Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Sûrîya Demokratîk ewlehîyê li deverên ji DAIŞ hatine rizgarkirin qayim dikin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Tê payînkirin ku hejmarek ji çekdarên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) rîyên xwe kur kirine û xwe di nav pêlên niştecîyên Reqayê de yên ku ji bajar reviyan berî cenga rizgarkirina wî ji rêxistinê dest pê bike veşartine. [Wêne ji Hêzên Sûrîya Demokratîk hatiye wergirtin]

Tê payînkirin ku hejmarek ji çekdarên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) rîyên xwe kur kirine û xwe di nav pêlên niştecîyên Reqayê de yên ku ji bajar reviyan berî cenga rizgarkirina wî ji rêxistinê dest pê bike veşartine. [Wêne ji Hêzên Sûrîya Demokratîk hatiye wergirtin]

Hêzên Sûrîya Demokratîk (QSD) gavine nû didin daku ewlehîyê li deverên ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hatine rizgarkirin qayim bikin û herwiha li dergehên di navbera van deveran û cihên din de ji Bakurê Sûrîyê.

Ev tedbîr hatine çêkirin daku endamên DAIŞ ên ku derbasî deverên rizgarkirî dibin dema ew ber bi bajarên mîna Idlibê ve diçin yan hewl didin ku derkevin derveyî welat bixin davikê de.

Ji çaxa ku êrîşa Reqayê dest pê kiriye QSD kar dikir ku ewlehîyê qayim bike, efserê QSD Ferhad Xoca, yê ku di Operesyona Xezeba Feratê de bedar bû, got.

"Di wê demê de, hemû dergeh û rê bi hûrayî dihatin çavdêrîkirin, bi taybet dema ku pêlên sivîlan malên xwe li pey xwe dihiştin û endamên DAIŞ rîyên xwe kur dikirin û xwe di nav sivîlan de diveşartin daku neyên girtin," Wî ji Diyaruna re got.

Endamekî Hêzên Sûrîya Demokratîk siwareyan di rêbenda ewlekarîyê de seh dike li yek ji derbasgehên bajarê Reqayê. [Wêne ji Hêzên Sûrîya Demokratîk hatiye wergirtin]

Endamekî Hêzên Sûrîya Demokratîk siwareyan di rêbenda ewlekarîyê de seh dike li yek ji derbasgehên bajarê Reqayê. [Wêne ji Hêzên Sûrîya Demokratîk hatiye wergirtin]

Gelek çekdarên DAIŞ bi vî awayî hatin girtin dema wan hewl dida ku birevin, wî got, wî anî ser ziman ku hinek ji alîyê QSD ve hatin girtin, lê hineke din ketin destên hevpeymanîya navdewletî de daku werin dadkirin.

Tedbîrên ewlekarî yên din ji çavdêrîya kampên bêwaran li derdora bajarê Reqayê, li bajarokê Eyn Îsayê yê parêzgeha Reqayê û li kenarê Operasyonên serbazî li Dêrazorê pêk tên, wî got.

Zêdeyî vê yekê, ji kesên di welatê xwe de bêwar bûne tê xwestin ku nasnameyên wan werin sehkirin, wî got, wî not kir ku sivîl bi awayekî tam bi proseyê re alîkar in.

Tedbîrên ewlekarî yên qayim

QSD bi hûrayî çavdêrîya deverên sînorî yên rizgarkirî dike, ev rêbazeke sereke ye daku endamên DAIŞ ên bêrûmet bigirin, Ednan Azadî ji Asayişê (hêzên ewlekarîyê yên Kurdî) got.

Tedbîrên ewlekarî li Reqayê û derdora wê hatine qayimkirin, wî ji Diyaruna re got.

Di heman demê de, niştecîyên gundewarê Dêrazorê rastî çavdêrîyeke hûr tên, wî got, hêzên ewlekarîyê belgeyên nasnameyan seh dikin û navên kesên vedigerin û çi agahîyên têkildarê wan qeyd dikin.

"Divê her kesekî vedigere destûreke ewlehî ji desthilatdarîyên têkildar werbigre berî destûr bidin wan daku vegerin, piştî vê yekê, belgeyekê didin wan ya ku destûr dide wan ku bi azadî li deverên rizgarkirî bilivin," wî got.

Kesên ku ev belge bi wan re tune ne dibe ku werin girtin.

Sîstema ewlekarîyê ya bi dîtina endamên DAIŞ berpirsyar e ne tenê li deverekê kar dike, wî anî ziman, lê herwiha ew li deverên rizgarkirî ji Reqa heta Eyn Îsa, Efrîn û Kobanê heta bi zincîra sînorî û gundewarê Dêrezorê kar dikin.

Ev herêm ji alîyê hêzên ewlekarîyê yên yekbûyî tê parastin, yên rahiştine erkê dîtin û girtina endamên DAIŞ ên xwestî, wî got.

Çekdarê biyanî berî şer reviyan

"Lêpirsîn eşkere dikin ku qaçaxçîyên li herêmê kar dikin alîkarîya hejmareke mezin ji çekdarên biyanî kirine daku birevin," wî got, "wî da xuyakirin ku wan qaçaxçîyan bi hezaran dolar wergirtin û li şûn wan endamên DAIŞ dibirin ser sînor yan Idlibê."

Wî anî ziman ku hin çekdarên DAIŞ ên hewl didan birevin gef li qaçaxcîyan dikirin ku wan bikujin û ziyanê bigihînin malbatên wan eger ew alîkarîyê bi wan re nekin.

Diyar e ku gelek birêveber û endamên DAIŞê, di nav wan de çekdarên biyanî, karîbûn ji Reqayê birevin berî şerê rizgarkirina bajar dest pê bike, mîdyavanê ji Helebê Fêsel Ehmed got.

Ev yek diyar dike çima hin ji wan li beşine din ji Sûrîyê yan li welatine din xuya kirin, wî ji Diyaruna re got.

Gelek mîdyavanên Sûrî reva endamên DAIŞ dişopandin, didin dû geşta wan bi rêya raportên medyayê yên cihêreng derbarê dîtina wan yan girtina wan li beşine din ji Sûrîyê, mîna Idlibê yan li Ewrûpayê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500