Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî Mutêbijcayê ji molgehên DAIŞ paqij dikin

Xalid Ta'î

Fermandarên leşkerî yên Îraqî pêngava bidawîkirina molgehên "Dewleta Îslamî" li Mutêbicayê, li rojhilatê Tikrîtê. [Wêne ji Wezareta Berevaniyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Fermandarên leşkerî yên Îraqî pêngava bidawîkirina molgehên "Dewleta Îslamî" li Mutêbicayê, li rojhilatê Tikrîtê. [Wêne ji Wezareta Berevaniyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Bajarokê Mutêbicayê, li rojhilatê Tikrîtê, bi temamî ji molgehên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hat paqijkirin wekî beşekî ji pêngaveke serbzî ya berfireh bo têkbirina elementên dawî yên rêxistinê, hêzên Îraqî roja Sêşemê (19ê Kanûna Yekem) ragihandin.

Pêngav roja Şemiyê hat destpêkirin bo lipeyçûna elementên DAIŞ ên reviyabûn Mutêbicayê ji parêzgehên Selahedîn, Kerkûk û Diyalayê.

Yekîne ji fermandariyên operasyonên Dîclayê, Selahedîn û Samerayê di pêngavê de cih girtin, milbimil li gel hêzên polîsê federal û şervanên xwecihî.

"Pêngavê paşmahî û molgehên DAIŞ li Mutêbicayê û gund û navçeyên derdorê kirin hedef," fermandarê operasyonên Dîclayê, Mezher Ezawî ji Diyaruna re got.

Ew li deverên berfireh di navbera parêzgehên Diyala û Selahedînê de cih digrin, ku gundên Ebû Cumaa, Mayita, Elbû Hesen û Um el-Nexla, û navçeyên Hewd el-Asim û Hawî el-Asim dihewîne.

Ev dever teybetmendîyeke wê heye ji ber kendûkozên aloz ji gir, newal û rêyên dijwar, li rex zevîyên çandinîyê.

Piştî bajarê Hewîcayê li rojavayê Kerkûkê roja 5ê Cotmehê hat rizgarkirin, gelek milîtanên DAIŞ ji şer reviyan bi merema xweveşartin û dîsan xweorganîzekirina li Mutêbicayê.

"Piştî ragihandina serkeftina li ser DAIŞ, Fermandariya Operasyonên Hevbeş biryar da ku pêngaveke hevbeş dest pê bike bo nehiştina xeteriya terorîstan bi yekcarî û vegerandina xelkê awarebûyî," Ezawî got.

"Erkê paqijkirina Mutêbica û gund û deverên din ên armanckirî bi temamî hat qedandin," wî got jî.

DAIŞ rastî xisarên mezin tê

Wî got ku operasyonên vegerandina xelkê xwecihî yên ku ji malên xwe hatin derxistin li ser destê DAIŞ di sê salên çûyî de dê di demeke nêz de dest pê bikin.

"Di serencama pêngavê de gelek malên bihinvedana terorîstan û tunêl hatin wêrankirin," Ezawî got.

Wî got ku qasên mezin ji alavên terorîstan, teqemeniyên bidestçêkirî, erebeyên bombekirî, cenerator, fyûl û imbarên xwarinê hatin kontrolkirin.

Deh endamên DAIŞ ên xwe di du malên bihinvedanê de diveşartin hatin kuştin di operasyonê de, wî got, û wî da zanîn jî ku laşên pênc milîtanên din ên ku di êrîşên asmanî de hatin kuştin hatin vedîtin.

Pêngav girtina tu endamên çekdar encam neda, li gorî Ezawî.

Di heman demê de, Fermandariya Operasyonên Dîclayê operasyonên çirûpir pêk anîn bo lêgerîna li endamên DAIŞ li deverên cuda yên Diyalayê.

"Di rojên dawî de, me êrîş li deverên Hewd el-Tebac, Wadî Selab û [Hewd] Dêniyayê pêk anîn," Ezwî got.

"Me karî, bi hevahengiya li gel xelkê deverê, ku çar terorîstan bikujin û yekî din ku çek bi qaçaxî digihandin endamên DAIŞ bigrin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500