Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî penagehên DAIŞ ên ewle ji dest wan derdixin

Xalid Ta'î

Mêrekî Îraqî artêş derbarê veşargehên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li biyabana Enbarê agedar dike. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Mêrekî Îraqî artêş derbarê veşargehên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li biyabana Enbarê agedar dike. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Piştî erdên ku berê li jêr kontrola "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) bûn ji jêr destên wê derxistin, Aniha hêzên Îraqî giranîyê didin nehiştina karînên rêxistinê yên mayî.

Hêzên artêş û yên êlî yên hevbeş kom û veşargehên DAIŞ li biyabana Enbarê ya rojavayî û di hundirê bajaran de dikin armanc, bi piştgiriya istixbarat û operasyonên alîkarîya asmanî.

Hêzên Îraqî operasyonên lêkolînê li 175 gundan li Ferata Jorîn pêk anîne, û devereke biyabanî ku rûbera wê 14,000 kîlomitrên ducar in girtiye ber xwe.

Di 26ê Mijdarê de, wan destên xwe danîn ser hejmarek ji 1,000 teqînên bidestçêkirî yên di veşargehên depokirinê yên cuda de hatibûn veşartin, şeş kargehên çêkirina teqemenîyan, 29 otomîlên bombekirî û hin din ên bi çekan barkirî û 12 sarincik û motor.

Girtina endamên DAIŞ ên xwecihî

"Erkê din ê li milêm hêzên Îraqî piştî vegerandina hemû bajaran ew e ku bidin dû bermahîyên dijmin" berdevkê Ajansa Dijî Terorîzmê, Sebah Numan, got.

Divê çi hêza êrîşker ya DAIŞ a mayî em ji kokê rakin ji ber ew gefeke li ser ewlekarîya bajarên rizgarkirî, wî ji Diyaruna re got.

Aniha hêzên Îraqî didin dû çekdarên têkçûyî yên ku temwîl, rêberî û serkêşîya wan ji dest wan çû û xwe di komin piçûk de li vir û wir di kûrahîya biyabanê de vedişêrin.

Ev endamên xwecihî ne, wî got, ji ber çekdarên biyanî, yên berê weke çekdarên elîte yên DAIŞ dihatin naskirin, ên di şer de xwe didan pêş, nema li Îraqê xuya dikin, Numan got.

Operasyonên artêşê "sekeftinin cuda" pêk anîn, wî got, wî not kir ku hêzên Îraqî gihane gund û deverin dûr ku berî deh salan lingên wan bi wir nebûbû, wan veşargehên çekan hilweşandin, veşargehên ku DAIŞ dibêje ew ewle ne.

Şopandina şanên razayî

"Hewldaneke din ya ewlekarî ya girîng ew e şopandina torên terorîstan ên nepenî," wî got.

Ajansa Dijî Terorê bi operasyonên taybet radibe daku çavdêrîya şanên DAIŞ bike û wan li bajarên rizgarkirî bişopîne daku jêderên temwîlkirina wan kifş bike.

"Ev e cewherê karê me li Ajansa Dijî Terorê," wî got. "Şerên me yên tên xwe dispêrin istixbarat û operasyonên parêzî"

Weke beşekî ji van erkên xwedî kwalîteya bilind, hêzên istixbaratên serbazî êrîş kirin ser veşargehan li deverên niştecihî, êrîşên ku girtina gelek tundrewên xwestî encam dan.

Roja Duşemê (4ê Kanûna Yekem), hêzên ewlekarîyê girtin ser veşargehên DAIŞ li Wadî Kelal li parêzgeha Diyalayê, endamekî terorîst kuştin lê yê din xwe teqand.

Wezareta Berevanîyê roja Sêşemê îlan kir ku wê terorîstekî xwestî girt li xala pêşkinînê ya Eqwasê bakurê Tekrîtê, terorîstê ku li ser rêyê bû diçû Nînewayê

"Ew kesê girtî bavê sê terorîstan e, yek ji wan di şerê rizgarkirina Mûsilê de hat kuştin," li gorî daxuyanîya wezaretê.

Hêzên Îraqî pisporîyeke mezin bo şopandina çekdaran li seranserî welat wergirtine, analîstê ewlekarî Fadil Ebû Rexîf ji Diyaruna re got.

"Bajarên rizgarkirî bi awayekî tam misogerkirî ne," wî got, wî teqez kir ku agahîyên niştecîyên xwecihî dabîn dikin kilît in ji operesyonên istixbarata Îraqî re.

Biyaban ji destên DAIŞ diçe

Ebû Rexîf got ku xisareta herî mezin ji DAIŞ re xisareta biyabanê bû, cihê ku rêxistinê weke penageheke ewle ji endamên xwe re raçav dikir.

"Hêzên me, bi piştgirîya balefirên şer ên hevpeymanîya navdewletî, deverên biyabanî yên berfereh ên dikevin navbera parêzgeha Enbar, Selahedîn û Nînewayê misogerkirin, bi taybet deverên weke Rewa, Tikrît, Siniye û girava Bajê li Ferata Jorîn tên naskirin," wî anî ziman.

Hêzên Îraqî rêyên guhestina çekdaran û xetên dabînkirinê yên digihin sînorê Sûriyê dikin armanc, Ebû Rexîf got.

Wan dest danîye ser dergehên sînorî û xalên ewlekarî di biyabanê de saz kirine, wî got.

Endamê encumena parêzgeha Enbar Murdî Mehelawî got operasyonên serbazî li orta biyabana rojavayî berdewam dibin, li penageha endamên DAIŞ a dawî di dest wê dibin.

"Cihekî ewle ji wan re nema daku xwe organîz bikin û çekên xwe depo bikin," wî ji Diyaruna re got, wî anî ziman ku aniha hêzên ewlekarîyê kontrola her bostekê ji welat dikin.

Hebûna DAIŞ kêm dibe û endamên rêxistinê yên mayî yek car nema dikarin êrîşê bikin , wî got.

Ew nema dikarin demeke dirêj xwe di qulikên xwe de veşêrin yan bi azadî bilivin bêy ku werin çavdêrkirin yan armanckirin, wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500