Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Malbatên Iraqî vedigerin devera Zawiyê li Enbarê

Xalid Ta'î

Zarokine Iraqî, yên ku ji bajarê Qaimê yê Enbarê bêwar bûne, li derveyî konekî li rojavayê parêzgeha Enbarê roja 2yê Mijdarê. Hinek malbatên bêwar destpê kirin ku vedigerin malên xwe. [Ehmed Rûbeyî/AFP]

Zarokine Iraqî, yên ku ji bajarê Qaimê yê Enbarê bêwar bûne, li derveyî konekî li rojavayê parêzgeha Enbarê roja 2yê Mijdarê. Hinek malbatên bêwar destpê kirin ku vedigerin malên xwe. [Ehmed Rûbeyî/AFP]

Hêzên Iraqî roja Sêşemê (5ê Kanûna Yekem) 50 malbatên bêwar veguhestin malên wan li devera Zawiya ya ku dikeve rojavayê parêzgeha Enbarê.

Ev yekemîn koma bêwaran e ku vedigere deverê piştî ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hat derxistin, berpirsiyarekî xwecihî wiha got.

"Îro, 50 malbatên bêwar vegeriyane devera Zawiyê li navçeya Hedîsayê, li nêzî bajarê Anahê," serokê encumena xwecihî ya Hedîsayê, Xalid Selman, got.

Dever "bi temamî hatiye ewlekirin, û xizmetguzariyên serekî hatine berdestkirin", wî ji Diyaruna re got.

Vegera van malbatan nîşan dide ku "hewlên hêzên ewlekariyê û hikûmeta xwecihî bo vegerandina bêwaran bo deverên rojavayî yên Enbarê û piştgirîkirina aramiyê li wir destpê kirine", wî anî ser ziman.

Zawiye yek ji deverên pêşîn bû ku hêzên Iraqî ew dîsan kontrol kirin di pêngava serbazî ya berfireh de li rojavayê Enbarê, ya ku roja 17ê Mijdarê bi rizgarkirina Rawayê, dawîn bajarê li li jêr kontrola DAIŞ li welat, hat bidawîkirin.

Dê malbatên bêhtir bikaribin vegerin piştî ku rakirina paşmayiyên teqemeniyên şer were temamkirin û xizmerguzariyên giştî bêne peydakirin.

Piştgiriya xebatên nûavakirinê

Nûnerên rêxistinên navdewletî, di nav Foruma Hevkariya Geşesendinî ya NY de, vê heftiyê serdana Hedîsa, Rawa û Anah kirin, Selman got.

Roja Sêşemê, wan serdana bajarê Qaim kir bo sehkirina ziyana ku gihiştiye jêrxaneyê û dîtina rêyan bo tevlîbûyîna di xebatên piştgirîkirina nûkirinê de.

Selman got ku xebatên çirûpir hene bo vegerandina jiyana normal bi awayekî bilez, û hêviya xwe ya bi tewandina rûpela bêwariyê li bajarên rojavayî yên Enbarê di nava çar mehên werin de anî ziman.

Selman got ku ev bajar bi temamî hatin rizgarkirin ji aliyê Fermandariya Cezîrê, Firqeya 7ê ya artêşê, yekîneyên bersivdayîna bilez û şervanên êlên xwecihî ve.

Wî got ku bajar hatine asêkirin ji hemû aliyan ve bi rêya xendeqan û rêbendên ewlehî, û operasyonên serbazî yên nêçîrkirina paşmayiyên DAIŞ ên lidar hene, ku reviyane biyabanê.

Hêzên Iraqî 14,000 kîlometrên ducar li rojavayê Enbarê maliştine bi merema lêgerîna li paşmahiyên DAIŞ.

Di van operasyonan de, wan karî bingeh û embarên DAIŞ ên ku teqemeniyên bidestçêkirî, otombîlên bomberêjkirî û wesayîtên din ên ku tifingên maşîn hildigrin, tanker û motor vedihewandin birûxînin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500