Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Fermandarekî Feyleqa Pasdaran li Dêrezora Sûriyê hat kuştin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

General Mensûr Ebasî Hefşejanî yê ji Feyleqa Pasdaran a Şoreşger a Îslamî ya Îranê vê hefteyê di şerekî li parêzgeha Dêrezorê ya Sûriyê hat kuştin. [Wêne li ser medyaya civakî hatiye weşandin]

General Mensûr Ebasî Hefşejanî yê ji Feyleqa Pasdaran a Şoreşger a Îslamî ya Îranê vê hefteyê di şerekî li parêzgeha Dêrezorê ya Sûriyê hat kuştin. [Wêne li ser medyaya civakî hatiye weşandin]

Mirina fermandarê Feyleqa Pasdaran a Şoreşger ya Îslamî li parêzgeha Dêrezorê, ya ku ji aliyê medyaya Îranî ve hat tekezkirin, delîlekî nû dabîn dike ku destê Îranê bi awayekî yekser di şerê Sûriyê de heye, çalakvanekî û pisporekî ji Diyaruna re got.

Tevî ku delîl li ser erdê zêde dibin, Îran berdewam angaşt dike ku destêwerdana wê tenê li ser asta dabînkirina piştgiriya istixbaratî, lojistî û teknîkî ye.

General Mensûr Ebasî Hefşejanî di şerê li bajarokê Salihiyê de hat kuştin, bajarokê ku derveyî bajarê Albu Kemal dikeve, çalakvan Eymen Elî, ê ku di rûpela Facebookê ya Goşeya Nişteciyên Albu Kemal çalak e got.

"Karwana Hefşejanî ya ku ji 2 otombîlan pêk dihat hat teqandin, general û hevrêyên wî hatin kuştin," wî ji Diyaruna re got.

Ew kesên ku bi Hefşejanî re hatin kuştin welatiyên Îranî û Sûrî bûn, Elî got.

Hejmareke mezin ji efserên Feyleqa Pasdaran li devera Albu Kemalê hene, wî got, cihê ku ew komên çekdar ên têkildarî wan bi rêyê ve dibin, bi taybetî Lîwaya Fatimiyûn , ya ku ji çekdarên Efxanî pêk tê.

Hefşejanî ne yekem efserê Feyleqa Pasdaran e ku li Sûriyê tê kuştin, Fethî Seyid, ku lêkolînerekî di Navenda Rojhilat bo Lêkolînên Stratejîk û Herêmî de ye, û pisporê karûbarên Îranê ye, got.

Raportên li ser van mirinan girîng in, wî ji Diyaruna re got, ji ber ew Feyleqa Pasdaran sûcdar dikin bi beşdarbûna wê ya yekser di şerê Sûriyê de.

"Divê ev bûyer bi awayekî tam û qanûnî werin belgekirin," wî anî ziman.

Rêjîma Îranî şerê li Sûriyê dirêj dike daku plana xwe ya ku Tehranê bi Bêrûtê ve girêbide di rêya korîdoreke bejayî de ku di Iraq û Sûriyê re derbas dibe temam bike.

Derbarê mirina fermandarên Feyleqa Pasdaran li Sûriyê , Seyid got xuyaye "baweriya Feyleqa Pasdaran bi komên çekdar ên ku wê çêkirine li Sûriyê nayê, ji ber hemû ji aliyê efserên Îranî yên kevneşervan têne birêvebirin ji bo misoger bikin ku ew bi ya şîretên Îraniyan dikin".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500