Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Banka Navendî ya Îraqî temwîlkirina teroran armanc dike

Xalid Ta'î

Polîsekî Îraqî 10,000 dînarê Îraqî dide dukandaran roja 22ê Hezîranê li Bexdayê. Banka Navendî ya Îraqî dixwaze ku bikaranîna rêyên elekitronî zêde bike di hemû beşên çalakiyên bankî û bazirganiya rojane de weke beşek ji tedbîrên nû bo şerkirina fînansekirina terorê. [Elî Şuqêr/AFP]

Polîsekî Îraqî 10,000 dînarê Îraqî dide dukandaran roja 22ê Hezîranê li Bexdayê. Banka Navendî ya Îraqî dixwaze ku bikaranîna rêyên elekitronî zêde bike di hemû beşên çalakiyên bankî û bazirganiya rojane de weke beşek ji tedbîrên nû bo şerkirina fînansekirina terorê. [Elî Şuqêr/AFP]

Banka Navendî ya Îraqî Înê (15ê Kanûna Yekem) ragihand ku wê komek ji tedbîrên parastinî dane pêş bo zuhakirina çavkaniyên fînansekirina terorê.

Ev tedbîrên han ji "pêşxistina sîstemeke elekitronî bo çavdêrîkiirna veguhestina peran pêk tên", rêveberê medyayî yên Banka Navendî, Eyser Jebar, eşkere kir.

Cebar got ku sîstema nû bi gelek saziyên bankî û diravî ve elaqedar e, û tîmeke pispor a Banka Navendî dê wê bikar bîne bo çavdêrîkirina her tevgereke pereyan.

Wî got ku Îraq dixwaze bikaranîna rêçareyên elektronî zêde bike di hemû beşên çalakiyên bankî û bazirganiya rojane de, û da zanîn ku Banka Navendî "bi gavên baş ber bi kêmkirina mameleyên diravî ve diçe".

"Ofîsa Dijî-Şiştina Peran a Banka Navendî xebatên mezin dike bo dûvçûyîna hemû mamelên diravî," wî got, û da zanîn ku beşên pispor di bankan û saziyan de ji çavdêrîkirina wan mamelan berpirs in.

Cebar got ku sîstema Kustomerê Xwe Binase tê bikaranîn li bankan bo kontrolkirina nasnameya zibûnan.

Wî got ku ev sîstem rê dide bankan ku çavkaniyên pereyên zibûnan û rewşa wan ya yasayî pişkinîn bikin, û bo dilniyayîbûn ji nebûna tu gumanan li dor çawaniya bidestxistina pereyan, ev yek jî alîkariyê di rêgirtin li ber tawankaran ku bankan bikar bînin dike.

Sehkirina tund li deverên rizgarbûyî

Bank û kompaniyên veguhestina pereyan li deverên nû hatin rizgarkirin ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) çalak in rastî sehkirinên tund tên ji aliyê Banka Navendî ve, Cebar got.

Wî tekez kir ku hewcedariya bi şopandina "prosîcerên baldar di vê pêvajoyê de, di nav de dîrasekirina rewşa yasayî ya giştî ya saziyan û kompaniyên bankî û mîtodên wan ên kar û veguhezandina pereyan û sehkirina rêdanên wan ên ewlehî".

Ev tedbîrên hatin dîzayinkirin bo "rêgirtin li van saziyan ku bibin kenalên fînansekirinê bo terorîstan û alîkariyê bikin di fendkirina operasyonên wan ên çekdar de", wî anî ziman.

"Banka Navendî berdewam e di girtina hemû gavên ku rê didin dûvçûyîna çalakiyên fînansekirinê û nehiştina ketina pereyan di destê endamên DAIŞ û çi komeke terorîst a din de," wî got.

Wî got ku di her du salên çûyî de, Banka Navendî gelek kompanî û kesayet xistin lîsta reş de ji ber têkilîyên wan bi fînansekirina terorîzmê de.

Wî got ku wê karê gelek aliyên sûcdar bi terorê bi rêya sarkirina perên wan û çavkaniyên wan ên aborî li hemû bankan û saziyan.

Roja 8ê Tebaxê, Banka Navendî ragihand ku wêkomîteyeke hikûmî ya taybet damezrandiye bi hevahengiya li gel fermangehên hikûmetê bo şerê li hember fînansekirina terorê.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Gendelên ku sûdê ji bilindbûn û daketina nirxê dolar bi berhevkirin ligel nirxê dolar ê rastî li bazarê divê bên cezakirin. Cudahî diçe kû? Herwiha, divê em yedeka xwe saz bikin û lê zêde bikin ne jê bikşînin, ji ber ku ev dê nirxê dînarê Îraqî kêm bike û piştre dê alozî derkeve holê. Divê karmend û xizmên wan tevlî tu corên qumaran nebin. Bank jî dora 150% ji dahatên dolarê xwe difroşe, ev jî bela ye. Divê ew nêzîkatiyê bikin bi rêya kêmkirina qezencan ne bi rêya kişandina ji yedek. Sipas.

BERSIV BIDE