Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Nînewa: Rêgirtin li ber vegeriyana DAIŞ

Xalid Ta'î

Hêzên ewlekarîyê veşargeheke çekan ya "Dewleta Îslamî" li taxa Sarayê li Teleferê di 11 Mijdarê de kifş kir, feşargeha ku hejmareke mezin ji teqemenîyan tê de bû. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Birêveberîya Îstexbaratan hatiye wergirtin]

Hêzên ewlekarîyê veşargeheke çekan ya "Dewleta Îslamî" li taxa Sarayê li Teleferê di 11 Mijdarê de kifş kir, feşargeha ku hejmareke mezin ji teqemenîyan tê de bû. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Birêveberîya Îstexbaratan hatiye wergirtin]

Hêzên ewlekarîyê yên Îraqî li Nînewayê di şerê dijî molgehên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) bi pêş ve diçin û veşargehên wan hildiweşînin weke hewldanekê daku nehêlin rêxistin vegere parêzgehê, berpirsyar ji Diyaruna re dibêjin.

Ev hewldan gengaz in bi saya asta bilind ya hevahengîya di navbera desthilatdarîya ewlekarî û îstexbaratan û niştecîyên xwecihî de, wî got.

"Bi rizgarkirina bajarê Mûsil û parêzgeha Nînewayê bi giştî me serkeftineke dîrokî pêk anî," serokê polîs, emîd Wasiq Hemdanî, ji Diyaruna re got.

Berhengarîya herî mezin ew e çawa em vê serkeftinê biparêzin û herwiha ewlekarî û aramîyê jî biparêzin, wî got.

Hêzên polîs "li ser asteke bilind ji alîkarîyê bi artêş, istixbarat û ajansên ewlekarîyê yên din re" kar dikin, wî got.

"Îro moralên hemû endamên hêzên ewlekarîyê gelekî bilind in û ew hewl didin ku destkeftîyên xwe yên bi qurbanîyên mezin pêk anîn biparêzin," wî anî ziman.

Niştecîyên xwecihî asteke bilind ji alîkarîyê bi hêzên ewlekarîyê re didin xuyakirin daku ewlekarîyê li deverên xwe biparêzin, Hemdanî got.

"Hewldanên me yên hevbeş pêşketineke berdewam li ser erdê pêk tînin," wî got, wî not kir ku sûk û meydanên gelemperî careke din heta derengî şevê bi xelkê mişt in.

Kifşkirina veşargehên çekan

Bermahîyên DAIŞ li vir û wir xwe vedişêrin, lê tu bandora wan a çespanî nîne, Hemdanî got. "Ew li ser jîyana xwe ditirsin weke encam ji operasyonên hwldana girtina wan."

"Me gelek ji wan girtine û Îro ew di zindanê de rûdinin," wî anî ziman.

Wî got ku Nînewa "ewle û misoger e" bi belavbûna hêzên Îraqî li seranserê parêzgehê û bêtir ji 50 birêveberî û stasyonên polîs alîkarîyê dikin daku ewlekarîyê biparêzin.

Firqeya 15an destên xwe danî ser veşargeheke çekan ya DAIŞ li devera Iyadîyayê li Teleferê ji alîyê bakur ve, li gorî daxuyanîyekê ji alîyê Birêveberîya Istibaratê Serbazî di 22ê Mijdarê de.

Di veşargehê de "20 êlekên teqîner, heşt çente ji teqemenîyên C-4, deh roketên bê balefirvan û 12 qunbeleyên destan hebûn", zêdey vê yekê pêdivîyên çêkirina alavên teqîner jî hebûn, daxuyanîyê got.

Berî vê yekê li taxa Seray li Teleferê, veşartgeheke mezin a çekan hat dîtin "60 teqînên bidestçêkirî, 380 qunbeleyên destan, 200 kîlogram ji teqemenîyan, 176 hawn û 1,000 teqemenî", tê de hebûn, daxuyanîya 11ê Mijdarê ya birêveberîya istixbaratan got.

Berdevkê Fermandarîya Operesyonên Nînewayê, emîd Fîras Beşar Sebrî, tekez kir ku ev operasyon beşek ji hewldanên parêzî yên xwedî kwalîteya bilind in.

"Em bi rêzikî rastî veşargehên çek û cebirxaneyan tên," wî ji Diyaruna re got, wî anî ziman, "em hewl didin ku çi jêdera gefa ji alîyê terorîstan ve hilbiweşînin û şiyanê wan lawaz bikin."

Hêzên ewlekarîyê di her bostekê ji parêzgehê de didin dû bermahîyên DAIŞ daku penageheke ewle ji wan re nebin ku xwe lê bigirin, wî got.

"Çalakîya istixbaratî ya awarte heye daku terorîstan bigirin, terorîstên xwe di nav niştecîyên sivîl de vedişêrin," wî anî ziman.

Ewlekirina biyabanê

Di 25ê Mijdarê de, artêşa Îraqî dest bi operesyoneke serbazî kir daku destên xwe deyne ser komên DAIŞ li beşên başûrî û rojavayî ji Nînewayê, bi taybet li Hederê.

Ev operasyon beşeke ji kampanyaya serbazî ya berdewam daku biyabanê li beşê bakurê rojhilatê parêzgeha Enbarê ewle bike.

"DAIŞ ji biyabanê û deverên dûr [ji Îraqê] hatiye û em naxwazin ew vegerin û wan deveran weke penageheke ewle bikar bînin," endamê komîteya ewlekarîyê ya encumena parêzgeha Nînewayê, Hesan Şibêb Sebawî, got.

"Em agahîyên istixbaratî derbarê endamên terorîst ên xwe di şikeftan de vedişêrin werdigirin, şkeftên ku li ser rêya ji Hewîcayê (li rojhilatê parêzgeha Kerkûkê) heta bi Qeraj (başûr-rojhilatê Mûsilê)," wî ji Diyaruna re got.

Sebawî teqez kir ku pêdivî bi "operasyonên dûvketinê yên berdewam û berfereh bi beşdarbûna hemû yekîneyan heye" daku terorîzmê li wan deveran û li biyabana Hedarê rakin, biyabana ku li dirêjîya sînorê Îraqê yê rojavayî ye.

"Parastina xemal hevkariya bi niştecîyên xwecihî re" meseleke zor girîng e, wî anî ziman.

Parastina ewlekarîyê erkekî ne hêsan e, wî got, wî not kir ku pêdivî bi sazkirina databaseke istixbaratî ya tevgir heye, databasa ku nav û nasnameyên tekekesên xwestî tê de hebin, posterên kestên tên xwestin li kolanan raber bikin, û xelat ji her kesê ku alîkarîyê dike daku em cihên wan destnîşan bikin hebin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500