Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Iraq serkeftina li ser DAIŞ pîroz dike

Xalid Taî

Nîşandaneke serbazî roja Yekşemê (10ê Kanûna Yekem) hat lidarxistin ji bo pîrozkirina serkeftina li ser "Dewleta Îslamî". [Wêne ji rûpela Facebookê ya ofîsa medyayî ya Serokwezîrê Iraqê hatiye wergirtin]

Nîşandaneke serbazî roja Yekşemê (10ê Kanûna Yekem) hat lidarxistin ji bo pîrozkirina serkeftina li ser "Dewleta Îslamî". [Wêne ji rûpela Facebookê ya ofîsa medyayî ya Serokwezîrê Iraqê hatiye wergirtin]

Iraqî roja Yekşemê (10ê Kanûna Yekem) serkeftina ku ji aliyê Serokwezîr Heyder Ebadî li ser "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ve hat ragihandin heta derengiya şevê pîroz kirin.

Ebadî roja Yekşemê di daxuyaniyeke televizyonî de serkeftina di şerê 3-salî de li dijî DAIŞ û vegerandina kontrola tam li ser tevahiya axa welat ragihand.

"Hêzên me sînorê Iraqî-Sûrî bi temamî kontrol kirin û ji ber vê yekê ez dawîhatina şerê li dijî DAIŞ radigihînim," serokwezîr got.

"Dijminê me dixwest şaristaniya me bikuje, lê em bi yekgirtin û îradeya xwe biserketin," wî got, û roja Yekşemê weke bênvedaneke giştî ragihand.

Fermandarê Fermandariya Hêzên Hevbeş ferîq Ebdulemîr Reşîd Yarellah, roja Şemiyê ragihandibû ku newala biyabanî ya Cezîra li jêr kontrola hêzên Iraqî ye li seranserê rêya ji parêzgeha Nînewa li bakur bo Enbarê li rojava, AFP ragihand.

Hêzên Federal "niha sînorê bi Sûriyê re ji deriyê sînorî yê Welîd heta Rebîe kontrol dike", ku dirêjahiya wî 435 kîlometir e, wî got.

Iraqî kêfxweşiya xwe nîşan didin

Hêzên Çekdar ên Iraqî meşeke serbazî li Bexdayê lidar xistin roja Yekşemê ji bo pîrozkirina serkeftinê. Meş bi awayekî rasterast nehat veguhestin û rê ji medyaya fermî tenê re hat dayîn ku beşdar bibe.

Bi sedên welatiyan tevî sermê li Meydana Tehrîr li Bexdayê û li çendîn meydanên giştî yên din kom bûn, alên Iraqî û sloganên ku pesnê destkefta serbazî didin bilind dikirin.

"Ev demeke dirêj e ku em li benda roja dîrokî bûn. Hêzên me xewn kirin rastî," welatî Umer Selamî ji Diyaruna re got.

"Me canên nirxdar dan qurbanî û divê em vê serkeftinê biparêzin," wî got jî.

"Me welatê xwe rizgar kir û DAIŞ kete mezbela dîrokê," Xudeyir Ebas, ku lefahiyeke bi rengê ala Iraqî li xwe kiribû.

Kolanên paytextê bi kêfxweşan tije bûn ligel agirbaziyên ku asman bi sêv ronî kirin. Welatî li ber mûzîkê direqisîn, ew mûzîka ku mûzîkjenên ku li kolana bazirganî ya Kerada Dexîl diçûn û dihatin dijenîn.

Em gelekî kêfxweş in. Ev bênvedanek ji hemû Iraqê re ye," Luey Hesûn, ku banerek hilgirtibû ku li ser hatibû nivîsandin "Serkeftin li aliyê qehreman e", ji Diyaruna re got.

Welatî Fereh Ebdulwahid got ku "dema nûavakirin û kar destpê kir".

Tevî serkeftinê zehmetî dimînin

"Tehedayên din li benda me ne, destpêkê û berî her tiştî gendelî," Welatî Elî Mazin Obêdî got. "Lê emê wê jinav bibin weke çawa me bi terorê re kir."

"[Serkeftinê] bihane girîng ji me birin, lê me di dawiyê de terorîzm jinav bir," berdevkê Wezareta Berevaniya Iraqî, lîwa Tehsîn Xefacî, ji Diyaruna re got

"Ev rojeke bo qehremanî, xwequrbanîdanê û dîrokê ye," wî got. "Zilamên me ji hemû hêzên beşdar yekîtiya welat parastin, xelkê wî ewle hiştin û bajarên wî rizgar kirin."

"Piştî destkeftinê, karekî bêtir li pêşiya me ye," Xefacî got. "Divê em welatê xwe ji paşmayiyên terorîstan paqij bikin, şerê şaneyên wan ên veşartî bikin û heahengiya xwe bi xelkê re xurt bikin."

Em bang li Iraqiyan dikin ku "şerê îdyolojiya tundrû ya terorîst bikin, kokên wê jinav bibin û bajarên wêrankirî nûava bikin".

"Bi rêya vê serkeftinê me piştrast kir ku em xelkine bi îradeyeke hesinî ne," Parlementerê Iraqî Elî Ellaq ji Diyaruna re got. "Em bi rihekî şer ê xurt li dijî dijminekî hov sekinîn."

"Hêzên me niha xwedî ezmûneke dirêj in di şerkirina dijî terorê de, û welatên din dikarin sûdê ji wan bigrin," wî got jî.

Vê serkeftinê xelk û hemû aliyên siyasî kirin yek, Ellaq got, bang li herkesî kir ku "vê destkeftina dîrokî biparêze" û ji bo wê "ku weke handerekî xizmetê bike ji bo nûavakirinê û xurtkirina aramiyê".

Şanderê NY bang li xelkê Iraqê kir ku "pêşerojeke baştir û çarenivîseke hevbeş ava bikin ji bo hemû kesan di welatê wan ê yekgirtî de ligel heman welatperwerî û îradeyê ku şerê miletê wan li dijî terorê nîşan dide".

Siûdiye jî roja Yekşemê pîrozbahî li Iraqê kir, ku berpirsekî wezareta derve şikestina DAIŞ li deverê weke "serkeftineke mezin li ser terorîzmê li herêmê" wesif kir, wî berpirsî ji Ajansa Nûçeyan a Siûdî re got.

Serokê hevpeymaniya ku şerê DAIŞ li Iraq û Sûriyê dike roja Yekşemê pîrozbahî li hikûmeta Iraqî kir ji ber şikestina DAIŞ, lê hişyarî da ku divê karekî bêtir were kirin ji bo garantiya nevegera tundruwan careka din.

"Karekî bêtir dimîne, û em dê berdewam bin li ser kar ligel û bi rêya hevparên me yên Iraqî ji bo garantiya dawiya şikestina DAIŞ û rêgirtin li karîna wê bo çêkirina metirsiyê li ser şaristaniyê, li herêmê û cîhanê," Lt. Gen Paul E. Funk di daxuyaniyekê de got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500