Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Îran hewl dide hebûna xwe li Sûriyê qayim bike

welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Berpirsyarên Sûrî û Îranî peymanên serbazî di civîneke Cotmehê de li Şamê imze kirin. [Wêne di medyaya civakî de belavbûye]

Berpirsyarên Sûrî û Îranî peymanên serbazî di civîneke Cotmehê de li Şamê imze kirin. [Wêne di medyaya civakî de belavbûye]

Di rêya Feyleqa Pasdaran (IRGC) re, Îran xwe hazir dike daku hebûna xwe li Sûriyê bo demeke dûrûdirêj qayim bike, pisporên derbarê karûbarên Îranî gotin.

Ev gava ku peymanên serbazî yên nû bi rêjîma Sûrî re nişan dide, gefeke yekser li ser aramîya deverê ferz dike, wan hişyarî da Diyaruna.

Îran û rêjîma Sûrî gelek peymanên serbazî yên nû imze kirin di dema serdana serokê hêzên çekdar ên Îranî liwa Mihemed Baqirî di 17ê Cotmehê bo Şamê, Birêveberîya Encumena Niştimanî ya Berxwedana Îranê (NCRI) di daxuyanîyeke 20ê Mijdarê de got.

Di vê navê re, di bin emir û çavdêrîya Şêwîrmrndê Bilind ê ÎRANê Elî Xamene' î, Îranê peymanên serbazî yên fermî bi rêjîma Sûrî re imze dike daku hebûn Feyleqa Pasdaran li Sûriyê berdewam û berferh bike..

Serokê hêzên çekdar ên Îranê liwa Mihemed Baqirî di 17ê Cotmehê de serdanan Şamê dike daku peymanekê bi rêjîma Sûrî re imze bike. [Wêne di medyaya civakî de belavbûye]

Serokê hêzên çekdar ên Îranê liwa Mihemed Baqirî di 17ê Cotmehê de serdanan Şamê dike daku peymanekê bi rêjîma Sûrî re imze bike. [Wêne di medyaya civakî de belavbûye]

Peyman hewl dide ku vê hebûnê bi awyekî qanûnî û navdewletî mafdar bik, li gor NCRI, parlemaneke li sirgûnê xwe damezrandiye.

Peymaneke din di heman demê de hat imzekirin kargeha çekên nû li Sûriyê ava kir û bang kir bo kargehên çekan ên berê di hundirê Sûriyê de hebûn ji alîyê Feyleqa Pasdaran ve nû ava bikin.

Di civînê de, Baqirî herwiha soz da ku bi lez çekan bide dest rêjîma Sûrî, daxuyanîya NCRI got.

Hebûna dûrûdirêj li Sûriyê

"Îran xweş dizane ku şer li Sûriyê ber bi dawîyê ve diçe û gelek guhdan dê bi hundîrê Sûriyê bê kirin," Navenda Şerq bo Lêkolînên Stratîjî û Herêmî lêkolîner Fethî Seyid, pisporekî Îranî got.

Rêjîma Îranî dixebite da misoger bike ku hebûna milîtên têkildarî IRGC û milîtên serbazî yên Îranî li Sûriyê berdewam bin bi rêya wergertina destûreke qanûnî, wî ji Diyaruna re got, wî not kir ku peyman meşrûiyetê dide wê hebûnê.

"Herwiha IRGC dixwaze destkeftîyên xwe li Sûriyê biparêze, dema ku hukmê Beşar Esed were bidawîkirin," Seyid got.

Wi got ev yek tenê bi rêya imzekirina peymanên dualî yên li ser dewleta Sûriyê ferz dikin ku hebûna baregehên serbazî yên Îranî qebûl bike.

Betalkirina van peymanan ji alîyê hikûmeteke ve nû dê hewcedarî bi giftûgoyên dirêj hebe, wî diyar kir, wî not kir ku Îran li hemberê vê dê nirxekê biha deyne.

Seyid hişyarî da li dijî avakirina van kargehên çekên Îranî li Sûriyê, wî nîşan da ku dibe ev çek li rêxistinên têkildarî IRGC li deverê werin belavkirin.

Alozî bi Îranê re di lûtkeyê de ye

"Hebûna hêzên Îranî û IRGC ya berdewam li Sûriyê kêşeyeke gelekî xeternak e, ji ber bê guman ew dê rêxistinên têkildarî IRGC bi hêz bike," Şiyar Turko got, akadîmîyeke derbarê kar û barên IRGC û temwîla wê de lêkolînê dike.

EvHizbella, Hereket Nujebaa, Liwayê Fatimiyûn û rêxistinên din ên li Sûriya, Libnan û Iraqê hazir in di nabv xwe de, dihewîne,wî ji Diyaruna re go.

Turko hişyarî da dibe ku bandora wan rêxistinan li ser "medya û azadiya tekesesî bi rêbazekî ku li dijî pîvanên kêm ji demekrasîyê bin" li welatên mêvandarîyê ji ber ew tenê alav in ji IRGC re.

Hebûna rêxistinên bi piştgirîya Îranê "di demekê de tê ku alozî di navbera welatên Ereb û Îranê de di lûtkeyê de ye", profîsorê qanûna tawanî li Zanîngeha Qahîrayê û lêkolînerê Navenda Herêmî bo lêkolînên Stratîjî Wail Şerimî got.

"Dewletên Erebî eşkere îlan kirin ku destwerdana Îranî di kar û barên xwemalî yên welatên herêmê de dijber e û neyê qebûlkirin," wî ji Diyaruna re got.

Hebûna van rêxistinan ya berdewam dê alozîyê bilind bike, ya ku dê bigihe asta pevçûna raserast eger mirov nema karibe rewşê kontrol bike, wî got.

Baregehên serbazî "gefeke veşartî ne"

Bo baregehên Îranî li Sûriyê, Şerimî got, ew "bê guman daku hebûna Îranê û xewna wê bo avakirinakorîdorekî di navbera Bêrût û Tehranê de biparêzin".

Baregehên serbazî "gefeke veşertî ne" ew destnîşan didin ku gengaz e kengî be destwerdanê bike daku berjewendîyên xwe biparêze, wî got.

Berjewendîyên Îranê li Srîyayê gelek in û piranîya wan berjewendîyên aborî ne girêdayî pêkhatîyên neftê ne,herwiha sektorên malî û aborî yên din jî.

Ji ber vê yekê, Îran şer û mercan amade dike daku berjewendîyên xwe li welatên li jêr zevera wê biparêze, wî got, bi awayekî sereke bi istismara bazaran li Sûriya, libnan û Iraqê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500