Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Îraq da ku hêleborîyên neftê ji bermayîyên DAIŞê biparêze

Xalid Taî

Karkerên Îraqî hêleborîyên neftê yên zirardîtî li rojavayê parêzgeha Kerkûkê saz dikin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Kampanîya Nefta Bakur hatiye wergirtin]

Karkerên Îraqî hêleborîyên neftê yên zirardîtî li rojavayê parêzgeha Kerkûkê saz dikin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Kampanîya Nefta Bakur hatiye wergirtin]

Îraq plan dike ku teknolojîya çavdêrîyê ya herî nûjen belav bike daku hêlêboryên neftê yên ku nefta xav û berhemên petrolê yên din diguhêzin ji xirabkirin û dizîyê biparêze, berpirsyaran ji Diyaruna re got.

Wî got ku tevgera hikûmetê beşeke ji zincîreke ji tedbîran daku nehêle bermayîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) samanên dewletê bikin armanc yan jêderekê ji qezencan re veke.

"Hêvê heye ku proje dê di çarîya yekem ji sala nû dest pê bike, piştî ew gihane lihevkirinan bi kampanîyên têkildar re," berdevkê wezareta neftê, Asim Cihad, ji Diyaruna re got.

Wî got ku proje dê teknolojîya herî pêşketî pêşkêş bike da ku bihêle çavdêrîyeke baştir ji hêleborîyên guhestina nefta xam û berhrmên petrolê re were pêkanîn, hêleborîyên ku bi dirêjahîya hezar kîlometran e.

"Dê sîstemeke parastinê ya teqezkirî hebe, ya ku kamerayên herî nûjen û balafirên bê balafirvan di nav xwe de bihewîne, zêdeyî vê yekê alavên sehkirinê yên ji dûr ve da ku tavilê çi bipêkirin li ser hêleborîyên neftê hebin kifş bike," wî anî ziman.

Planek bo parastina hêleborîyên neftê

Wezîrê Neftê Cebar Elî Lueybî hêza berpirsyar ku enerjîyê biparêze û kompanîyên neftê yên niştimanî sipastine ku planekê ji bo parastina hêleborîyan li seranserê welat biparêzin, bi taybet li wan deverên rizgarkirî.

"Operasyonên firoştina neftê bi qaçaxî ji alîyê DAIŞ ve rawestiyan piştî ku rêxistin têk çû û hemû deverên li jêr kontrola wan hatin rizgarkirin," Cihad got.

"Îro em hewl didin ku em tedbîrên xwe yên parêzdar qayim bikin da ku em çi hewldaneke terorîst ku hewl dide nefta Îraqê bi qaçaxî bifiroşe, bidize yan hêleborîyên wê xirab bike vala derxin," wî got.

Aniha Wezareta Neftê kar dike da ku hêleborîyên neftê û hemû projeyên neftê yên bi awayekî neyînî ji alîyê DAIŞ bandor li wan bû careke din saz bike, Cihad got.

Tevî berhengarîyan, yên ku mayînên erdê û teqînên bidestçêkirî yên ji alîyê DAIŞ ve hatin çandin di nav xwe de dihewîne,"em pêşketineke baş pêk tînin da ku em binesazîyên xwe yên enerjîyê ji nû ve ava bikin", wî got.

"Me gelek hêleborî û stasyonên enerjîyê di zûtirîn dem de saz kirin û ji nû ve vekirin," wî anî ziman. "Em di erkekî de ne da ku em sektorê neftê nû ava bikin û pêş bixin di çarçoveya stratîjîya xwe ya niştimanî ji bo pêşxistin û nûavakirinê de."

Gefa DAIŞ heta astekê hatiye dorpêçkirin

Di dema borî de, firoştina nefta xam û ya parzûnkiriî bi qaçaxî jêdereke sereke bû ji mûçeyên DAIŞ re.

Lê operasyonên firoştina neftê bi qaçaxî di nîvê sala 2015an de kêm bûn, dema hevpeymanîya navdewletî dest pê kir li kerwanên saricên DAIŞ da, ji ber ku rêxistin ji deverên bi neftê zengîn hat derxistin, cihê ku stasyonên enerjîyê yên sereke lê ne.

xirabkirina hêleborîyan û dizîya neftê heta asteke bilind kêm bû, lê gef bi awayekî tam nehatiye rakirin, berpirsyaran got.

"DAIŞ li Îraqê nemaye, lê ev nayê wateya ku komên razayî yên hêleborîyên neftê dikin armanc nemane," aborînas Besam Cemîl Enton ji Diyaruna re got.

"Dibe ev [şan] xwe bispêrin xirabkirinê da ku nehêlin nefta xam biherikê yan operesyonên firoştina neftê bi qaçaxî bikin da ku operesyonên xwe yên di çarçoveyin piçûk de temwîl bikin," wî got.

Qayimkirina ewlekarîyê li derdora hêleborîyan "gaveke erênî ye da ku tu derfetê nedin terorîstan ku aborîya welat lawaz bikin yan jêderekê ji bo temwîlkirinê vekin," Enton got.

Kiryarên hikûmetê "ji bo parastina destkeftîyên me li dijî DAIŞê pêk anîn girîng in", paerlementerê Îraqî Zahir Ubêdî , yê ku komîteya parlementerî ya neft û enerjîyê de kar dike, got.

Berdewamkirin, dê girîng be ji bo Îraqê da ku teknolojîya nûjen bi kar bîne da ku "çavdêrîya hêleborîyên neftê û binesazîyan bike û wan ji êrîşên terorîst ên rûxîner û dizî û firoştina bi qaçaxî biparêze," wî ji Diyaruna re got.

"Hikûmet mecbûr e ku tedbîrên parêzerî bike yên ew dibîne guncan in daku nefta me ya yedek biparêze ku bikeve destên terorîstan yan destûrê bidin wan ku aramîya vî sektorî lawaz bikin yan zererê bigihînin wî," Ubêdî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500