Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Doktor banga derxistina zarokan ji Xûtayê dikin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Bijîişk li Xûtaya Rijhilatî, ya ku di bin kontrola rêjîmê de ji sala 2013an, nikaribû jîyana zarokê bi navê Muhened Elawî ji kêmbûna guhdana bijîşkî û dermanan biparêzin. [Wêne ji Navenda Medyayê ya Xûtayê hatiye wergirtin]

Bijîişk li Xûtaya Rijhilatî, ya ku di bin kontrola rêjîmê de ji sala 2013an, nikaribû jîyana zarokê bi navê Muhened Elawî ji kêmbûna guhdana bijîşkî û dermanan biparêzin. [Wêne ji Navenda Medyayê ya Xûtayê hatiye wergirtin]

Bijîşkên Sûrî li devera Xûtaya Rojhilatî li rojhilatê Şamê bang dikin bo derxistina bijîşkî ya tavil ji dehên zarokan re yên ku di rewşin tendirustî xeternak de ne.

Wan got ku raporta UNICEF derbarê bandorên tundîya berdewam li Xûtaya Rojhilatî, li jêr dorpêçkirina ji alîyê rêjîmê ve ji sala 2013an ve, diayr dike bi çi qasî rewş awarte ye.

Di raportekê de roja Yekşemê (10ê Kanûna Yekem) hat weşandin, UNICEF got zarokên li devera Xûtaya Rojhilatî derdê krîza tendirustîyê ya herî xirab di şerê Sûrî de dikişînin.

Raportê got 12% ji zarokên li jêr temenê 5 salî derdê bedxwerîya dijwar dikişînin, wî anî ziman ku "137 zarok hewcedarî derxistina bijîşkî ya tavil in ji ber rewşên têvil hin gurçikên wan sekinîne, hinek ji ber bedxwerîyê û hin ji ber birînên girêdayî şer".

Zarokên Xûtaya Rojhilatî derdê şert û mercên derûnî, laşî û tudirustî dikişînin weke encamekê ji dorpêçkirina ku li deverê hatiye ferzkirin. [Wêne ji Navenda Medyayê ya Xûtayê hatiye wergirtin]

Zarokên Xûtaya Rojhilatî derdê şert û mercên derûnî, laşî û tudirustî dikişînin weke encamekê ji dorpêçkirina ku li deverê hatiye ferzkirin. [Wêne ji Navenda Medyayê ya Xûtayê hatiye wergirtin]

Birêveberê mekteba bijîşkî ya Merj DR Enes Ebû Yasir ji Diyaruna re got, raporta UNICEF di dema guncan de hat daku zarokên Xûtaya Rojhilatî ji mirina li benda wan e biparêze.

Lêbelê, hejmara zarokên ku pêdivîya wan bi derxistina bijîşkî heye bilindtir e ji hejmara ku di raportê de hatiye notkirin, wî anî ziman ku "bêtir ji 500 zarokan" hewcedarîya wan bi guhdana bijîşkî ya lezgîn heye.

"Bi dehên haletan aniha tên dermankirin li herêma Xûtayê bi samanên pir kêm ên ku têra demankirina van rewşên tendurustî [yên zarokan]," wî got, û hişyarî ji belayeke rastîn de eger UNICEF destêwerdanê neke.

Ebû Yasir got ku heta aniha pênc zarok mirine, yê herî dawî, Muhened Elawî, roja 9ê Kanûn Yekem mir ji ber ku destêwerdana niştergerî jê re ji ber rewşa gurçikên wî ne berdest e.

"Doktoran hewl da ku wî tîmar bikin bi alavên neştergeriyê û dermanên berdest li deverê lêbelê ew têr nake," wî got.

Wî anî ser ziman ku bêtir ji 35 zarokan di heman rewşê de ne û pêwîstiya wan bi guhlêdana tengav heye bo parastina jiyana wan.

Şert û mercên tendurustî li Xûtaya Rojhilatî kambaxtir bûye ji ber dorpêça li ser deverê hatiye sepandin, Ebû Yasir got.

"Pêdiviyên nûjdarî kêm derbasî deverê bûn û bi qasên biçûk û yên ku têr nakin," wî got, û da zanîn ku piraniya corên vaksînên zarokan û dermanên nexweşiyên demdirêj, no zarokan û mazinan, peyda nabin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500