Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hevpeymaniya navdewletî karîna artêşa Îraqî ya kontrolkirina sînor qayimtir dike

Xalid Ta'î

Hevpeymaniya navdewletî erebeyên leşkerî dan artêşa Îraqî roja 18ê Kanûna Yekem bo xurtkirina karînên wê yên parastina sînorên welat. [Wêne ji Wezareta Berevaniyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hevpeymaniya navdewletî erebeyên leşkerî dan artêşa Îraqî roja 18ê Kanûna Yekem bo xurtkirina karînên wê yên parastina sînorên welat. [Wêne ji Wezareta Berevaniyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hevpeymaniya navdewletî gavan dide bo bihêzkirina karînên artêşa Îraqî di ewlekirina sînorê welat de, peyvdarekî Wezareta Berevaniyê ya Îraqî roja Çarşemê (20ê Kanûna Yekem) got.

Ev yek weke beşek ji pilaneke hevahengiya hevbeş tê bo pêşbirina skîlên hêzên Îraqî yên kontrolkirina sînor û zêdekirina wan bi alavên pêwîst.

Ev hevahengî "dilbijîna mezin a serkirdatiya hevpeymaniya navdewletî ya bicihanîna sozan û pêbendiyên zêdekirina hêzên Îraqî bi piştgiriya pêwîst nîşan dide", birêveberê çapemeniya wezaretê, emîd rukin Tehsîn Xefacî, got.

"Îro, piştî Îraqê serkeftina xwe ya li ser terorîstan ragihand, hevpeymanî dixwaze ku amadehiya artêşa Îraqî ya parastina sînor baştir bike," wî ji Diyaruna re got.

Wî got ku armanc pêşxistina karînên leşkerî ye ligel başkirina alavên tên bikaranîn di çavdêrîkirina sînor de û çepelkirina hewlên derbasbûna bi dizî yên elemetên terorî.

"Hêzên hevpeymaniyê roja 18ê Kanûna Yekem endamên Firqeya 15ê ya artêşê bi hejmarek ji erebeyên leşkerî yên pêşketî zêde kirin bo baştirkirina kontrolkirina sînor," Xefacî got.

Ew erebe "bi alavên têkilîkirinê yên pêşketî tên zêdekirin, wî got, û da zanîn ku fermanberên ewlekariyê li ser bikaranîna wan erebeyan bo lipeyçûna kesên bi dizî derbas dibin tên rahênankirin.

Wî got ku erebe beşek in ji pakêta alavên ku gihiştine artêşa Îraqî, û da zanîn ku pakêtên pêşerojê dê alavên têkilîkirinê û burcên sînorî lixwe bigrin.

Hikûmeta Îraqî "planeke giştgîr" dîzayin kiriye bo ewlekirina sînorê Îraqî-Sûrî, Serokwezîr Heyder Ebadî di konferanseke çapemeniyê de roja 5ê Kanûna Yekem ragihand.

Hêzên Îraqî vê dawiyê dewriyên xwe li ser sînorê bi Sûriyê re xurtir kirine, rêbend ava kirine, xalên pişkinînê û burcên çavdêrkirinê danîne bo rêgirtin li ber derbasbûna bi dizî ya milîtanan.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500