Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Ewlekariya Xwecihî ewlekariya Reqayê digrin dest xwe

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Endamekî Hêzên Ewlekariya Xwecihî belgeyên nasnameyan li yekî ji dergehên bajarê Reqayê pişkinîn dike. [Wêne ji Hêzên Sûriya Demokratîk]

Endamekî Hêzên Ewlekariya Xwecihî belgeyên nasnameyan li yekî ji dergehên bajarê Reqayê pişkinîn dike. [Wêne ji Hêzên Sûriya Demokratîk]

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) destpê kirine ku beşinan ji Reqayê radestî Hêzên Ewlekariya Xwecihî dikin piştî ku wan "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) derxist û operasyonên rakirina mayînan û paqijkirina paşmayiyan temam kirin.

Raguhestina peywerên ewlekarî bi aramî û awayekî rêxistkî pêk tê weke encam ji karê li her devereke nû, weke ku hatiye plankirin û amadekirin berî rizgarkirina bajar, berpirsyarên xwecihî ji Diyaruna re got.

Piştî rizgarkirina bajar, QSD got ku ew dê bajar bixe jêr kontrola Encumena Ewlekarî ya Reqayê , rêveberê Navenda Medyaya QSD Mustefa Balî got.

Encumen dê rêvebirina karûbarên bajar bigre xwe, wî got, lê Hêzên Ewlekariya Xwecihî dê erkê parastina qanûn û rêxistinê bigre dest xwe.

Baregeha Hêzên Ewlekariya Xwecihî li Reqayê hatiye nûavakirin daku pêşwaziya welatiyan bike. [Wêne ji Hêzên Sûriya Demokratîk]

Baregeha Hêzên Ewlekariya Xwecihî li Reqayê hatiye nûavakirin daku pêşwaziya welatiyan bike. [Wêne ji Hêzên Sûriya Demokratîk]

Piştî rizgarkirina bajar qonaxa paqijkirina wî ji bermayiyên şer û mayînên çandî ji aliyê DAIŞê veû piştrastbûn ji ewlebûna wî tê," wî got.

"Ev yek li gor planeke ku baş fikir li ser hatiye kirin tê pêkanîn, û dema ku were piştrastkirin ku xeter bi awayekî tam hatiye rakirin, berpirsyariyên ewlekarî dê werin raguhestin bo Hêzên Ewlekariya Xwecihî, yên ku berê mesûliyeta hejmarekê ji deveran kiriye."

Ev yek dê berdewam be heta ku Hêzên Ewlekariya Xwecihî mesûliyeta bajar û parêzgehê bigire dest xwe, wî got, anî ziman jî ku "Hêzên Ewlekariya Xwecihî mesûliyeta navçeya Mişlibê, beşekî mezin ji Reqaya kevin, Rumêla, Nezlet Şuheda, Cezra û Teyar girtibû dest xwe".

"Bi sedan ciwan xwebexş bûn daku bi Hêzên Ewlekariya Xwecihî re kar bikin, yên ku aniha hejmara wan gihaye bêtir ji 1,000 kesî," wî got, wî not kir ku endamên hêzê welatiyên Sûrî ne bû bi esil ji parêzgeha Reqayê ne.

Ofîsên îdarî daku alîkarîyê bi nişteciyan re bikin

Hêzên Ewlekariya Xwecihî li dergehên bajar û deverên ku nû hatine paqijkirin li Reqayê belav dibin bi alîkarîya QSD û Encumena Sivîl a Reqayê, Ramiz Husên, yê ku xwebeş e di nav refên hêzê de got.

QSD li hejmarek ji xalên stratejîk derveyî bajar hatiye bicihkirin daku nehêle êrîş ji aliyê endamên teror ve çêbibin, wî ji Diyaruna re got.

"Hêzên Ewlekariya Xwecihî berpirsyariya çavdêrîkirina hemû kesên ku derbas dibin û derdikevin girtiye xwe li wan deverên ku QSD ji wan vekşiyaye," wî got.

Husên got ku ew belgeyên nasnameyên kesên ku derbas dibin û ji bajar derdikevin pişkinîn dikin û çavdêriya her çalakiya gumanbar dikin ya dibe ku komên DAIŞê yên razayê pê rabin.

"Zêdeyî vê yekê, [Hêzên Ewlekariya Xwecihî] pevçûnên di navbera welatiyan de çareser dikin, kaxezên qeydkirinê yên hemû otombîlan û makîneyan pişkinîn dikin, bi taybetî makîneyên çandiniyê, û nahêlin çek û madeyên hişbir berdest bin," wî got.

Ew herwiha rê li ber dizî û tadayiya ser samanên kesane digre, wî anî ziman.

"Xwebexşên di refên Hêzên Ewlekariya Xwecihî de ji Akademiya Polîs a Serbazî li Eyn Îsayê der diçin piştî ku ew derbasî korseke ku rahênana îdiyolojî, cesteyî û serbazî lixwe digre dibin," Husên got, wî not kir ku Hêzên Ewlekariya Xwecihî kar dabeş dikin li ser bingeha pisporiya her derçûyiyekî.

Ofîsa kontrolkirina trafîkê li bajar hat damezrandin daku trafîkê kontrol bike û dest deyne ser otombîlên ku hatine dizîn, wî got.

Di heman demê de, ofîsa rêxistî bo qedexekirina tawanê kar dike daku qedexekirina tam bo rakirina çekan ferz bike.

Ofîsa Dîwan (ofîsa îdarî) berpirsyar e bo temamkirina mameleyên kaxezî û xwestekên bo qebûlkirinên ewlekarî yên lazim ji welatiyan re daku vegerin bajar.

"Baregeha Hêzên Ewlekariya Xwecihî li bajarê Reqayê û ofîsên wê hatin raxistin daku ji kar re guncan bin," Husên got, karê ku di nav xwe de pêşwaziya welatiyan û çareserkirina daxwaz û gazinên wan bikin lixwe digre.

Karê Hêzên Ewlekariya Xwecihî "girîng" e

Nişteciyê Reqayê Mihemed Helaq, yê 70 salî, ji Diyaruna re got ku nişteciyên ku vegeriyane bajar an ên bi awayekî rêxistî serdanê dikin, "gelekî aram in dema ew xalên pêşkinînê yên Hêzên Ewlekariya Xwecihî û dewriyên li bajarê Reqayê dibînin".

"Rastiya ku ajanseke ewlekarî ya pispor bi ewlekariyê radibe ew nîşanek e ku jiyan li bajar hêdî hêdî vedigere rewşa asayî," Helaq got, ku nişteciyekî ji Mişlibê ye.

Karê Hêzên Ewlekariya Xwecihî "girîng e" da misoger bikin ku kiryarên dizî û tawanê hatine qedexekirin, wî anî ziman.

Nişteciyên ku vegeriyane malên xwe gelekî bi rênimayên ku ji alîyê endamên Hêzên Ewlekariya Xwecihî ve tên derxistin pabend in, wî got, ji ber ku "ew dizanin ku ev rênima hatine cîbicîkirin daku xizmeta wan bikin û jiyana wan biparêze".

Rênimayên daku dûrî deverên ku hîn ji mayîn û bermayiyên şer tên paqijkirin bikevin bi awayekî taybet girîng in, wî got.

"Piraniya endamên Hêzên Ewlekariya Xwecihî bi esil ji bajar in, ev yek qudreta wan daku bi nişteciyên vedigerin re bidin û bistînin zêde dike," wî anî ziman.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500