Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî piştî êrîşên DAIŞ li Hewîcayê bicih dibin

Xalid Taî

Polîsên Îraqî çemekî derbas dikin ji bo rizgarkirina bajarê Hewîca ji "Dewleta Îslamî". [Wêne ji Fermandariya Polîsê Federal ê Îraqî hatiye wergirtin]

Polîsên Îraqî çemekî derbas dikin ji bo rizgarkirina bajarê Hewîca ji "Dewleta Îslamî". [Wêne ji Fermandariya Polîsê Federal ê Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî hebûna xwe li û derdora bajarê Hewîca li parêzgeha Kerkûkê zêde kir ji bo derxistina şanên mayî yên çekdarên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ), berpirsan ji Diyaruna re got.

Çekdarên DAIŞ êrîşine cudacuda li bajar pêk anîn di hefteyên borî de.

"Hêzên ewlekarî bi piştgiriya şervanên êlî bicihbûna xwe ya serbazî li Hewîca û derdora wê xurtir kirin," parêzgarê Hewîca Sebhan Cibûrî got.

Wan careke din operasyonên lêgerînê pêk anîn ji bo girtina paşmahiyên DAIŞ, ku giranî dane gundên çandiniyê yên dûr, wî ji Diyaruna re got.

Operasyonên paqijkirinê berdewam in

"Hewlên paqijkirinê tên bicihkirin bi rêya bikaranîna agahiyên istixbaratî yên berdest li deverên ku çekdar li wan çalak in û xwedizekirinên ewlekarî li wan çêbûne," Cibûrî got.

Hewîca gelek navçeyan dihimbêze, di nav de Riyad, Reşad û Ebasî, li ser rûbereke nêzîkî 18,000 kîlometran.

Kendukoza deverê veşargehekê ji çekdaran re peyda dike, ji ber ku gelek dever hene ku xwe li newalên wê û bi dirêjahiya rexên çem, ku li wir gelek nemame hene, li wan veşêrin.

Li gorî Cibûrî, paşmahiyên DAIŞ "hewl didin ku kendukozê kedxwarî bikin ji bo pêkanîna êrîşan" daku nîşan bidin ku hîn hebûna wan li deverê heye.

Hêzên Îraqî DAIŞ li Hewîca şikand, wî got,Bajar di 5ê Cotmehê de kontrol kir di "operasyoneke rizgarkirinê ya bilez û bikwalîte de".

"Hejmareke kêm ji van terorîstan karîn birevin û xwe ji ber çavan veşêrin," wî got, anî ziman jî ku ew aniha êrîşan û terorkirinan li wan deverên ku ewlekarî li wan lawaz e pêk tînin.

Cibûrî got ku ev dever gundên navçeya Zabê li rojavayê Hewîca ligel girên Hemrîn li xwe digrin.

Kêmî 100 çekdarên mayî yên DAIŞ

"Hîn şanine biçûk ên DAIŞ yên veşartî li deverên sext mane," fermandarê meydanî yê heşda êlî ya Hewîca, Selah Rezûqî, ji Diyaruna re got.

"Agahiyên me piştrast dikin ku terorîstine veşartî hene li deviyên nêzîkî çemên Xesa û Zuxeytûn (li başûrê Hewîca) û li Wadî Ebû Xencer û deverên dûr li rojavayê Hewîca," wî got.

Wî got ku li gorî texmînan, kêmî 100 çekdarên DAIŞ li deverê mane.

"Karîna wan ku êrîşine mezin pêk bînin an jî bostekê ji erda rizgarkirî bibin tune ye, lê carinan operasyonên ji tengayî pêk tînin," Rezûqî got.

Wî got ku vê hefteyê eqîd Fadil Sebawî, serokê bingeha polîsan a gundê Şariya li navçeya Riyad, û serokê êla Cuheyş li Kerkûkê, Şêx Welîd Nûrî Cuheyşî, teror kirin.

Hêzên ewlekarî êrîşeke ku ji aliyê çekdarekî ve hat encamdan li nêzîkî Wadî Ebû Xenacir pûç kirin, û hejmareke mezin ji encamderan kuştin.

"Piştî van êrîşên dawî, operasyonên nobedariyê û yên çavdêriyê hatin zêdekirin," wî got. "Em dikarin herkesî dilniya bikin ku deverên me bi penceyeke hesinî kontrolkirî ne, û em dê hemû şaneyên DAIŞ bi temamî jinav bibin."

"Mesele hatiye mezinkirin"

Piştî van êrîşan, hinek medyayan raporin belav kirin ku îdia kirin ku DAIŞ "plan dike ku careke din Hewîca kontrol bike" û ku wê dest bi xwedizekirinê bo gundewarên bajar kiriye.

Van raporan mesele mezin kiriye, Rezûqî got, anî ziman jî ku di daxuyaniyekê de di 26ê Kanûna Yekem de, Şanea Medyaya Cengî ev raport red kirin û hişyarî dan dezgehên medyayî derbarê "çêkirina sînaryoyên ku bandorê li ewlekariya niştimanî dikin".

Li gorî daxuyaniyê, hikûmet "mafê wê yê tam heye di dadgehkirina her aliyekî de ku hewl dide ku raya giştî şaş dike".

"Rewş li hemû deverên Hewîca aram e," endamê encumena parêzgeha Kerkûkê, Maen Hemdanî, ji Diyaruna re got.

Hêzên ewlekarî "li her derê li pey terorîstan dikevin û dê rê nedine wan ku ziyanê bigihînin serkeftina serbazî", wî got.

Hemdanî banga peydakirina xizmetguzariyên giştî li Hewîca û gundewar û gundên wê kir ji bo handana vegera xelkê aware.

"Berê nêzîkî 450,000 welatî li van deveran dijiyan, lê piraniya wan di hersê salên borî de aware bûne," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500