Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Herifîna "xîlafeta" DAIŞ li Rojhilata Navîn têkçûna rêxistinê li deverên din bilez dike

Karavanseray

Endamekî Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), a ku Amerîka piştevaniya wê dike, aleke DAIŞ radike li Tebqayê, li Sûriyê, di Nîsanê de berî ku QSD ber bi Reqayê, paytexta dîfakto ya DAIŞ ve, peş ket. [Delîl Sulêman/AFP]

Endamekî Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), a ku Amerîka piştevaniya wê dike, aleke DAIŞ radike li Tebqayê, li Sûriyê, di Nîsanê de berî ku QSD ber bi Reqayê, paytexta dîfakto ya DAIŞ ve, peş ket. [Delîl Sulêman/AFP]

Bi herifîna "xîlafeta" li Îraq û Sûriyê ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ragihand, şirovekar dibêjin ku ev yek dê piştgiriya têkçûyîna rêxistina terorîst li Efxanistan, Pakistan, Asya Navîn û her cihekî din bike.

DAIŞ xîlafeta xwe ya temen-kurt di sala 2014an de ragihand piştî kontrolkirina rûberên berfireh ji xakê li Îraq û Sûriyê.

Lê belê piştî zincîrek ji xisarên westêner, bi tenê hinek komên ji çekdarên wê li Sûriyê mane, û êrîşên bêbandor encam didin an jî li hinek molgehên bi temamî dorpêçkirî asê mane.

Serkeftina li ser DAIŞ

Serokwezîrê Îraqî Heyder Ebadî serkeftin li ser DAIŞ roja 10ê Kanûna Yekem ragihand.

Hêzên Îraqî tabloyeke rêklaman ku logoya DAIŞ li ser e radikin dema ku ew ber bi asêgeha berê ya DAIŞ li Hewîcayê ve pêş dikevin roja 4ê Cotmehê. [Ehmed Rubeyî/AFP]

Hêzên Îraqî tabloyeke rêklaman ku logoya DAIŞ li ser e radikin dema ku ew ber bi asêgeha berê ya DAIŞ li Hewîcayê ve pêş dikevin roja 4ê Cotmehê. [Ehmed Rubeyî/AFP]

Leşkerekî Îraqî û polîsek ala xwe ya niştîmanî li Meydana Tehrîr li Bexdayê, bilind dikin, roja 10ê Kanûna Yekem di ahengeke serkeftina di şerê sê-salî yê li dijî DAIŞ de. [Ehmed Rubeyî/AFP]

Leşkerekî Îraqî û polîsek ala xwe ya niştîmanî li Meydana Tehrîr li Bexdayê, bilind dikin, roja 10ê Kanûna Yekem di ahengeke serkeftina di şerê sê-salî yê li dijî DAIŞ de. [Ehmed Rubeyî/AFP]

"Hêzên me sînorê Îraqî-Sûrî bi temamî kontrol dikin, lewra jî ez dawîhatina şerê li dijî DAIŞ radigihînim," wî di daxuyaniyeke televîzyonî de got. "Dijminê me xwest ku şaristaniya me ji holê rabike, lê belê em bi yekrêziya xwe û îradeya xwe biser ketin."

Li Sûriyê, rêxistin ber bi heman çarenivîsê ve diçe, çavdêr dibêjin.

DAIŞ niha gelekî bêçare ye û yekîneyên wê yên mayî ser bi xwe ve ne, Ramî Ebdul Rehman, serokê Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov, got.

"Aniha ew bêyî femandariyeke navendî ye ku fermanan bide wê," Ebdul Rehman, yê ku qeyrana Sûriyê dişopîne ji destpêka şerê navxweyî ve, got. DAIŞ dimîne bi tenê wekî komên belawela li seranserî Sûriyê, wî got.

Bi herifîna "xîlafeta" DAIŞ li Îraq û Sûriyê, berpirsiyar û şirovekar bala xwe didin siya rewşa aniha li ser pêşeroja rêxistinê li beşên din ên cîhanê.

Desthilatdariyên Efxan dixwazin ku hevalbendên DAIŞ birûxînin

Ji Efxanistan re, Hêzên Ewlekarî û Berevaniya Niştîmanî yên Efxanî û hêzên hevpeymaniyê bi çalakdarî şerê beşê Xoresanê yê DAIŞ dikin, şikestina rêxistina terorîst li Îraq û Sûriyê dibe ku şopên xwe li ser herikîna çekdaran bo xaka Efxanî bihêle.

"Piştî ku DAIŞ destpê kir ku rastî binketinan li Îraq û Sûriyê were, gelek nîgeranî derbarê bicihbûna wan li Efxanistan hatin holê," eqîdê xanenişîn Mihemed Enwer Sultanî, ku analîzerekî karûbarên serbazî li Celalebad, li Parêzgeha Nangerhar, got.

Vê mehê, AFP got ku çekdarine Fransî û Cezayirî, ku ji Sûriyê hatibûn, tevlî rêzên DAIŞ li Parêzgeha Cawzcan bûn.

Şirovekaran got ku dibe ev çekdarên biyanî berê xwe bidin Efxanistanê piştî ku ew ji Sûriyê û Îraqê hatin derxistin.

Tevî wiha, operasyonên Hêzên Efxan û hevpeymaniyê karînên DAIŞ bi awayekî berbiçav di van herdu salên dawîn de kêm kirin, û hêzên ewlekariyê xistin hewlesteke baş de bo nêzîkatîkirina bi milîtanên nû re.

DAIŞ li ser dawîn lingê xwe dilerize li Efxanistanê, Sultanî got. "[Ew] ji Sûriyê û Îraqê hatine birîn, komelgeha navdewletî çavkaniyên wan ên fînansekirinê wêran kirin an jî dan rawestandin."

"DAIŞ karînên xwe yên ku berê li bal wê hebûn jidest dan ji be ku Amerîka, komelgeha navdewletî û Efxanistan cengeke serkeftî li dijî rêxistinê lidar xistin," wî got.

Şêniyên parêzgehên Kunar û Nangerhar nema ji DAIŞ ditirsin, "ji ber ku hebûna wê sînordar bûye û ji ber ku kampaniya navdewletî ya li dijî wê didome", wî got.

Komên hevalbendên DAIŞ li Pakistanê piştgiriyê jidest didin

Herifîna "xîlafeta" DAIŞ dê bihêle ku piştgirên rêxistinê li Pakistanê jî biweşin, analîzer dibêjin.

"Şikestina DAIŞ li Îraq û Sûriyê gurzeke mezin e ji piştgirên wê re li Pakistanê," ferîq Telet Mesûd, analîzerekî serbazî û berevaniyê li Islamabadê got.

Ev hevsoz nêzî DAIŞ bûn ji ber "debara xwe ya fîzîkî û aborî", lê belê şikestina rêxistinê li Îraq û Sûriyê tê wateya ku "dê piştgiriya madeyan û ya aborî ji wan re ji aliyê DAIŞ nema were", wî got.

"Dê bunyada DAIŞ li vê herêmê jî bê rûxandin," Mesûd got.

"Şikestina li Îraq û Sûriyê dê di serencam de nîşaneke zelal be li ser herifîna DAIŞ li herêma Pakistan-Efxanistanê," Eqîl Yûsafzayî, rojnameger û analîzerê karûbarên ewlehiyê li Pêşawerê, got.

"Hinek piştgirên Tehrîk-e-Talîban Pakistan û endamên rêxistinên din ên ku loyalîteya xwe ji [Ebû Bekir] Bexdadî re ragihandin [dê nema piştgiriya DAIŞ bikin] ji ber ku ew ji aliyê îdyolojî ve pê ne elaqedar bûn û ji ber wan ji ber bercewendî û hewcedariyên xwe piştgiriya wê dikir," wî got.

"Ev hevsozên kêm yên DAIŞ yên mayî dê [rastî] gurzeke mezin li Pakistan û Efxanistan bibin [eger herdu welatan] dest dane hev bo têkbirina dijminê hevbeş," wî got.

Pakistan berî aniha biser ket di şikandina terorîzmê de li Firqeya Melakand, Xêber Paxtunxwa, û Deverên Êlan ên Rêveberiya Federal, lîwa Mehmûd Şah ê Pêşawer, ji sekreteriya ewlekariya berê ya Deverên Êlan ên Rêveberiya Federal, got.

"Lewma, şikandina bermahiyên DAIŞ [li Pakistan û Efxanistan] piştî şikestina wan a ragihandî li Îraq û Sûriyê misogerkirî ye," wî got.

Vegera çekdarên DAIŞ nîgeraniyan li Asya Navîn berz dike

Hevdem, nîgeraniya serekî li Asya Navîn vegerana wan kesan e yên ku warên xwe hiştin bo li tenîşt DAIŞ li Îraq û Sûriyê şer bikin.

Şikestina DAIŞ li Îraq û Sûriyê "dê, bê guman, karîgeriyê li ser Asya Navîn bike", Murat Telibekov, serokê Yekîtiya Musilmanên Kazaxistan li Almatî, got.

"Pir xuyayî ku çavên milîtanan li qonaxeke din e li ser zemînê," wî got. "Ne dûr e ku Asya Navîn bibe cihekî wiha."

"Ew xerab e dema ku spoteke germ a nearamiyê hebe ku bibe zemîneke guncan û panegeheke ewle bo radîkalan," Kayrat Osmonaliyev, profesorê yasayê li Bîşkek û endamê Komîsyona Navendî ya Hilbijartinan a Qîrxîzistanê, got. "Piştî ku tu wê spota germ jihev dixî, rîska hebûna paşmahiyên milîtanan ku firoşgehekê li devereke din pêk tênin durist dibe."

"Welatiyên Asya Navîn [ên li Sûriyê şer dikin] dibe ku hewl bidin vegerin mal di rêya Tirkiye û Efxanistanê re," wî got. "Lê belê ajansên ewlekariyê belge bidest xistine ku wan dest bi vegerê kiriye."

"Ew dê biçine ku?" Talgat Ismagambetov, analîzerê siyasî ji Almatî-based, li dor çekdarên mayî yên DAIŞ pirs dike.

"Bo Efxanistan an jî devereke din, an jî dê biçin mal? Çi corên [amojgariyên] hundirîn dê ew ji rêbazdarên [milîtanên] mayî werbigrin? Çiqasî piştgiriya wan a derveyî xurt e?" wî anî ziman.

"Tiştê xerab ew e ku hinek ji çekdaran vegerin. Divê ew werin çavdêrîkirin," Ismagambetov got. "Lê belê nûçeyên baş jî hene. Di dema aniha de, herêma me ne navenda baldariya tevgera navdewletî ya Îslamîstan e."

[Xalid Zerayî ji Nangerhar, Mihemad Ahil ji Pêşewar, û Erman Kaliyev ji Bîşkek û Almatî di vê raportê de beşdar in.]

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Ez ji nûçeyan hes dikim

BERSIV BIDE