Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Rêjeya tundîya di navbera Tehrîr el-Şam û rêxistina hevrêk de li Xûtaya Rojhilatî bilind dibe

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Endamên Tehrîr el-Şam hebûna xwe li Xûtaya Rojhilatî eşkere dike. [Wêne ji Mihemed Bêk hatiye wergirtin]

Endamên Tehrîr el-Şam hebûna xwe li Xûtaya Rojhilatî eşkere dike. [Wêne ji Mihemed Bêk hatiye wergirtin]

Tundî li Xûtaya Rojhilatî bilind dibe piştî nûçe hatin belavkirin ku 20 serkêşên Tehrîr el-Şam, hevbendîyeke tundrû ye bi serkêşîya Enîya Nusraya berê, hatin îdamkirin, ji alîyê rêxistineke din a tundrû hatin îdamkirin, çalakvanekî got.

Hevbendîya hevrêk a Ceyş el-Îslam, ya ku beşekî ji deverê kontrol dike, çend meha kete şerine dijwar bi Tehrîr el-Şam re û bi ser ket û kontrola hevbendîyê li çend deveran lawaz kir.

"Rewşa ewlekarîyê li hemû deverên Xûtaya Rojhilatî pir xirab e, bi taybet deverên ku Ceyş el-Îslam û Tehrîr el-Şam Her du amade ne," çalakvan Mihemed Bêk ê ku di komîteya hevahengîyê de ye, got.

Nûçe roja Duşemê (18ê Kanûna Yekem) belav bû ku Ceyş el-Îslam hejmareke mezin ji emîr û serkêşên Tehrîr el-Şam îdam kirine dema ew li girtîgeha Ceyş el-Îslam hatin girtin.

Fermandarê Ceyş el-Îslam Îsam Buweydanî gerekê li Xûtaya Rojhlatî dike, rêxistinê şerê Tehrîr el-Şam ya hevrêk li deverê dikir. [Wêne ji Mihemed Bêk hatiye wergirtin]

Fermandarê Ceyş el-Îslam Îsam Buweydanî gerekê li Xûtaya Rojhlatî dike, rêxistinê şerê Tehrîr el-Şam ya hevrêk li deverê dikir. [Wêne ji Mihemed Bêk hatiye wergirtin]

Endamên Ceyş el-Îslam, ya ku vê talîyê tekez kirin ku wê 20 serkêşên Tehrîr el-Şam îdam hirine, pasvanîya rêyekê li Xûtaya Rojhilatî dikin. [Wêne ji Mihemed Bêk hatiye wergirtin]

Endamên Ceyş el-Îslam, ya ku vê talîyê tekez kirin ku wê 20 serkêşên Tehrîr el-Şam îdam hirine, pasvanîya rêyekê li Xûtaya Rojhilatî dikin. [Wêne ji Mihemed Bêk hatiye wergirtin]

Hejmar têvil in, Bêk ji Diyaruna re got, lê gelek jêderan li hev kir ku hejmara total 20 kes hatin kuştin, piranîya wan biyanî bûn.

Ceyş el-Îslam daxuyanîyek roja Duşemê weşand ya tê de red kir ku wê serkêşên Tehrîr el-Şam kuştibin dema ew li ba wê girtîbûn û got ev "dikeve çarçoveya siyaseta derew û xapandinê de ya ku Enîya Nusrayê reftar dike".

Îdamkirin hatin eşkerekirin piştî du alî gihan lihevkirinekê ku Ceyş el-Îslam dê endamên Tehrîr el-Şam ên wê di şerên li Xûtaya Rojhilatî di zindanên xwe de girtibûn berdan.

Raport dibêjin îdamkirin di şerên di navbera her du rêxistinên hevrêk de li devera Şaerî Nîsana borî qewimîn.

Girtîyên hatin berdan tevlî endamên rêxistina Tehrîr el-Şam bûne yên biryar hebû ku dest ji Xûtaya Rojhilatî berdin û ber bi Idlibê ve herin li gorî lihevkirinekê di navbera hevbenîyê û rêjîma Sûrî de, Bêk got.

Ev banga ku divê Xûtaya Rojhilatî weke zoneke kêm şer were raçavkirin di Îlonê de hat holê.

Ceyş el-Îslam îdamkirinê tekez dike

Ceyş el-Îslam bersiva lîsteya girtîyên ji alîyê Tehrîr el-Şam da, wê tekez kir ku hin ji girtîyên di lîsteyê de li ba wê ne û li xwe mikur hat ku wê hineke din di şerê ku li Şaerî qewimîne de îdam kirin, Bêk got.

Tehrîr el-Şam dibêje ev weke binpêkirin ji lihevkirina berê re tê raçavkirin, lihevkirina bang kir ku îdamkirin were rawestandin û Ceyş el-Îslam bersiv da ku îdamkirin di dema şeran de qewimîn, ne di pişt re.

Dema navên takekesên hatin îdamkirin hatin belavkirin, her du rêxistin ketin rewşeke hişyarîyê ya herî bilind, Bêk got, wî anî ziman ku niştecî ditirsin rewş xirabtir bibe û şer di navbera her du alîyan de dê dest pê bikin.

Baregehên her du rêxistinan li deverên niştecihî ne, wî anî ziman, "çi şerê di nav her du alîyan de biqewime dê biherhal bibe sedema qurbanîyan di nav sivîlan de".

Hat piştrastkirin ku lîsteya navên li jêr hatiye ya kesên hatin îdamkirin e ji aliyê çackaniyên ku têkilîya wan bi her du alîyan re heye, Bêk got.

Ew endamên Sûrî Ebû Hefsil Hufeyrî, Ebû Hesan Şamî, Ebû Bekirl Colanî û Ebdil Hemîdil Qesîr, yê herwiha weke "Ebû Cewher" tê naskirin di nav xwe de dihewîne.

Yên ne Sûrî jî ev in: Muazil Qefarî, Mula Ebû Bekiril Urdunî, Ebû Zubeyril Urdunî, Mihemed Mihêmidî, Ebû Ebdullal Quseymî, Ebû Meryemil Urdunî, Ebû Hefsil Urdunî û Ebû Marîyal Urdunî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500