Nûçeyên Iraqê
Civak

Selahedîn piştgiriya lihevhatina êlî dike

Ala Husên li Bexdayê

Parêzgarê Selaheddînê Ehmed Cibûrî serperiştiya vegera malbatên aware li Yesrib, li başûrê Selaheddînê, dike. [Wêne ji Ehmed Cibûrî hatiye wergirtin]

Parêzgarê Selaheddînê Ehmed Cibûrî serperiştiya vegera malbatên aware li Yesrib, li başûrê Selaheddînê, dike. [Wêne ji Ehmed Cibûrî hatiye wergirtin]

Desthilatên parêzgeha Selahedîn konferansên civakî organîze dikin ji bo handana lihevhatinê navbera êlan de û xweşkirina rêyê ji bo vegera bi sedên malbatên aware, berpirsên xwecihî ji Diyaruna re gotin.

Parêzgeha, ku par ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hat rizgarkirin, warê zincîreke cudacuda ji girûpên tayifî û etnî ye, ku ev yek dihêle ku vegera xelkê wê gavek be ku pêwîstiya wê bi civînên lihevhatinê heye.

Gelek ji civînên wisa navbera êlên Sunî û Şîe ve hatine lidarxistin, bi navbênkariya berpirsên hikûmî û carinan desthilatên olî li Necef weke amadekarî ji bo vegera awareyan.

Konferansên lihevkirinê

"Konferansên lihevhatina civakî, ku lîderên êlî di wan de beşdar dibin, bi awayekî rasterast ji aliyê parêzgar û endamên encumena parêzgehê ve tê sponserkirin," endamê encumena parêzgeha Selahedîn, Elî Fadil Duceylî, got.

Armanc çareserkirina nakokiyên navbera xelkê parêzgehê ye û ji bo avakirina pêwendiyên civakî yên xurt e, wî ji Diyaruna re got.

"Konferans li beşên parêzgehê ku pêlên awarebûnê di çend salên dawî de li wan çêbûn hatin lidarxistin," wî got.

Ev deverên Ezîz Beled, Elbû Hişma, Sulêman Bek, Siniya û gundên nêzîkî Amirlî li xwe digre.

"Lihevhatinê alîkarî kiriye di xweşkirina rê de ji bo vegera malbatan ji pêkhateyên cuda bo malên xwe," wî got jî, û hiştin ku xelk cudahiyên etnîkî û tayifî derbas bikin.

Selaheddîn, ku warê êlên Sunnî, Şîe, Turkmen û Kurd e, "dibe ku were nîşandan weke nimûneyeke biçûk ji Iraqê", Duceylî, got.

Encumena parêzgeha Selaheddîn biryar daye ku hewlên xwe berdewan bike ji bo lihevkirina êlan û vegerandina xelkê aware, endamê encumenê Herdan Feracî ji Diyaruna re got.

"Desthilata xwecihî biser ket di lidarxistina çendîn civînan li parêzgehê. Bexda û Selahedîn navbera lîderên êlên cuda de," wî got.

Belgeya aştiya civakî

Hewl bi hev re bûn sedema pêşxistina belgeyeke aştiya civakî ku gavên sereke ber bi lihevhatinê ve datîne ku gerek werin standin berî vegera xelkê aware, Ferac got.

"Madeyeke sereke di vê belgeyê de hikûmetê neçar dike bi dayîna qerebûyên pereyî ji [malbatên] qurbaniyên DAIŞ re li Beled, Yesrib û başûrê Samerayê" berî vegera wan, wî got.

Ev bi armanca sivikkirina barê wan û rêgirtin li egera her tolhildanekê navbera malbatên qurbaniyên DAIŞ û malbatên ku endamine wan tevlî rêzên rêxistinê bûn de, wî got jî.

Desthilata xwecihî ya Selahedîn pênc milyar dînarên Iraqî ($4 milyon) terxan kirine ji bo asankirina vegera awareyan, ku hinek ji van pereyan diçin ji qerebûkirina qurbaniyên terorîzmê re.

"Ev bû encama ku 108 malbatên ku endamên wan di şer de mirin qerebûyên madî werbigrin," Ferrac got, anî ziman ku malbatine din dê di demeke nêzîk de qerebûyê werbigrin.

Belgeya aştiyê rê li endam û piştevanên DAIŞ digre ku vegerin malên xwe, lê ev qedexekirin malbatên wan lixwe nagre, wî zelal kir.

"Hertişt li gorî planê dimeşe, ji ber ku hinek malbat vegeriyane û hinekên din li ser rê ne," wî got jî.

Malbat dest bi vegerê dikin

Navçeya Ezîz Beled li başûrê Selaheddîn niha fokusa hewlên vegera awareyan bo malên xwe ne, Ferac got.

"Lê teheda ne tenê di lihevhatinan de ye, lê herwiha di jêrxaneya ku zerer gihayê de ye," anî ziman ku li Ezîz Beled bi tenê, 3,600 ji 4,000 malên milkê malbatên aware hatine wêrankirin.

Bingehên elektirîkê hatine talankirin û heft bingehên filterkirina avê, 11 mizgeft û 15 dibistan, hatine wêrankirin, wî got jî.

"Lihevhatin dê hewceyî fînansekirinê be, lê xelk biniyet in ku tevî vê asta wêraniyê jî vegerin ji ber ku heta wisa jî ji kampên penaberan baştir e," wî got.

Proseya lihevhatinê pêk hat di atmosfêreke ji hezkirinê de, serokê encumena parêzgeha Selahedîn Xalid Xezrecî, got.

"Piştgiriya wê tê kirin ji desthilata xwecihî ve, ku piştgiriyê ji hikûmeta federal li Bexdayê werdigre," wî ji Diyaruna re got.

Xezrecî serkeftina hewlên lihevhatina civakî û hewlên vegera awareyan vegerande tebîeta têkiliyên êlî yên germ li parêzgehê, anî ziman ku 90% ji êlan tayifegeriyê şermezar dikin.

Jihevzewicîn di nav êlên cuda de berbelav e, wî got.

Gelek malbatên aware vegeriyane malên xwe ji encama hewlên lihevhatinê, wî got, anî ziman ku mumkin e ku hemû malbatên aware vegerin malên xwe li Selahedîn berî dawiya salê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500