Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Tevgera nûavakirinê li seranserê Reqayê berdewam e

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Ev dibistana li Reqa vê dawiyê ji xwendekaran re hate nûvekirin bi xêra hewlên Encumena Sivîl a Reqa û xelkê xwecihî. [Wêne ji Hêzên Sûriya Demokratîk hatiye wergirtin]

Ev dibistana li Reqa vê dawiyê ji xwendekaran re hate nûvekirin bi xêra hewlên Encumena Sivîl a Reqa û xelkê xwecihî. [Wêne ji Hêzên Sûriya Demokratîk hatiye wergirtin]

Kar berdewam e li seranserê bajarê Reqayê li bakurê Sûriyê ku xelkê xwecihî û encumena sivîl a bajar bi hev re kar dikin ji bo rakirina hemû şûnên şer û danîna bajar li ser rêya başbûnê.

"Ev cihê karekî nûavakirinê yê gelekî mezin e," mamosteyê xanenişîn û şêniyê Reqayê Mehmûd Emîn, ku vegeriyaye bajar piştî rizgarkirina wî ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ), got.

"Herkes bi armancdarî tevdigere ji bo pêkanîna erkê ku pê hatiye erkdarkirin," wî ji Diyaruna re got, sersamiya xwe ji asta tevgerê li seranserê bajar nîşan da.

Encumena Sivîl a Reqayê ku bajar birêve dibe, ber bi hemû aliyan ve tevdigere "weke ku di pêşbaziyekê de be ligel demê bo nûavakirina bajar", wî got.

Komîteya nûavakirinê ya Encumena Sivîl a Reqayê kar dike li ser rakirina paşmahiyan li bajar ji bo amadekariyê ji vegera xelkê re bike. [Wêne ji Hêzên Sûriya Demokratîk hatiye wergirtin]

Komîteya nûavakirinê ya Encumena Sivîl a Reqayê kar dike li ser rakirina paşmahiyan li bajar ji bo amadekariyê ji vegera xelkê re bike. [Wêne ji Hêzên Sûriya Demokratîk hatiye wergirtin]

Endamên Encumena Sivîl a Reqa ligel rîspiyên êlî dicivin ji bo hevorganîzekirina hewlan ji bo vegerandina xizmetguzariyan li bajar. [Wêne ji Hêzên Sûriya Demokratîk hatiye wergirtin]

Endamên Encumena Sivîl a Reqa ligel rîspiyên êlî dicivin ji bo hevorganîzekirina hewlan ji bo vegerandina xizmetguzariyan li bajar. [Wêne ji Hêzên Sûriya Demokratîk hatiye wergirtin]

Endamên encumenê kar dikin daku piştrast bibin ku ximzetguzarî berdest in ji xelkê ku bihêvî ne ku vegerin taxên xwe, herdema ku ji mayîn werin paqijkirin û paşmayî werin rakirin, wî got.

Encumena Sivîl a Reqayê hevdem kar dike li ser rakirina paşmahiyên şer ên teqîner û vegerandina elektirîkê, avê û xizmetguzariyên kenalîzasyonê, wî got.

Di heman demê de, wî got jî, encumenê dest bi kampanyayên tenduristiya giştî kiriye ji bo berjewendiya hemû xelkê, û kar dike li ser nûavakirina dibistanan û heta organîzekirina çalakiyên werzişî ji gencên bajar re.

Di dema pêşbaziyekê de ku ji aliyê komîteya genc û werzişê ya encumenê ve hat organîzekirin bi navê "Lîgaya Reqa di Dilê Me de ye", 14 tîmên futbolê rikeberî dikirin daku nûneratiya Reqa bikin.

"Kî bawer dikir ku lîgayeke futbolê ya biçûk dê were organîzekirin û ku tîmeke ku nûneratiya bajar dike dê di vê demê de were pêkanîn, ne gelekî piştî rizgarkirina bajar?" Emîn got.

Teheda ji bo nûavakirinê hene

"Encumena Sivîl a Reqayê bi berdewamî dicive ji bo şopandina hemû pêşhateyên li ser erdê û destêwerdanê ji bo bersivdayîna her gilî yan kêmasiyan," Xalid Mustefa, ku di komîteya nûavakirinê ya encumenê de kar dike, got.

Endamên encumenê di şêwiriyên berdewam de ne ligel rîspiyên bajar ji bo nûjenkirina encumenê û pêşxistina performansa wê, wî ji Diyaruna re got.

Ew dê vê yekê bicih bikin bi rêya "pêkanîna komîteyên pispor û bijartina xelkê rast ji bo pêkanîna çendîn erkên li pêşiya wan", wî got.

"Nûavakirina kilîta vegerandina jiyanê ji bajar re ye," Mistefa got jî, anî ziman ku komîteya nûavakirinê niha paşmayiyên heykelên wêranbûyî radike daku rê bide xelkê ku vegerin taxên xwe.

Encumen rastî hinek zehmetiyan hat di bicihkirina karê xwe de, wî got, weke kêmbûna çavkaniyan, lê vê dawiyê 50 erebeyên kar wergirtin, di nav de kamyon û bildozer, ligel alavên mîkanîkî.

"Astengiya din mayîn in," wî got, nîşan bi wê yekê jî da ku tîmên endazyariyê heta niha 12 ji taxên bajar paqij kirine.

Mustefa got ku erkên komîteya wî ew e ku piştrast bibe ku dê ava vexwarinê û elektirîk ji xelkê vegeriyayî re berdest bin, ligel rakirina paşmayiyan ji kolanan ji bo rêdan ji hewlên nûavakirinê re ku dest pê bikin.

"Lê pêwîstiya hewlên nûavakirinê bi piştgiriya navdewletî ya mezin heye daku temam bibin," wî got, anî ziman ku di vê demê de, hinek ji xelkê zengîn li bajar malên xwe vedigerînin û nûava dikin li ser hesabê xwe.

Vegerandina dibistan û xizmetguzariyên tenduristî

Komîteya nûavakirinê ya encumenê herwiha kar dike ligel komîteya perwerdeyê ji bo vegerandina hinek ji dibistanên deverê, Mistefa got, ku niha bêtirî 180 dibistanên deverên ji xwendekaran re vekirî ne.

"Dibistan careka din vekirî ne, bi xêra hewleke hevbeş ji komîteyên encumenê, xelkê û mamosteyan," wî got.

Karê xwebexş roleke mezin lîst di bilezkirina nûvekirina dibistanan de, wî got, lê piştgirî hîn kêm e û gelek ji dibistanan dê hewceyî karekî nûavakirinê yê mezin be.

"Encumena Sivîl a Reqayê derman û alavên bijîşkî peyda kirin, ku piştre li ser xalên bijîşkî ku li hinek taxên ku xelkê wan vegeriyane hatine avakirin hatin belavkirin," cîgirê serokê komîteya tenduristî, Sedam Huweydî, got.

Taxa Meşleb a yekem bû ku xelkê vegeriyayî werbigre, wî ji Diyaruna re got.

Karê komîteya tenduristiyê jî gihişte gundewarên Reqa, wî got, ku komîteyê têkilî bi dermanxaneyên xwecihî re girê dane.

"Erkê bijîşkî yê herî zehmet e peydakirina çareseriyê ji qurbaniyên mayînên ku ji aliyê DAIŞ ve hatine çandin e," wî got, ji ber ku ew mayîn dibin sedema birînên kûr ji xelkê re.

Ji bo mamelekirin ligel birînên girêdayî mayînan, komîteya tenduristiyê xalên bijîşkî danîne û tişta ku ji wê tê ji wan re pêşkêş dike ji bo wergirtina haletên awarte yên wisa ku hema bêje rojane tên, Huweydî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500