http://diyaruna.com/kmr/articles/cnmi_di/features/2018/01/01/feature-01

Ewlehî |

2018-01-01

Îraq belgeyên karmendên dewletê li deverên rizgarbûyî pişkinîn dike

Di icons tw 35 Di icons fb 35

Hikûmeta Îraqî mûçeyan li ser karmendên wezareta tenduristiyê li parêzgeha Enbarê belav dike di wêneyeke de ku Kanûna Duyema 2016an hatiye belavkirin. Hikûmet daxwaz ji hemû karmendên dewletê li deverên ku ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hatine rizgarkirin dike ku rastî pişkinîneke ewlekarî werin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Rêveberiya Tenduristiya Enbarê hatiye wergirtin]
Hikûmeta Îraqî mûçeyan li ser karmendên wezareta tenduristiyê li parêzgeha Enbarê belav dike di wêneyeke de ku Kanûna Duyema 2016an hatiye belavkirin. Hikûmet daxwaz ji hemû karmendên dewletê li deverên ku ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hatine rizgarkirin dike ku rastî pişkinîneke ewlekarî werin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Rêveberiya Tenduristiya Enbarê hatiye wergirtin]

Hikûmeta Îraqî pişkinîneke ewlekarî pêk tîne ji hemû karmendên dewletê re yên ku li deverên ku ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hatiye rizgarkirin dijîn.

Di naverasta 2015an de, hikûmeta Iraqî mûçeyên karmendên dewletê li deverên li jêr kontrola DAIŞ sekinandin.

Karmendên dewletê yên aware mûçe werdigirtin, lêbelê, madem li ser kar bûn li deverên ku reviyabûn wan.

Wê demê, komîteyeke dewletê hat pêkanîn ji bo belavkirina mûceyên karmendên ku ziyan gihiştibû wan.

Bi vegera jiyana asayî li gelek deveran, gelek karmendên sektora giştî niha dikarin daxwaza mûçeyên xwe bikin ji dezgeh û rêveberiyên dewletê yên pêwendîdar.

Hikûmet niha daxwaz ji van karmendan dike ku rastî pişkinîneke ewlekarî werin, weke beşekê ji hewldanên wê ji bo qutkirina çavkaniyên darayî yên terorîzmê û ji bo piştrastbûn ku pereyên hikûmetê nakevine destine şaş.

Gaveke wisa ji aliyê hikûmeta Iraqî ve "standard" tê hesibandin, û dê piştrast bibe ku "hertişt bi rehetî" birêve diçe, Muder Mihemed Salih, şêwirmendê aborî ji Serokwezîrê Îraqî Heyder Ebadî re got.

"Gelek bajar hebûn ku li jêr kontrola terorîstan bûn, û em nizanin bi piştrastî ku posta karmendê [dewletê] li wir çi bû -- ku bi dijmin re bûn an jî bi hikûmeta Iraqî re," wî ji Diyaruna re got.

"Ji ber vê yekê, em dibînin ku zelalkirineke ewlekarî ji karmendê dewletê re di vê qonaxê re gerek e, ji ber ku em hewl didin ku bermayiyên terorîzmê jinav bibin," wî got.

Proseya pişkinînê ji lêgerinînê li navên karmendên hikûmetê di databêseke ewlekarî de, ku navên kesên daxwazkirî ku naskirî ne bi alîkariya wan ji DAIŞ re tê de ne, li xwe digre.

Salih hewlên hikûmetê piştrast kirin ji bo bidawîanîna vê proseyê daku mûçe bêyî paşxistin werin belavkirin.

"Herkes dê heqdestê xwe bistîne," wî got.

Proseyeke bilez

Di dema civîna xwe ya di 19ê Kanûna Yekem de, hikûmetê rênima da ajansa ewlekariya niştîmanî ji bo bilezkirin di pişkinîna karmendên dewletê de li deverên rizgarkirî daku bikaribin mûçeyên xwe werbigrin, hikûmetê di daxuyaniyekê de got.

Proseya pişkinînê tekezî dike li ser "pêbendbûna hikûmetê bi jinavbirina belaya terorê", Sadiq Behadî, ku dersên fînansekirinê û bankkirinê li Zanîngeha Mustenseriya dide, got.

"Ev gav dê alîkariyê bike di cudakirina navbera kesên ku pêwendiyên wan ên loyalîte bi hikûmetê re hene û kesên ku alîkarî bi DAIŞ re kirine yan tevlî rêzên wê bûne," wî ji Diyaruna re got. "Grûpa piştre gerek rastî lêkolînan were ji bo eşkerekirina ku gelo alîkariya terorîstan kirine di pêkanîna tawanên wan de yan na."

Ev gav giring e ji bo "qutkirina çavkaniyên fundkirinê yên ku ji terorîstan re berdest in û bi awayekî ji awayan alîkariya wan dikin di çalakiyên wan ên tawankar de", wî got.

"Ev yek dê alîkariyê bike di berqerarkirina ewlehiyê li seranserî welat, bi taybetî li deverên ku ji terorîzmê xilas bûn, ligel xurtkirina hukmê qanûnê," wî got jî.

"Serdemeke nû ya aramiyê"

Li gorî Behadî, pişkinîna ewlekarî hatiye çêkirin ji bo "alîkariyê di serdemekî nû yê aramiyê li deverê li ser astên aborî, civakî û siyasî û zêdekirina baweriyê û karê baş navbera welatiyan û dezgehên fermî".

Parlementerê Îraqî Nayif Şemmerî, ku nûneratiya parêzgehq Nînewa li parleman dike, ji Diyaruna re got ku pişkinîna ewlekarî beşekî giring e ji hewlên niştîmanî bo berqerarkirina rewşa ewlekarî û parastina welat ji metirsiyên terorîstan.

Wî got ku lê belê, divê hemû tedbîrên berdest werin standin ji bo paşnexistina mûçeyên mehane ku di demê xwe de werin dayîn.

"Karmendên sektora dewletê li Nînewa û parêzgehên rizgarbûyî yên din gelekî zehmetî kişandin ji encama rawestandina mûçeyan," wî got.

"Nabe em xwe bidin paş dema pirs dibe proseya pişkinînê ji bo piştrasbûn ku mûçe digihine wergiran bêyî tu paşxistin an rêgir."

Tu vê mijarê diecibînî?

5 Di icons no

0 KOMÊNT

* MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE
Captcha