Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Îraq hewl dide ku stratîjîyeke niştimanî deyne daku îdîolojîya tund ji kokê rake

Xalid Ta'î

Amojgar û îmam ji parêzgeha Nînewayê şîret wergirtin derbarê çawaniya berhengarîya îdîolojîya tund a "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) di wêneyekê de ku di 11ê Kanûna Yekem li ser Înternetê hat belavkirin. [Wêneji Desteya Weqfa Sinî li Nînewayê hatiye wergirtin]

Amojgar û îmam ji parêzgeha Nînewayê şîret wergirtin derbarê çawaniya berhengarîya îdîolojîya tund a "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) di wêneyekê de ku di 11ê Kanûna Yekem li ser Înternetê hat belavkirin. [Wêneji Desteya Weqfa Sinî li Nînewayê hatiye wergirtin]

Piştî têkçûna serbazî ya "Dewleta Îslamî" (DAIŞ), hikûmeta Îraqî hewl dide ku stratîjîyeke niştimanî bigire xwe daku berhengarîya tundîyê bike û deverên rizgarkirî ji îdîolojîya tund û şaş paqij bike.

Dema ku rêxistinê kontrola gelek rûberên berfereh Îi Iraqê dikir, wê hejmarek ji qanûnên dijwar li ser tevgera kesên sivîl li ser bingeha şîrovekirinên şerîetê yên tund sepandin.

Rêxistinê ev şîrovekirinên tund bikar anîn daku tawan û binpêkirinên xwe mafdar bike, daku xelkê bixapîne û hewl bide wan qayil bike ku versyona wan a şaş derbarê Îslamê rast e û wan ceza bike gava ew fermanên wan pêk neyînin.

Divê hewildan ji bo belawelakirina bandora rêxistinê bi belawelakirina îdîolojîya şaş dest pê bikin, îdîolojîya ku gelekî dûrî perwerdeya Îslamê ne, Ebû Bekir Kenan, serokê desteya Weqfa Sinî li parêzgeha Nînewayê, got.

Wî tekez kir ku ev berpirsyarî dikeve ser milên oldaran, ên divê "hemû hizirkirinê di vî warî de ber bi prensîpên îmanê yên rast ve bibin".

Kenan ji Diyaruna re got ofîsa wî ji destpêka vê salê ve di rêya gelek rêbazan re ji bo cîbicîkirina vê armancê kar dike.

Ev yek "danûstandina yekser bi xelkê re li mizgeftan, herwiha di rêya organîzkirina konferens û semînrên ku xwezaya terorîstan ya xapînok û şîrovekirinên wan ên olî eşkere dikin" di nav xwe de vedihewîne, wî got.

"Em bi Encumena Perwerdeyê ya Nînewyê re kar dikin daku em van cûreyên çalakîyan li dibistanan organîz bikin," wî got, wî not kir ku ev yek pêwîst eji ber zarok û ciwan armanceke serke bûn ji hewldanên mejî şûştina ji alîyê DAIŞ ve.

Gava yekem ya DAIŞ dikir dema wê kontrola xwe li ser deverên Îraqê yên wê digirte ser wan ferz dikir wê minhacê dibistanê bi naverokeke ku nav di tundî û şidetê dida vediguhest û destê wî minhacî di tecnîdkirina zarokan de bi zorê hebû, wî got.

Hewldanên dijî terorîzmê

Ji bo ku ziyana civakî ya ku DAIŞ kir sivik bikin, Weqfa Sînî li Nînewayê programin danîn ku armanc dikin ku şerê bandora terorîzma di mejîyê xelkê de bike û jêhatîyên wan ên li ser bingeha zanyarîyê pêş bixin, Kenan got.

"Hemû karmendên me yên oldar tevlî korsan bûne daku em şîretên ji alîyê Desteya Weqfa Sînî ve hatine weşandin pêşkêşî wan bikin, şîretên ku rêbaza navîn di gotara olî de han didin," wî got.

"Herwiha xutbeke Înê ya yekbûyî heye ya ku her hefte ji alîyê komîteyên olî yên pispor ve tê nivîsandin û wê didine amojgar û îmaman lî misgeftê daku bidin perestyaran," wî anî ziman.

Eger ev gotar ne weke hatî destnîşankirin werin dan, divê amojger yan îmam sozekê binivîsin ku ew dê careke din vê bipêkirinê dubare nekin yan ew dê ji karê xwe were hilawêstin, Kenan got.

Amojgar û îmam li Nînewayê qayil bûn, wî not kir.

"Eger em îdîolojîya DAIŞ ji kokê rakin pêdivîya me bi "tedbîrin dijber ên tevgir û temamkirî heye", Nuha Derwîş, ya ku zanista derûnî û û civaknasî li Zanîngeha Bexdayê dide, got.

Wê ji Diyaruna re got "çi stratîjî be divê hemû alîyên vê dozê raçav bike û divê her sazemenîyeke niştimanî rolekê di dijberîya tundîyê de bilîze".

"Divê em perwerdeyê xurt bikin û em rola medya û medyaya civakî di bilindkirina hişarîya ku dijberîya terorîzmê dike qayim bikin daku em li dijî hewldanên dixwazin mejîyan bi nerînên şaş jehr bikin," wê got.

Qayimkirina desthilatdarîya qanûnê

Derwîş teqez kir ku hewcedarîya me pê heye em alîkarîyê bi ciwanan re bikin daku mejîyekî pak pêş bixin û pêwîst ew tevlî çand û nasnameyên cudacuda bibin daku cudabûnê weke jêderekê ji hêza civakê re qebûl bikin.

Dema em bixwazin stratîcîya dijî terorîzmê pêş bixin, seroka Rêxistina Hêvî Hena Edwar ji Diyaruna re got, pêkhatîyekî pêwîst ji vê stratîjîyê dê dabînkirina piştgirîyê ji kesên ku bandora terorîzmê li wan hebû be," bi taybet jin û zarok".

Divê xizmetên şêwirmedîya derûnî û piştgirîya malî ji van kesan re were pêşkêşkirin, herwiha şêweyên din ji alîkarîyê yên dihêlin ew karibin roleke çalak di avakirina civakên xwe de bilîzin, wî got.

Divê bawerî veger cikaên zerekirî di rêya qayimkirina rola qanûn re û dûrî rewşeke ku bêgunih bikevin zindanan de tenê ji ber guman heye ku ew terorîst in yan ji ber têkilîyên malbatî bi terorîstan re.

Beşek ji çareseriyê divê insiyatîfeke sazana niştîmanî be, wê pêşinyar kir.

Wê got ku rêxistinên civaka sivîl û serkêşên komelgehê herwiha divê tevlî xebatên pûçkirina jîngeha tolhildanê bibin û civakeke aştiyane pêk bînin ku tu cihê tundrûyeyî û tundiyê tê de tune be.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500