Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Hêzên Iraqî depoyên Kîmawî yên DAIŞ vedibînin

Xalid Ta'î

Hêzên Iraqî depoyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) vedibînin, depoyên ku mêjereke mezin ji materyalên kîmawî dihewîne, materyalên ku di çêkirina çekên kîmawî de hatin bikaraîn . [Wêne ji rûpela Facebookê ya Birêveberîya Istixbarata Serbazî hatiye wergirtin]

Hêzên Iraqî depoyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) vedibînin, depoyên ku mêjereke mezin ji materyalên kîmawî dihewîne, materyalên ku di çêkirina çekên kîmawî de hatin bikaraîn . [Wêne ji rûpela Facebookê ya Birêveberîya Istixbarata Serbazî hatiye wergirtin]

Hefteya borî hêzên Iraqî depoyeke ku embara yedek ji materyalên kîmawî re li Qaimê, li rojavayê Enbarê, vedîtin, depoya ku ya "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) bû, perpirsyarên xwecihî ji Diyaruna re gotin.

Wan got ku çekdaran depo weke mexzekeî navendî bikar tanî ji bo berhevkirin û hilxistina materyalên kîmawî yên ku di çêkirina hezarên teqemenîyên mirinbar de hatin bikaranîn.

Depo di 19ê Mijdarê de di operesyoneke lêgerîn û paqijkirinê de li devera pîşesazî li Qaimê hat diyarkirin dema ew li komên DAIŞ ên mayî digeriyan.

Di demadagirkirina wê ji Enbarê re di dawîya sala 2014an de, DAIŞ destên xwe danîn ser depo û gelek siwênkarên çêkirina semad û fosfatê ên Wezareta Pîşesazîyê, fermandarê heşda êlên Bexdadî, Şêx Qeterî Semermed, got.

DAIŞ ew materyalên bi awayekî duhenî tên bikaranîn di çêkirina teqînên bidestçêkirî de û bombeyên C4 ên gelekî teqîner pêşkêş kirin, wî ji Diyaruna re got.

"Bi bikaranîna van depoyên stratîcî, wan karîbû bi hezarên bombeyan çêbikin, bombeyên ku wan li her deverê ji bajarê Qaimê çandin û yên ku wan bikar anîn daku êrîşî hêzên serbazî û sivîlan bikin," wî got.

"Depo weke jêdera sereke bo çêkirina teqemenî û çekên qedexekirî ji alîyê terorîstan ve hat raçavkirin," Semermed got.

Di hundirê depoyê de, hêzên Iraqî 3,000 kîsên nitratên yorya yên teqîner dîtin(her kîsek 50 kîlogram), ên hatin bikaranîn daku bandor û çalakîya materyalên teqîner zêde bikin, li gorî daxuyanîyeke Wezareta Berevanîyê.

Herwiha wan amûr û alavên di çêkirina teqemeîyan tên bikaranîn dîtin, wî got.

"Hêzên ewlekarîyê gelek teqemenîyên ji alîyê çekdaran ve li ser rêyê, di hundirê malan de û di avahîyên hikûmetê de hatin çandin li Qaimê û deverên din ji Enbarê rakirin û ji hev xistin," Semermed got.

Wî got lêbelê erk berhengar e, ji ber deverên lewitandî mezin in û dê gelek kar bixwazin.

Ew teqemeniyên çandî bûne sedema hejmareke qurbanîyan di van her çend rojên borî de, wî got, di nav wn de 15 sivîl û karmendên serbazî.

Delîlên nû li ser tawanên DAIŞ

Kifşkirina depoyê delîlekî nû li ser çêkirina DAIŞê ji teqemenîyên kîmawî re pêşkêş dike, fermandarê hêzên êlêb Hedîsayê, Şêx Ewad Seîd Cuxêfî, got.

DAIŞ karîbû yorya ku bi mêjerin mezin di depoyê de hat dîtin veguhere çekên kujêner, wî ji Diyarunare got.

Ji dawîya sala 2016an ve, çekdarên DAIŞ gelek êrîş kirin bi bikaranîna teqemenî û çekên bi materyalên kîmawî mina Klor û xaza xerdelê barkirî, weke hewldanekê daku astengîyan ji pêşketina hêzên ewlekarîyê re çêbike.

Rêxistinên navdewletî, di nav wan de Çavdêrîya Mafên Mirov, şehadatên berdestîkan belge kirin yên piştrast dikin ku Destên DAIŞ di kirina êrîşên kîmawî yên jehrîn de li ser sivîl û karmendên serbazî li bajarokên bakurî, mîna Geyara û Tûz Xirmatoyê, hene.

Endamên DAIŞ herî kêm sê êrîşên kîmawî li ser bajarokê Qeyarayê yê Iraqî kirin, Çavdêrîya Mafên Mirov di raporta Mijdara sala 2016an de got.

Kifşkirna veşartgehên çekan

Hêzên Iraqî, bi piştgirîya êlên xwecihî, berdewam in di lêgerîn û rûxandina veşartgehên teqemenî û çekên DAIŞ ên mayî, Cuxêfî got.

Heta aniha wan karîbû herî kêm 6,000 bombeyên li bajarên Qaim, Anah û Rawayê bê fitîl bikin, wî got.

Endamê encumena parêzgeha Enbarê Ferhan Mihemed Dilêmî ji Diyaruna re got ku hêzên ewlekarîyê operesyonên tevahî pêk tînin daku hemû depo û veşartgehên çekan ên DAIŞ li Qaimê û deverên derdorê kifş bikin.

Dilêmî, yê ku cihên çalakîya hêzên Iraqî li Enbarê seh kirine , got "tiştê ku mirov guhoşîn dikir hebûna gelek tunel û xendekan bû, ên ku ji malekê heta malekê dirêj didan yan li dirêjahîya mesafetên dirêj, hinek ji wan digihan biyabanê".

Endamêm DAIŞ ew kolane daku ji qadên şer birevin yan daku pêşketina hêzan dereng bihêlin, wî got.

Wî piştrast kir ku ew dê operasyonên lêgerînê ber bi deverên cuxrafî de berfereh bikin daku gefa komên terorîst ên mayî lawaz bikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500