Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Tehrîr el-Şam kolanan li firoşkaran li kolanan qedexe dike li Idlibê

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Endamên Tehrîr el-Şam dikaneke ku ji alîyê firoşkarekî ve li Idlibê dihat bikaranîn rakirin di vê kampanyaya serkutkirinê ya dawî de. [Wêne ji Miseb Esaf hatiye wergirtin]

Endamên Tehrîr el-Şam dikaneke ku ji alîyê firoşkarekî ve li Idlibê dihat bikaranîn rakirin di vê kampanyaya serkutkirinê ya dawî de. [Wêne ji Miseb Esaf hatiye wergirtin]

Bêtir ji 150 malbatan li bajarê Idlibê bê dahat in ji dema ku Tehrîr el-Şam dikanên wan li hin kolanan rakirin û nehişt firoşkarên kolanan karê xwe bikin, niştecîyên xwecihî ji Diyaruna re gotin.

Wan got ku birêveberîya xwecihî destûr daye wan firoşkaran bi mercêku ew hinek şertan pêk bînin.

Lê hevbendîya tundrû, ya ku Enîya Nusrayê ya berê serwerîya wê dike, karê birêveberîyê berî demekê gîro kir.

Çalakvanan got ku sedema sereke ya li pişt vê biryarê ew e ku firoşkaran red kir tu bacan bidin Tehrîr el-Şam.

Pasvanên Tehrîr el-Şam roja Duşemê (1ê Kanûna Duyem) dest pê kirin dest danîn ser hemû kel û pelên firoşkarên kolanan û yên xwedîyê dikanan li Idlibê, medyavanê xwecihî Miseb Esaf, ê ku kodnavekî bi kar tîne daku jîyana xwe biparêze, got.

"Prose roja Sêşemê bi dawî bû bi destdanîna li ser hemû dikanên demkî û girtina hejmarek ji firoşkaranên ku hewl dan ku li dijî endamên hevbenîyê rawestin," wî ji Diyaruna re got.

"Firoşkar xelkên feqîr û hejar in, û tu jêderên wan ên dahatê yên din tune ne," wî got.

Hin ji wan vî karî ji berî çend salan ve dikin, wî anî ziman lê hinek din kesên bêwar in, û hemû mulkên wan ji dest wan çûne.

Wî got ku hevbendîyê ev tedbîr kirin piştî forşkaran red kir bacên ku wê li ser wan ferz kirin bidin, wî not kir ku ew ji ya xwe nayê xwarê, ew hewl dide pereyan bi çi awayê gengaz be bi dest bixe ji ber jêderên wê kêm bûne.

hewldanek bo sepandina kontrolê

Mihemed Xalid, bêwareke ji gundewarê Dêrazorê, yê ku weke firoşkarekî ku li kolanan kar dikir, ji Diyaruna re got ku wan roja Sêşemê dest danîn ser hemû kel û pelên wî difroştin.

Li gorî Xalid, hevbendîyê angaşt kir ku wê kampanya pêk anî daku çalakîya firoştina li kolanan ya ne organîzkirî qedexe bike û kolanan ji kişkan paqij bikin.

Lê sedema rast, li gorî gelek firoşkaran ew e ku piranîya wan red dikin ku bi ya wan bikin daku bacan weke dikanên din bidin.

Xalid got ku ev yek ne gengaz e, ji ber firoşkarên kolanan rêjeyeke gelekî kêm qezen dikin û nikarin bacên hevbendîyê ferz kirine bidin.

"Hevbendîyê dijberîya ku firoşkaran cihên xwe li bazarê guhertin kir, piştî wan hemû agahîyên wan ên kesane bi dest xistin, daku karê wan bi awayekî tam rawestînin yan ew dê rastî ciza û xerameteke darayî werin," Xalid got.

Wî got ku di rêya Hikûmeta Felatê ya Niştimanî "ya ku nû hat sazkirin", ya hewl dide kontrola xwe li ser deverê ferz bike, hevbendîyê hemû biryarên îdarî yên ku ji alîyê birêveberîya xwecihî ya berê ve hatin sazkirin betal dike.

Di nav de destûr ji firoşkaran re li jêr şertine taybet, ên ku girêder in ku li deverine destnîşankirî kar bikin, paqijîyê biparêzin û bi nirxan nelîzin di nav xwe de dihewînin, wî şirove kir.

Weke encam ji biryara hevbendîyê re, Xalid got, "malbatên 150 firoşkarên kolanan aniha bê dahat in, ji ber nanderên wan bêkar in".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500