Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Îraq berê xwe bi giranî dide şerê gendelîyê

Ala Husên li Bexdayê

Jinên Îraqî di xwepêşandina 15 Îlonê de li Bexdayê li dijî gendelîyê li Îraqê beşdar bûn. Herwiha xwepêşander daxwaza guhertin û nûkirinê di sîstema hilbijartinan de kirin. [Ehmed Rubêyî/AFP]

Jinên Îraqî di xwepêşandina 15 Îlonê de li Bexdayê li dijî gendelîyê li Îraqê beşdar bûn. Herwiha xwepêşander daxwaza guhertin û nûkirinê di sîstema hilbijartinan de kirin. [Ehmed Rubêyî/AFP]

Her û her Ebadî ji gelê Îraqê re tekez dike ku şerê welat yê tê dê li dijî bobelata gendelîyê be.

Soza herî dawî bo vê yekê di gotara roja Şemîyê (9ê Kanûna Yekem) de bû dema ku wî serkeftina Îraqî li dijî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) îlan dikir.

Berê, di 21ê Mijdarê de, serokwezîr soz dabû ku gendelîya îdarî û diravî li hemû sazemenîyên hikûmetê têk bide.

"Şerê ku tê dê li dijî kesên bertîlgir be," wî got, wî tekez kir ku pêdivî bi çaksaziya aborî ya giştgîr li ser asta sektorên gelemperî û taybet heye.

Ev wêneya ku di 5ê Cotmehê de hatiye kişandin, Serokwezîr Heyder Ebadî di konferenseke çapemenîyê de li Parîsê dide xuyakirin. Ew "dawîhatina cengê" li Îraqê li dijî DAIŞ piştî çend rojan îlan dike, di 9ê Kanûna Yekem de, Ebadî îlan kir ku şerê Îraqê yê di piştî şerê DAIŞ dê li dijî gendelîyê be. [Ehmed Rubê'î/AFP]

Ev wêneya ku di 5ê Cotmehê de hatiye kişandin, Serokwezîr Heyder Ebadî di konferenseke çapemenîyê de li Parîsê dide xuyakirin. Ew "dawîhatina cengê" li Îraqê li dijî DAIŞ piştî çend rojan îlan dike, di 9ê Kanûna Yekem de, Ebadî îlan kir ku şerê Îraqê yê di piştî şerê DAIŞ dê li dijî gendelîyê be. [Ehmed Rubê'î/AFP]

"Tam weke [endamên] DAIŞ rê li ber wan nebû yan xwe radest bikin û yan bimirin, îro ez derfetekê didim kesên bertîlgir yan pereyên gel ên wan dizîne vegerînin yan ew dê zindan çarenivîsa wan be," wî got.

Bertîlgiran hewl da ku agir bi Îraqê bixin û wê dûrî şerê li dijî DAIŞ bixin," wî got, "ez sozê didim hemû Îraqîyan ku em dê bi ser gendelîyê bikevin weke çawa em bi ser DAIŞ ketin."

"Du rûyê heman diravê ne"

"Destpêkirina şer aniha li dijî gendelîyê tenê gava din ya xwezayî ye piştî şerê li dijî terorîzmê, ji ber terorîzm xwe dispêre temwîlkirina neqanûnî, şiştina pereyan û xeracgirtinê," perlemantarê Îraqî Faris Faris got.

Gendelî û terorîzm du rûyê heman diravê ne

Dibe ku terorîzm vegere eger em bihêlin gendelî di sîstemê de bimîne û eger gendelîya diravî û îdarî bi kûrahî di sazemenîyên hikûmetê de qayim bibe, wî got.

Wî anî ziman eger em bixwazin serkeftina ku me li dijî DAIŞ pêk anî biparêzin, divê em bi destekî ji hesin li gendelîyê bixin û jêdera ku dibe bihêle terorîzm careke din li welat geş bibe qut bikin."

Parlemanterê Îraqî yê parêzgeha Nînewayê Ebdul Rehman Liwêzî got ku bandora gendelîyê ya hilweşêner ne tenê di "şêweyê temwîlkirina yekser û neyekser de" bo komên terorîst xuya dike", lê di sazemenîyên hikûmetê yên lawaz de jî tê xuyakirin, di nav wan de artêş.

Ev yek dihêle ku terorîzm pêş bikeve û rehên xwe berde erdê, wî ji Diyaruna re got.

"Sazemenîyên serbazî yên dewleteke xirab ew jî dê xirab bin û ew jî dê qudreta wê kêm bikin daku nikaribe berhengarîya terorîzmê bike," wî got.

Şerekî li dijî gendelîyê xwedî girîngîyeke mezin e, wî anî ziman, ji ber pêwîst e em misoger bikin ku çi kes yan dezgeha temwîla terorîzmê dikin yan alîkarîyê pê re dikin daku pêş bikeve divê werin girtin.

"Hemû pêkhatîyên vî şerî aniha amade ne," wî got, ji desthilatdarîyên têkildar, yên ku Ofîsa Çavdêrîya Diravî, Sazemenîya Destpakîyê û parleman heta bi qanûnên hatine danîn daku takekesên bertîlgir dadgeh bikin di nav xwe de dihewîne.

Hewcedarî bi gavine cidî heye

Şerê li dijî gendelîyê "şerekî zehmet e ku bi ser bikeve", pisporê zanista siyasî li Zanîngeha Bexdayê, Elî Cibûrî, ji Diyaruna re got.

"Jêderê pereyên dizîyê yên ku ji komên tundrew re tên şandin dê bi hêsanî neyên çikandin, heta ku hikûmet dest bi dest bi hemû sektorên civakê û komên siyasî re li welat kar neke," wî got.

Prose dê zehmet be û tijî xeter be, wî anî ziman, ji ber gendelî ketiye gewdeyê civakê de û ji xwe re berevanîyên mezin ava kirine daku berjewendîyên xwe di dema pêş de biparêze.

Weke encam, rawestandina li hember takekesên ku kûr di gendelîyê de çûne dê ne hêsan be, lê ew ne erkekî estem e," wî anî ziman.

Çi kampanyaya aniha li dijî gendelîyê dest pê kiriye dê piştgirîya wê ji alîyê gelerî ve "bêhempa" be, Cibûrî got, ji ber welatîyê normal ziyan ji gendelî û takekesên bertîlgir li ofîsê gihayê wî.

Hewcedarîya hikûmetê bi gavine cidî heye daku gendelîyê tine bike û careke din bawerîya gel werbigire, wî got, mîna girtina tawanbarên mezin û vegeraandina malê hatî dizîn yê ku wan şandiye welatine biyanî.

Wî got ku serkeftin di şerê li dijî gedelîyê de bi vîna hikûmetê û piştgirîya ji alîyê sazemenîyên hikûmetê ve, perwerde û desthilatdarîya olî, medya, malbat û takekesan ve tê misogerkirin, wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500