî hewcedariyên sereke.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500