Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hemû hêzên Îraqî dikevin tevgerê de daku nehêlin DAIŞ bi dizî derbas bibe

Xalid Ta'î

Şervanine Îraqî nîşana serkeftinê dihildin ji navgîneke zirxî ya veguhestina leşkeran dema ku ew di biyabana rojavayî ya Enbarê re li nêzî sînorî bi Sûriyê re pêş diket roja 25ê Mijdarê bo jinavbirina bermahiyên "Dewleta Îslamî". [Ehmed Rubeyî/AFP]

Şervanine Îraqî nîşana serkeftinê dihildin ji navgîneke zirxî ya veguhestina leşkeran dema ku ew di biyabana rojavayî ya Enbarê re li nêzî sînorî bi Sûriyê re pêş diket roja 25ê Mijdarê bo jinavbirina bermahiyên "Dewleta Îslamî". [Ehmed Rubeyî/AFP]

Fermandariya Operasyonên Hevbeş ên Îraqî roja Çarşemê (3ê Kanûna Duyem) got ku "ew hemû karînên xwe yên leşkerî dixe tevgerê de" daku her derbasbûneke bi dizî ya "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ji xaka Sûriyê çepel bike.

Hêzên Îraqî "kontrola xwe ya mutleq disepînin" bi dirêjahiya sînorê bi Sûriyê re, berdevkê fermandariyê, Yehya Resûl, ji Diyaruna re got.

"Hêzên me yên artêşû Fermandariya Zîrevanên Sînor bi giranî bi dirêjahiya sînor û navçeyên li tenîştê bi cih bûne, bi piştevaniya asmanî," wî got.

Wî got ku dewriyên leşkerî û firên balefirên şer hatine destpêkirin, ûoperasyonên çavdêrîkirinê tên meşandin bi şêwazekî rêxistinkirî û bi hevahengiya di navbera hemû yekîneyan de.

"Hêzên me dav vedane û kemîn ji endamên DAIŞ re hazir kirine, kampanyayên lêgerînê li veşargeh û asêgehên wan ên raz re bê navber û rawestan tên berdewamkirin li ser sînor û li her cihî li welat," Resûl got.

Wî got jî ku hêzên li ser deverên sînorî bi Sûriyê re hewlên vedizînê yên milîtanan vala derxistin bi awayekî rojane û gelek ji wan girtin û kuştin.

"Em hemû karînên xwe yên leşkerî dikin tevgerê de bo ewlekirina sînorên xwe, bersivdayîna her hewleke terorîstan a derbasbûnê, û girtina rê berî derbasbûna wan," wî got.

Êrîşkarên xwekuj hatin çepelkirin

"Hêzên li ser sînorê Îraqî-Sûrî bicihbûyî erkên xwe bi karebûn û pîşeyîbûneke bilind performa nas dikin," endamên encumena parêzgeha Enbarê, Edhem Fehdawî roja Çarşemê ji Diyaruna re got.

Wî got ku roja Sêşemê, van hêzan hewleke mezin a vedizînê ya DAIŞ vala der xistin.

"Piştî wergirtina agahiyên hewalgirî yên hûrayî, wan karî nasnameya terorîstan, ên ku êlekên teqîner li xwe dikirin, destnîşan bikin, dema ku wan hewl da ku li ser pêyan ji xaka Sûriyê derbas bibin," Fedhawî got.

"Wan yekser 15 êrîşkerên xwekuj, ku ji wan re tê gotin 'inxîmasî' (yên ku xwe bi yekîneyên leşkerî de diteqînin) kuştin," wî got.

Hêzên hevbeş ên artêşê û Heşid hewleke vedizînê ya 15ê milîtanên DAIŞê li ser rêya wan ji aliyê Sûriyê bo gundekî Îraqî li nêzî Qaim kifiş kirin, alîkarê fermandarê operasyonên artêşê, eqîd Fadil Saedî ji Diyaruna re eşkere kir.

"Gule ji dûr ve bi ser wan de dibariyan, lêbelê pêşketin dewam kirin, vê yekê hêzên me gur kirin ku zêdetirî demjimêrekê bi wan re bikevin pevçûnan de ku hemû corên çekan tê de bikar anîn," wî got. "Hemû terorîst hatin kuştin piştî destêwerdana kopterên Îraqî bo rêgirtin li ber wan."

Vedizekeran hewl da ku "bigihin pêşîn gundê Îraqî li ser sînor daku yekîneyên artêşa Îraqî yên li wir qûnaxbûyî armanc bikin", Saedî got.

Prastina sînorî Îraqî

Fehdawî got ku "çend hewldanên ku dijmin di wan de bi ser neket ku di sînorê me re derbas bibe û ji xwe re cihekî çêbike berî hewldana bi dizî roja Sêşemê hebûn."

Wî anî ziman ku misogerkirina sînor û biyabanê bandora wê bi awayekî erênî li ser rewşa ewlekarîyê li Enbar û parêzgehên din li welat heye.

Ji çaxa îlankirina serkeftina dawî li dijî DAIŞ, di 9ê Kanûna Yekem ve ,tu binpêkirinên terorî me qeyd nekirine, ev tê wateya ku em ber bi alîyê rast ve diçin," wî got. "Hewldan di vî warî de destketinên baş pêk tînin."

Fehdawî anî ziman ku alîkarîya niştecîyên xwecihî bi yekîneyên berpirsyar re bo kontrolkirina sînor hêmaneke bingehîn e di piştgirîkirina van hewldanan de.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Di artêşa Îraqî de xwebexş bibin

BERSIV BIDE