Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

DAIŞ mêrine ku qebûl nekirin dest ji malên xwe berdin dikuje

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Endamên "Dewleta Îslmaî" li bajarokê Sûrî Kişkiyayê tên dîtin, cihê ku rêxistinê sivîl îdam kirin ji ber wan qebûl nekir ku malên xwe ji endamên wê re bihêlin. [Wêne ji Mehmûd Nadir hatiye wergirtin]

Endamên "Dewleta Îslmaî" li bajarokê Sûrî Kişkiyayê tên dîtin, cihê ku rêxistinê sivîl îdam kirin ji ber wan qebûl nekir ku malên xwe ji endamên wê re bihêlin. [Wêne ji Mehmûd Nadir hatiye wergirtin]

Endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) du mêr li bajarokekî li gundewarê Dêrazorê îdam kirin ji ber ku wan qebûl nekir ku malên xwe ji rêxistinê re bihêlin, çalakvanekî ji Diyaruna re got.

Roja Çarşemê (6ê Kanûna Yekem), dewriyeke DAIŞ du mêr îdam kirin li bazara Kişkiyayê, bajarokê ku ser bi bajarê Elbû Kemal ê Dêrazorê ve ye.

Endamên DAIŞ got ku îdamkirin hatin encamdayîn ji ber qebûlnekirina mêran ji hiştina malên xwe re, Mehmûd Nadir, çalakvanekî medyayî bi Dêrazor li Jêr Agir e, ya ku binpêkirinên DAIŞ li dijî şêniyên herêmê dişopîne, got.

DAIŞ angaşt kir ku qebûlnekirina wan mêran ji hevkariyê re hat hesabkirin weke "rêgirek ji cîhadê re û bi îdamkirinê hat cezakirin", wî ji Diyaruna re got.

Serkêşekî diyar ê DAIŞ Sedam Cemal, ku herwiha bi Ebû Ûdey Sedam Cemal tê naskirin, bi cirnexweşiya xwe bi sivîlan re li gundewarê Dêrazorê hatiye naskirin, çalakvanan ji Diyaruna re got. [Wêne ji Mehmûd Nadir hatiye wergirtin]

Rêxistinê dest danî ser malan li Kişkiyayê û deverên hawîrdora wê, nexasim Granîc, Hecîn, Swêdan û Ebû Hemam, bo bixanîkirina çekdarên xwe yên ku ji Dêrazor, Reqa, Elbû Kemal û deverine din reviyane, wî got.

"Wê hinek xanî kirin navendên leşkerî, bi taybet ên ku dikevin deverên nişînbûyî yên ku ji hawîdor ve bi malên ehliyan tên kemerkirin daku çekdarên xwe ji êrîşên asmanî biparêze," wî anî ziman.

Nadir got ku şêwazê karkirina rêxistinê ew e ku van malan bomberêj bike dema ku hêzên rizgarker bigihin deverê, û da zanîn ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ketin cengên giran li derdora bajarok.

"Xelkê deverê tirseke rastî jiyan dikin," wî got, û da zanîn ku DAIŞ herwiha zarokekî 11-salî, bi navê Ebdul-Rehman Ewad, kuşt dema ku wî hewl da ku rê li endamên rêxistinê bigre ku mizgefta bajarokê Hecîn bikin navendeke leşkerî.

Çekdarên DAIŞ bi tifingan agir berdan malên ku xwedanên wan qebûl nekirin ji wan derkevin wekî çawa wan beriya aniha ferman kiribû, lewra xelk neçar bûn birevin û malên xwe biterikînin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500