Nûçeyên Iraqê
Perwerde

Xwendekarên Idlibê hebûna Tehrîr el-Şam protesto dikin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Xwendekarên Zanîngeha Helebê ya Azad radihêjin sorgevezan, ew redkirina xwe ji hewldanên Tehrîr el-Şam re daku kontrola xwe li ser zanîngeh tekez bike diyar dikin. [Wêne ji Mihemed Ekûş hatiye wergirtin]

Xwendekarên Zanîngeha Helebê ya Azad radihêjin sorgevezan, ew redkirina xwe ji hewldanên Tehrîr el-Şam re daku kontrola xwe li ser zanîngeh tekez bike diyar dikin. [Wêne ji Mihemed Ekûş hatiye wergirtin]

Wane li Zanîngeha Helebê ya Azad li gundewarê bakurê Idlibê hefteya borî hatin gîrokirin ji ber xwendekar derketin xwepişandinan li dijî hewldanên Tehrîr el-Şam daku kontrola xwe li ser Heleb û Idlibê berfereh bike, xwendekarine çalakvan gotin.

Xwendekarên ku bi Diyaruna re axivîn gotin ku karmend û fakulteyêm zanîngehê bi temamî piştgirîya hewldanên wan dikin daku li dijî desthilatdarîya hevbendîya tundrû rabin ser piyan, hevbendîya ku bi serdestîya Enîya Nusra ya Berê ye.

Xwendekaran roja Sêşemê (2ê Kanûna Duyem) biryar dan ku vegerin polên xwe, piştî wan misogerî ji hevbendîyê û ya jê re tê gotin Hikûmeta Felata Niştimanî wergirtin ku ew dê bi tu awayî destwerdanê di kar û barên îdarî û perwerdeyî de neke.

"Xwendekarên zanîngehê li Danayê, cihê ku ew dê protestoyê li dar bixin roja Sêşemê berî ku ew careke din vegerin refên xwe, piştî ku deh rojan wane hatin gîrokirin ji ber wan destwerdan red dikir," Mihemed Ekûş ji komîteya kar ya xwendekaran got.

Xwendekarên Zanîngeha Helebê ya Azad radihêjin sorkevezeke ku îlan dike ku zanîngeh di biryardayînê de serbixwe ye. [Wêne ji Mihemed Ekûş hatiye wergirtin]

Xwendekarên Zanîngeha Helebê ya Azad radihêjin sorkevezeke ku îlan dike ku zanîngeh di biryardayînê de serbixwe ye. [Wêne ji Mihemed Ekûş hatiye wergirtin]

Fakulte û xwendekarên Zanîngeha Helebê ya Azad piştivanîya hev dikin û didin xuyakirin ku ew li dijî ne ku zanîngeh ji derve were kontrolkirin. [Wêne ji Mihemed Ekûş hatiye wergirtin]

Fakulte û xwendekarên Zanîngeha Helebê ya Azad piştivanîya hev dikin û didin xuyakirin ku ew li dijî ne ku zanîngeh ji derve were kontrolkirin. [Wêne ji Mihemed Ekûş hatiye wergirtin]

Xwendekaran destwerdanên Tehrîr el-Şam red kirin, yên ku veguhestina avahîya zanîngehê ji bajarê Danayê li bakurê gundewarê Idlibê bo bajarokê Bişkatinê li rojavayê gundewarê Helebê dihewîne, wî got.

Herwiha wan hevbendî protesto kir ji ber berdana birêveberê zanîngehê, Yasîn Xelîfa û destnîşankirina Brahîm Hemûd li şûna wî.

Redkirina destêwerdana ji derve

Komin çekdar ên çekdarên Tehrîr Şamê girtine ser avahîya zanîngehê û sicilên mezin ên kaxezên fermî yên girêdayî perwerdeyê û belgeyên nasnameyên xwendekaran birin, Ekûş got.

Herwiha wan qiflên derîyên hemû fakulteyan guhertin û kilît xistin destên endamên Tehrîr el-Şam de li hundirê zanîngehê, wî got.

Kiryarên ya jê re tê gotin "hikûmeta felatê" armanc dikin ku desthilatdarîya xwe û ya hevbendîyê li ser zanîngehê berfereh bike, zanîngeha ku serbixwe bû ji çaxa damezrandina wê ve di sala 2016an de.

Wane ji 23ê Kanûna Yekem ve hatin gîrokirin, wî got û biryara xwendekaran ku vegerin hat piştî navbêjîkirin, daku deswerana ji derve ji ser zanîngehê rakin.

"Ev yek bi taybet di rewşa destnîşankirina birêveberan de tê bikaranîn, zêdeyî vê yekê divê bi tu awayî destêwerdanê di minhacan de neyê kirin," wî anî ziman.

Xwepişandinên xwendekaran li şaxê zanîngehê li Danayê roja Yekşemê (31ê Kanûna Yekem) û Duşemê (1ê Kanûna Duwem) hatin lidarxistin ji bo serxwebûna zanîngehê tekez bikin û kontrolkirina ji derve red bikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Ez serkeftinê ji te re hêvî dikim

BERSIV BIDE