Bajarê Mûsilê roja Pêncşemê (1ê Kanûna Yekem) mêvandariya maratonekê kir, û ev yekemîm pêşbaziya ji vî corî ye ji dema ku bajar ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) di Tîrmehê de rizgar bû.
Bi sedên bezvanên mêr û jin beşdarî di "Maratona Nînewa ya Navdewletî bo Aştiyê" kirin bo komkirina peran ji malbatên rojavayê Mûsilê re, bajarê ku rastî wêrankariyeke mezin hat di şerê derxistina DAIŞ de.
"Ev rojeke taybet e di dîroka bajarê me de," serokê polîsê Nînewayê, lîwa Wasiq Hemdanî ji Diyaruna re got.
"Ev bone bo cara yekemîn li vir tê birêveçûn û bi amadebûyîna hejmareke mezin a beşdarvanan," wî got.
Wî got ku bêtir ji 1,000 werzişvan ji piraniya parêzgehên Iraqî û çendîn dewletan mîna Cezayir û Maroko û herwiha şêniyên Mûsilê têde beşdar bûn.
Wî got ku maraton hat organîzekirin bi insîyatîveke bi pêşengtiya profesorên Zanîngeha Mûsilê û çalakvanên Iraqî, bi hevahengiya bi Wezareta Ciwanan û Werzişê re.
Bezeke bo aştiyê
Armanc ew e "nameyekê ji cîhanê re bişîne ku dê Mûsil bajarê hezkirin, aştî û hevjiyankirinê be", wî got, û da zanîn ku piraniya beşdarvanan kincên sipî û rîbanên sipî li xwe kirin bo rengê aştiyê bixemilênin.
"Mûsil vegeriya rewşa xwe ya berê, bajarekî çalak û jiyandar ku tu cihê terorîzmê û tundûtûjiyê lê tune ye," wî got.
Hêzên artêşê û polîs û navgînên serbazî bi dirêjahiya rêya bezvanan belav bûn.
"Em biser ketin di ewlehiştina boneyê de, ku wê bi zelalî pêşketina karînên me selimandin," Hemdanî got.
Wî got ku rêya bezavên maratonê 6-kîlometrî ji seyrangehê li devera Xabat li rojhilatê Mûsilê heta bi kampûsa Zanîngeha Mûsilê dirêj bû.
Wî got ku bone bû cihê baldariya hejmareke mezin ji şêniyên deverê, yên ku bi girseyî kom bûbû bo temaşeya vê boneya werzişî ya bêhampa bikin.
"Îroj me karî em amade bin û em karin mezintirîn festîvalan û boneyan biparêzin," Hemdanî got, û hêviya xwe ya ku maraton bibe destpêka heyama nûjandinbûyînê li Mûsilê anî ser ziman.