Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî û QSD şetrîta sînorî ya Îraq-Sûrîyê ewle dikin

Xalid Ta'î

Yekîneyên Zîrevanên Sînor ên Îraqî pasîvanîya şerîta sînorî bi Sûriyê re dikin. [Wêne ji Liwayê Komando yê Hêzên Zîrevanên Sînor hatiye wergirtin]

Yekîneyên Zîrevanên Sînor ên Îraqî pasîvanîya şerîta sînorî bi Sûriyê re dikin. [Wêne ji Liwayê Komando yê Hêzên Zîrevanên Sînor hatiye wergirtin]

Misogrkirina sînor bi Sûriyê re berhengarîyeke sereke ye ya ku hikûmeta Îraqî rastî wê tê piştî tinekirina komên mayî yên çekdarên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li rojavayê Îraqê, berpirsyaran ji Diyaruna re got.

Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê, Hikûmeta Îraqî "planeke tevgir" danî daku sînorê Îraqî-Sûrî misoger bike, Serokwezîr Heyder Ebadî di konferenseke çapemenîyê de di 5ê Kanûna Yekem de îlan kir.

Aniha Wezareta Berevanîyê ya Îraqî "bi rêjeyeke mezintir sînor kontrol dike û kar dike daku asta sîstema parastinê bi alav û rêbazên çavdêrîyê yên pêşketî bilind bike", birêveberê medyaya wezaretê, emîd Tehsîn Xefacî, got.

"Bargeh û xalên çavdêrîyê li ser sînor hene," wî ji Diyaruna re got. "Hêzên Zîrevanên Sînor bi amûr û alavên aloz dabînkirî ne yên dikarin derbasbûna bi dizî di demeke herî kurt kifş bikin."

Herwiha çavdêrîya asmanî hat bikaranîn daku ewlekarîya sînor û deverên sînorî misoger bikin, wî got, di rêya bikaranîna balefirên bê balefirvan ên dikarin çavdêrîya çalakî û tekekesên gumanbar li deverên dûr li rûbereke berfereh bikin.

Hevpeymanîya navdewletî roleke mezin di piştgirîya operasyonên vekolîna asmanî de gerand, wî got, "wan veşartgehên dijberan dikirin armanc û rê li ber êrîşên wan ên ji kûrahîya biyabanê û di sînor re dest pê dikir digirtin".

Avakirina artêşeke Îraqî hêzdartir

Hevpeymanî artêşa Îraqî rahênan dike, Xefacî got, wê bi "çek û teknolojîyayê" dabîn dike daku bihêle ku performansa hêzên me pîşedar û pêşketî be, bi taybet yên berpirsyarên ewlekarîya sînor in".

"Ev piştgirî li ser bingeha lixwegirtineke navdewletî ye daku piştgirîya Îraqê bikin û sîstema wê ya berevanîya xurt bikin daku ew rûberî endamên terorîst bike, sînorekî ji çalakîyên wan re deyne û wan tune bike," wî anî ziman.

Hikûmet plan dike ku hemû yekîneyên artêşa Îraqî ji nû ve ava û organîz bike û hêzên wê derbarê reftar û sîstemên serbazî ên pêşketî rahênan bike, Xefacî got.

"Plan dê bi alîkarîya hêzên hevpeymanîyê were cîbicîkirin û ew bi giştî armanc dike ku şarezayîya hêzên me ji bo parastina welat bilind bike û kapasîteya wan derbarê parastina sînor de ava bike," wî got.

Di 19ê Mijdarê de, hêzên Îraqî kampanyayek kirin daku komên çekdar ên DAIŞ ên mayî li Ferata Jorîn û deverên biyabanî nêzîkî sînorê Sûriyê tune bikin.

Îro, yekîneyên artêşê bi awayekî mezin li ser şerîta sînorî di navbera derbasgeha Welîd li bajarê parêzgeha Enbarê Qaim û derbasgeha Rabyayê li rojavayê parêzgeha Nînewayê hatin belavkirin, bi dirêjahîya 600 kîlomitran.

Dîsan sazkirina ewlekarîya sînor

Hêzên Îraqîberbest û bircên çavdêrîyê ên bilind ava kirin daku şerîta sînorî misoger bike û careke din sînorên ku sînor saz dikin ava bike, sînorên ku DAIŞ rakirine piştî wê "xîlafet" îlan kir.

Devera sînorî dimîne jêderek ji metisîyê re, Xefacî got, ji ber ew berfereh e û kendûkozên wê sert in wan ew kiriye penageheke ewle ji çekdaran re.

Şerîta sînorî bi Sûriyê re "devera herî alozdar e li Îraqê", pisporê stratîjî Ehmed Şerîfî ji Diyaruna re got.

"Şer daku vê deverê ji derstên terorîstan derxin ji alîyê serbazî ve hatiye çareserkirin, lê ev nayê wateya ku gefa ewlekarî li wê derê nemaye," wî got.

Rikbandina çi planê daku em biyaban û devera sînorî misoger bikin divê li ser bingeha bihêzkirina niştecîyên xwecihî be, Şerîfî got.

Niştecîyên xwecihî û mêrêm êlan di pêkanîna ewlekarîyê li deverên xwe û parastina sînor de beşdar dibin.

"Karîn li vê derê ne bi hejmara hêzên pasvanîya deverê dikin tê pîvan, lê bi tiştên [amûrên] ku li ji wan re li ber dest in," wî anî ziman.

Ev amûr berçavkên ji dîtina bi şevê, sîstemên hevpeywendîyê yên pêşketî, alav tevgerê ji dûr ve çavdêrî û kifş dikin û balefirên bê balafirvan yên mirov dikare ji dûr ve wan kontrol bike di nav xwe de dihewîne.

Hevparîya artêşa Îraqî û QSD

Artêşa Îraqî û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) nû li hev kirin alîkarîyê bi hev re bikin daku sînorê Îraqî-Sûrî ji hewldanên DAIŞ bo derbasbûna bi dizî biparêzin.

Fermandar ji artêşa Îraqî û QSD roja Yekşemê (10ê Kanûna Yekem) li devera sînorî di navbera rojhilatê Sûriyê û Îraqê civîyan daku derbarê hevahengîya ewlekarîya sînor de bişêwirin, berdevkekî QSD got.

Her du alîyan ji bo hevahengîya hevbeş li hev kir daku şerîta sînorî biparêzin û çi hewldana ji alîyê DAIŞ ve daku bi dizî derbasî herdu welatan bibe çareser bikin, fermandarê tecnîdkirinê yê êla Bexdadî Şêx Qeterî Semermed ji Diyaruna re got.

Deverên Îraqê yên nêzîkî sînor, yên ji Qaimê li Enbarê heta Rabiyayê li Nînewayê dirêj didin, aniha li jêr kontrola fermandarîyên operasyonên Cezîrê, Selahedîn û Nînewayê ne, wî got.

Artêşê dest pê kiriye deverê bi alîkarîya xwebexşên êlî asê dike, wî got.

"Artêşê dest pê kiriye xendekan dikole, têlên kelemdar dideyne û berbestên bejî yên kevin ên di salên heştêyî de hatin avakirin ji nû ve ava dike, yên beşin ji wan çekdarên DAIŞ piştî sala 2014an rast kiribûn daku rêya navgînên xwe xweş bikin," wî got.

"Em li ber destên hikûmet û serkirdeyên ewlekarîyê ne," Şêx Xazî Nafi Cixêfî, serkirdeyekî êla Cixêfa li Hedîsayê ye, got.

"Asta amadebûna me bilind e û em hemû amade ne daku em sînorê xwe yê rojavayî biparêzin," wî ji Diyaruna re got.

Hevahengî babeteke pêwîst e

Lihevkirina Îraqî-QSD tedbîreke pêwîst e, pisporekî stratîjî Ehmed Şerîfî ji Diyaruna re got, wê bang kir daku hevahengî û danûstandin berdewam bin.

ji bû rewş li sînorê bi Sûriyê re "ji me tê xwestin ku em bimînin bi van hêzan re danûstandinê bikin", wî got. "Çi lihevkirinek bo hevahengîyê bi wan hêzan re daku em sînor misoger bikin dê bibe babeteke pêwîst."

Çekdarên DAIŞ "hîn dibin gef li deverên sînorî di navbera Îraq û Sûriyê de", endamê encumena parêzgeha Enbarê Ferhan Mihemed ji Diyaruna re got.

"Erkê misogerkirina sînor gelekî pêwîst e," wî got."Divê zext li wê derê li ser terorîstan bimîne û divê em nehêlin ew bi azadî li wê derê tevgerê bikin."

Şer li alîyê Sûrî li dijî komên çekdarê DAIŞ li bajarê Bo Kemalê û deverin din ên sînorî li parêzgeha Dêrazorê berdewam e, wî got.

Hevahengîya qayim di navbera artêşa Îraqî û QSD de "gaveke pêwîst e daku em sînor kontrol û misoger bikin", Dilêmî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Sedema sereke ya nearamiyê paşguhxistina dewletan ji sînoran re ye û hebûna kunên mezin di hevahengiya istixbaratî de.

BERSIV BIDE