Nûçeyên Iraqê
Medya

Makîna DAIŞ a medyayî materyalên nû lê kêm dikevin

Xalid Taî

Endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li vîdyoke nû ya rêxisrtinê temaşe dikin, "Agirê Şer: Beşê II", yê ku bi awayekî mezin xwe dispêre dîmenên vezivirandî. [Wêne ji malperên tundrû hatiye wergirtin]

Endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li vîdyoke nû ya rêxisrtinê temaşe dikin, "Agirê Şer: Beşê II", yê ku bi awayekî mezin xwe dispêre dîmenên vezivirandî. [Wêne ji malperên tundrû hatiye wergirtin]

Vîdyoyeke nû ji alîyê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ya ku bi awayekî mezin dîmenên kevin bikar tîne diyar dike ku rêxistin hewl dide ku xuyangan biparêze piştî têkçûna wê ya dawî li Îraqê, pisporan ji Diyaruna re got.

Vîdyoya ku di 30 Mijdarê de li jêr serenavê "Agirê Şer (Beşê II)" hat weşandin, hevşibê Beşê I ye -- berî sê salan hat weşandin -- tenê guhertinên piçûk di naveroka wê ya promisyonî de çêkiribûn.

Weşana ku 58 xulekan didome bi awayekî mezin xwe dispêre vîdyo û dîmenên operasyonên terorî yên ku berê rêxistinê li deverên ku berê di sala 2014an de li Îraq û Sûriyayê li jêr kontrola wê bûn cîbicîkirin, weke hewldanekê daku balê bikişîne ser hovîtîya xwe û mayîna xwe.

Vezivirandina van dîmenan di berhemeke nû de nîşaneke ku rêxistin rastî krîzekê hatiye, pisporê ewlekarî Seîd Ceyaşî ji Diyaruna re got.

Navgînên serbazî yên Îraqî li kolanên Bexdayê digerin daku serkeftina welat li dijî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) pîroz bikin. [Wêne di 7ê Kanûna Yekem de di rûpela Facebookê ya Wezareta Berevanîyê ya Îraqî de hat belavkirin]

Navgînên serbazî yên Îraqî li kolanên Bexdayê digerin daku serkeftina welat li dijî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) pîroz bikin. [Wêne di 7ê Kanûna Yekem de di rûpela Facebookê ya Wezareta Berevanîyê ya Îraqî de hat belavkirin]

Rêxistin li Îraqê rastî gurzeke dijwar hat û weke encam ew hewl dide di rêya weşanên kevin re ji vê rastîyê xilas bibe û ew hewl dide ku temaşevanan bixapîne, wî got, wî anî ziman "rêxistin dixwaze ku têkçûna xwe sivîk bike û bingeha xwe çalak bike".

DAIŞ derdê têkçûneke serbazî ya dijwar û gurzeke jandar ji makîna xwe ya propagandayê hat, ya ku wê bi awayekî mezin xwe sipartibû wê daku çekdarên xwe tecnîd bike û terorê belav bike, wî got.

Hemû navendên rêxistinê yên medyayê li Îraqê bûbûn armanc, wî got û 80% ji malper û torperên ku dilxwazê tundrewan in hatin rakirin.

Têkçûna li Îraq û Sûriyê

Weşana dawî ya DAIŞ yekser bangê li piştgir û alîgirên xwe dike ku dest bi pêngaveke nû ji şer li deverine nû bikin, li cihên ku ji wan re tê gotin "erdên koçberîyê"

Çavdêr ev gav weke serpişkekê ji têkçûna wê re li Îraq û Sûriyê raçav kir, cihê ku heta demeke nêzîk jî weke "erda şîyankirin û kontrolê" dihat raçavkirin, cîhê ku wê navê xilafetê lê kiribû lê diket.

Sêzdeh ji parêzgehên ku DAIŞ xwe li wan li Sûrîya û Îraqê îlan kiribû ji dest wê çûn, ji 33 parêzgehên ku wê li seraanserê cîhanê îlan kiribû.

"Vê xisarê hişt ku rêxistin hewl bide ku çalakîyên xwe yên terorîst bibe deverin alternatîv, yan cihê jê re tê gotin erda koçberîyê".

Di vîyoya dawî de, rêxistin "Wîlayet Sîna" li Misrê weke armanceke nû ji çekdarên xwe re pêşniyar dike.

Di nameyên ku ji alîyê serkirdeyê DAIŞ Ebû Bekir Bexdadî hatin nivîsandin, yên ku li asêgeha rêxistinê li Lîbyayê hatin ditin bangê li alîgirên xwe dike daku berê xwe bidin Lîbîyayê û wê weke baregehekê ji bo operشsyonên xwe li Misr, Cezair û Tûnis bikar bînin.

"DAIŞ dixwaze kontrola xwe li ser başûrê Sîna, biyabana Lîbî herwiha Qiloçê Afrîkayî û bajarê Merawî l Filipînê," Ebû Rexîf got.

"Ev armancên herî gengaz in ji terorîstan re," wî anî ziman.

Komkujîya 24ê Mijdarê li Mizgefta Rewdayê li devera Bi'r Ebidê li Sîna ya ku 300 kuştî encam dan wateyê dide ku rêxistinê biryar daye ku wan deveran bixe jêr kontrola xwe, wî got.

Lawazî di gihiştina medyayî de heye

Aniha DAIŞ derdê lawazîyeke dijwar di berhemkirina medyayî de dikişîne, Ebû Rexîf got, wî not kir ku gelek ji derçûn û weşanên wê bi awayekî tam nema berheman çêdikin.

Di nav wan de ajansa Emaq û Neba, platforma wê ya dicîtal, Furqan bo berhemkirina mîdyayî û kovara wê ya çapkirî, Dabiq.

Lawazîya wê di çêkirina medyayê de û hebûna wê ya medyayî ya qels di weşana wê ya dawî de diyar in, ya ku ew tê de dîmenên vezivirandî bikar tîne, wî got.

"Rêxistin têk çûye û nikare xwe li deverine din vejîne yan îdîolojîya xwe çewt careke din bifiroşe," wî anî ziman.

Hêzên Îraqî "gurzeke jandar li terorîstan xistin", parlementerê Îraqî, Iskender Witwit , yê ku di komîteya berevanî û ewlekarîyê de kar dike, got.

Witwit bang li welatan kir ku li hev bicivin ji bo nehêlin rêxistin li deverine din derkeve holê û bi hev re kar bikin daku bergirîya propagandaya wê ya elektronî bikin û gihiştina wan ji jêderên medyayî û serbazî re sînor bikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500