Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Tehrîr el-Şam hişyarî da hikûmeta demkî ku ofîsên xwe li Idlibê bigre

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Hikûmeta Felata Niştîmanî, 2ê Mijdarê hat damezrandin, ji aliyê gelekan ve ew wekî eniyeke ji Tehrîr el-Şam re, hevbendiya tundrûyan a ku Eniya Nusra ya berê tê de serdest e, tê raçavkirin. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Hikûmeta Felata Niştîmanî, 2ê Mijdarê hat damezrandin, ji aliyê gelekan ve ew wekî eniyeke ji Tehrîr el-Şam re, hevbendiya tundrûyan a ku Eniya Nusra ya berê tê de serdest e, tê raçavkirin. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Bi rêya "hikûmeteke Felatê", Tehrîr el-Şam roja Yekşemê (10ê Kanûna Yekem) hişyarînameye rasdestî Hikûmeta Demkî ya Sûrî kir ku ofîsên xwe li Idlibê di nava 72 saetan de bigire, ev kiryareke dijber e ya dibe ku bibe sedema şerrekî li herêmê, çalakvanên xwecihî ji Diyaruna re got.

HikûmetaFelata Niştîmanî, ya 2ê Mijdarê hat damezrandin, ji aliyê gelekan ve wekî eniyeke Tehrîr el-Şam tê raçavkirin, hevbendiya tundrûyan a ku Eniya Nusra ya berê tê de serdest e.

Serokwezîrê hikûmeta demkî, Cewad Ebû Heteb bang li komên Artêşa Azad a Sûriyê kir ku berevaniyê li ofîsên hikûmeta demkî li parêzgehê bikin, li hember her êrîşeke Tehrîr el-Şam, li gorî raportên medyayî.

Hikûmeta felatê hişyarînameyek da hikûmeta demkî ku divê ew hemû baregehên xwe vala bike û hemû çalakiyên xwe rawestîne di nava heyama 72 saetan de roja Sêşemê, çalakvanê ku li Idlibê dimîne, Museb Esaf, yê ku bernavekî bikar tîne ji ber tirsa li ser selametiya xwe, got.

Wêneyekî hişyarînameya Tehrîr el-Şam a roja Yekşemê (10ê Kanûna Yekem) ya ku daxwazê ji Hikûmeta Demkî ya Sûrî dike ku ofîsên xwe li Idlibê di nava 72 saetan de vala bike. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Wêneyekî hişyarînameya Tehrîr el-Şam a roja Yekşemê (10ê Kanûna Yekem) ya ku daxwazê ji Hikûmeta Demkî ya Sûrî dike ku ofîsên xwe li Idlibê di nava 72 saetan de vala bike. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Hejmarek ji rûsipiyên herêmê hewl dan ku Tehrîr el-Şam qayil bikin di heyama hişyarnameyê de, wî ji Diyaruna re got.

"Lêbelê xebatên wan bibin ketin û yekîneyên ewlekariya komê dewriyên xwe himbêztir kirin li hemû deveran di çarçoveya amadekariyan de bo kontrolkirina ofîs û saziyên hikûmeta demkî," wî got.

Tê gotin ku tevgera Tehrîr el-Şam bi daxuyaniyekê ji aliyê Yasir Hacî, serokê ofîsa têkiliyên giştî yên Hikûmeta Demkî ya Sûrî, hat redkirin, yê ku roja 4ê Kanûna Yekem di hevpeyvînekê de tekezî kir li "redkirina hikûmeta wî ji hevkarî û karkirina bi her hikûmeteke ser bi terorîstan ve bi her şêweyî û formê", li gorî raportên medyayî.

Bandora li ser sivîlan

Esaf got ku dema ku hişyarînameya Tehrîr el-Şam belav bû, alozxiyeke tund parêzgeha Idlibê zeft kir, nemaze li bajarê Idlibê û bajarokên derdorê.

"Şêniyan dest bi haziriya koçkirina ji herêmê bo deverên din kir ji tirsa têkçûyîna rewşê û qewimîna rûbirûbûnên serbazî," wî got.

Wî got ku biryara Tehrîr el-Şam dê bibe sedema pêşhatinên xeternak li Idlibê ji ber ku piraniya xelkê di encumenên xwecihî û saziyên xizmetguzariyan de yên mîna av, kehrebe, rê û dibistanan kar dikin ku ew li jêr serweriya hikûmeta demkî ne.

Kom di xebatên xwe bi ser ket, ev karmendên han dê "bi xelkê bi ser Tehrîr el-Şam ve bên guhertin", Esaf got.

"Fermana Tehrîr el-Şam a rawestandina çalakiyên hikûmeta demkî dê bibe sedema pêşhatinên xeternak li ser gelê Sûriyê," rojnamegerê Sûrî Mihemed Ebdulah ji Diyaruna re got.

Wî got ku ew dê karîgeriyê li berdewamiya danûstandinên lihevkirinê bikin û ew dê rojane bên jiyankirin, ji ber ku Idlib yekane herêma mayî ye li welat ku komên opozîsyona hikûmeta Sûriyê wê kontrol dikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500