Nûçeyên Iraqê
Jîngeh

Barana xurt dibe bela li kampa Eyn Îsa li Sûriyê

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Barana xurt da ser kampa Eyn Îsayê li gundewarê parêzgeha Reqayê, ya ku mal bû ji hezar hesên bêwar ên Iraqî û Sûrî re. [Wêne ji Hêzên Sûriya Demokratîk]

Barana xurt da ser kampa Eyn Îsayê li gundewarê parêzgeha Reqayê, ya ku mal bû ji hezar hesên bêwar ên Iraqî û Sûrî re. [Wêne ji Hêzên Sûriya Demokratîk]

Nişteciyên kampa Eyn Îsayê li bakurê Sûriyê derdê rewşeke kovanî dikişînin ji ber barana xurt a ku berî du rojan li herêmî bariya, konên wan dirandin, li gor Encumena Sivîl a Reqayê.

Eyn Îsa, li bakurê gundewarê parêzgeha Reqayê, bêtir ji 23,000 kesên ku di welatê xwe de bêwar bûne ji Reqa, Dêrazorê û Iraqê yên ku bazdane wir û ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) reviyane, dihewîne.

Aniha bi dehan kon nenişînbar in, ji ber ku avê daye ser gelek beşên kampê, "ew kirin goleke mezin ji avê", endamê Encumena Sivîl a Reqayê Mehmûd Feyad yê ku kampê birêve dibe, got.

"Birêveberiya kampê hewl dide ku her tiştê ew dikaribe bi alavên berdest bike," wî ji Diyaruna re got, wî not kir ku Encumena Sivîl a Reqayê kon, doşek û betaniyên ku zerer gihaye wan diguhere.

Keçeke bêwar li kampa Eyn Îsayê li ser rêyên ku ji ber barana xurt bûne herî dimeşe, barana ku hişt gelek konên kampê nenişînbar bin. [Wêne ji Hêzên Sûriya Demokratîk]

Keçeke bêwar li kampa Eyn Îsayê li ser rêyên ku ji ber barana xurt bûne herî dimeşe, barana ku hişt gelek konên kampê nenişînbar bin. [Wêne ji Hêzên Sûriya Demokratîk]

Bi alîkariya rêxistinên hewarçûnê, encumen xizmetên bijîşkî û lezgîn zêde dike, ew giraniyê didie dermankirina zarok bi sermayê û kuxikê ketine, wî got.

Herwiha alavên germkirinê belav dike ligel betanî, cilên zivistanê û çadirên ku baran di wan re naçe.

Kon "kêşeyeke aloz derdixin holê" ji ber ku bayê xurt yê bi baranê re tê wan didirîne, ji ber vê yekê ew nenişînbar dibin, wî got.

"Kamp bûye goleke mezin ji avê û aniha bi dehan malbat bêwar in," nişteciyê kampa Eyn Îsayê Ehmed Saadûn ji Diyaruna re got.

Nişteciyên ku konên wan tevî baran û baya xurt saxlem mane mêvandariya malbatên ku konên wan jidest wan çûn dikin heta ew hine nû wergirin, wî got.

Hewcedarî bi karekî berfereh heye daku nehêlin ev trajedî dubare bibe, Saadûn got, wî not kir ku hewcedarî heye ku asta konan ji erdê bi kevir û çementoyê rakin.

Lê belê ne gengaz e ku ev yek pêk were ji ber lêçûna wê ya buha û risorsên kampê yên malî nînin", wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500