Nûçeyên Iraqê
Medya

Rojnamevana Îraqî weke "sembola wêrekiyê" hat pesindan

Xalid Ta'î

Rojnamevana Îraqî Rena Ecîlî bi mayîneke ku ji aliyê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ve hatibû çandin mir dema ku rûmala operasyonên serbazî li rojavayê Enbarê dikir. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Rena Ecîlî hatiye wergirtin]

Rojnamevana Îraqî Rena Ecîlî bi mayîneke ku ji aliyê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ve hatibû çandin mir dema ku rûmala operasyonên serbazî li rojavayê Enbarê dikir. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Rena Ecîlî hatiye wergirtin]

Dema ku Meryem Tariq Mehdî telefona dayika xwe dikir di şeva 15ê Mijdarê de, wê nizanîbû ku ew dê cara dawî be ku dengê wê dibihîze.

Piştî demeke kurt ji wê axaftinê, dayika wê, Rena Ecîlî -- ku nûçegihaneke şer bû û rûmala operasyonên serbazî li rojavayê Iraqê dikir, bi rêya mayîneke ku ji aliyê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ve hatibû çandin hat kuştin.

Di wê pêwendiya dawî de, Meryem -- ku xwendekareke dibistana seretayî ye û mezina xwişk û birayên xwe ye -- got ku wê ji dayika xwe pirsî ku gelo rewşa wê baş e yan na.

"Wê got: Keça min, li ser min netirse, ez wekî [weke xurtbûna] 100 mêran im."

"Em gelekî axivîn, lê di dawiya pêwendiyê de wê ji min xwest ku haya min ji xwişk û birayên min hebe û divê guh bidim wan, û vê yekê hişt ez bêtir bitirs bim," Meryem ji Diyaruna re got.

Roja piştî wê, Meryem bihîst ku dayika wê hat kuştin.

"Sembola wêrekiyê"

Ecîlî, ya 38 salî, hat kuştin dema ku rûmala çalakiyên hêzên Îraqî dikir, dema ku kar dikirin li ser ewlekirina Qaim li rojavayê Enbarê û paqijkirina wê ji teqemeniyan.

Wênerojnamevan Montezer Adil û şofêrê otombîla ku Ecîlî tê de bû birîndar bûn di teqîna ku ji encama teqîna mayînekê bi otombîla wan de çêbû.

Piştî teqîna yekem, dayika wê ji otombîlê derket û terpilî, Meryem got.

Ew hat kuştin "di teqîneke din de ku nêzîkî wê çêbû".

"Dayika min jiyana xwe da ragihandinê," keça Ecîlî got. "Wê hertim ji me re digot ku ew jî serbaz e, û erkê wê gihandina rastiyê ye ji xelkê re."

Meryem got ku ew ew bi dayika xwe serbilind e, ku bûye "semboleke wêrekiyê û modêleke dilsoziya jina Iraqê ji welat û xelkê xwe re".

"Dayika min take nandera me bû ji dema nexweşiya bavê min ve," wê got, anî ziman ku hikûmeta Îraqî soz daye alîkariya malbatê bike.

Bibelgekirina binpêkirinên DAIŞ

Ecîlî endameke Sendîkaya Rojnamevanên Îraqî bû, û ligel çendîn rêxistinên medyayî kar kiribû berî ku karê wê bibe nûçegihaneke şer weke beşekî ji tîma medyaya serbazî ya ku rûmala şerên Îraqî li dijî DAIŞ dikir.

Wê gelek binpêkirinên grûpê li ser rûpela xwe ya Facebookê bibelge kiribûn, û di posta xwe ya dawî de ev peyv ji DAIŞ re hiştin, ku berî rojekê ji mirina xwe nivîsandibû:

"Hemû tişta ku ji we maye derew û bîranîneke berê bi navê olê ye, ey kesên bêdîn," wê nivîsandibû.

Ecîlî duyemîn nûçegihana Îraqî bû ku di rûmala şerê li dijî DAIŞ de îsal dimre. Di 25ê Sibatê de, medyakar Şîfa Gerdî bi rêya mayînekê hat kuştin dema ku rûmala şerên li rojavayê Mûsilê dikir.

Ecîlî "nimûneyeke jina Îraqî ya wêrek bû", Ibrahîm Serrac, serokê Komeleya Berevanîkirina li Mafên Rojnamevanên Îraqî, got.

Wê rûmaleke "pêşeng" ji serkeftinên Îraqî re dikir, "derewên terorîstan eşkere dikirin û rê li propagendeya wan a şaş digirt", wî ji Diyaruna re got.

"Jidestdana wê şok û jidestdaneke mezin ji rojnamevanan re bû," wî got, bang li "hemû aliyên pêwendîdar kir ku bilez destekê bidin malbatê û malekê ji wan re peyda bikin, ji ber ku niha di xaniyekê bikirê de dijî.

Rojnamevanên Îraqî li jêr metirsiyê ne

Li gorî Çavdêrgeha Îraqî ji bo Azadiyên Medyayê, 21 rojnamevanên Îraqî navbera Gulana 2016an û Gulana 2017an hatin kuştin, piraniya wan dema ku rûmala şerê li ser DAIŞ dikirin.

Jidestdana vê hejmara mezin ji nûçegihanên şer mijareke ku divê em li ser bisekinin, Kazim Miqdadî, serokê beşê ragihandinê di Zanîngeha Farabî de, got.

"Pirsgirêk vê derê girêdayî mîkanîzma karkirinê weke nûçegihanê şer e, ku pêwîstiya wê bi ezmûneke xurt heye di çawaniya mamelekirina bi bûyeran re li atmosfêrên gelekî metirsîdar, weke li meydanên şer," wî ji Diyaruna re got.

"Wêrekî û daxwaza berîtiyê û gurbanîdan hêjayî rêzgirtinê ne," Miqdadî got. "Lê divê em nîşan bidin bi girîngiya fêrbûna skîlên pêwîst, rahênana guncaw û çavdêriya mercên selametiyê di kar de."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500