Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Nakokiyên navxweyî hevbendiya Tehrîr el-Şam dihejênin

Welîd Ebul Xêr li Qahîra

Endamên Tehrîr el-Şam beşdarî dikin di girtina vê dawiyê ya lîderên Qaîda de li bajarokê Sermîn ê nêzîkî Idlibê. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Endamên Tehrîr el-Şam beşdarî dikin di girtina vê dawiyê ya lîderên Qaîda de li bajarokê Sermîn ê nêzîkî Idlibê. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Alozî hîn li beşine Heleb û Idlibê yên li jêr kontrola Tehrîr el-Şam berdewam in, ku hevbendiyeke tundrû ye ku li jêr kontrola Eniya Nusraya berê ye, piştîgirtina lîder û endamên girêdayî Qaîda ji aliyê hevbendiyê ve.

Ev alozî gihiştin bazneyên di nav hevbendiyê de, çalakvanên xwecihî ji Diyaruna re dibêjin, û hiştin ku bi dehên lîderên wê rabighînin ku ew kampanyaya girtinan qebûl nakin û karê xwe di nav girûpê de bisekinînin.

Heta ku hinekan gef xwar ku girêdana bi hevbendiyê ve bidawî bikin û hevsoziya jê re bişkînin, eger ew kesên hatine girtin neyên serbestberdan.

Roja Çarşemê (29ê Mijdarê), bi dehên kesayetiyên bilind ji Tehrîr Şam daxuyanî derxistin ku di wan de girtina bi dehên lîder û dadwerên Qaîda vê dawiyê şermezar kirin, çalakvanê li Idlibê Museb Esaf ji Diyaruna re got.

Çekdarine ji hêzên elîte yên Tehrîr el-Şam vê hefteyê ragihandin ku ew karê xwe bo hevbendiyê radiwestînin weke protestoyekê li hember kampanyaya wê ya girtinan. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Çekdarine ji hêzên elîte yên Tehrîr el-Şam vê hefteyê ragihandin ku ew karê xwe bo hevbendiyê radiwestînin weke protestoyekê li hember kampanyaya wê ya girtinan. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Hêzên elîte yên Tehrîr Şam, ku di vê wêneyê de xuya dikin, di nav wan grûpan de ne ku karê xwe ji bo hevbendiyê sekinandin weke protestoyekê li ser girtina wê ji endamên Qaîda re vê dawiyê. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Hêzên elîte yên Tehrîr Şam, ku di vê wêneyê de xuya dikin, di nav wan grûpan de ne ku karê xwe ji bo hevbendiyê sekinandin weke protestoyekê li ser girtina wê ji endamên Qaîda re vê dawiyê. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Nêzîkî 60 lîderan ji nasnameyên cuda, di nav de fermandarên serbazî, berpirsên şerîetê û yên îdarî, li dijî kampanyayê derketin û karê xwe sekinandin, Esaf, ku bernavek bikar anî ji tirsa li ser selametiya xwe, got.

Ya herî taybet, wî got, dijderketina hêzên elîte yên hevbendiyê bû.

Aloziyên navxweyî li Tehrîr el-Şam didin

Esaf ji Diyaruna re got ku wî ji çend çavkaniyan zaniye ku alozî di nav rêzên Tehrîr el-Şam de li Idlibê zêde dibin, û ku tê çaverêkirin ku cudabûneke giştî nêzîk were ragihandin.

Piştî kampanyaya girtinan, sektorên biyabanê yên bakurî, rojavayî û rojhilatî yên Tehrîr Şam, ligel Artêşa wê ya Biyabanê û fermandariya serbazî, ragihandin ku ew karê xwe di nav hevbendiyê de disekinînin, Esaf got.

"Lîderên xuya ku dijderketina xwe nîşan dayîn Ebû Heman, berpirsê otombîlên hevbendiyê û dadwer Ebû Eqeba Kurdî lixwe digrin," wî got. Herwiha her yek ji Ebû Meryem Tûnisî, Ebû Miqdad Urdunî, Ebû Selman Urdunî, Ebdulxenî Meqdisî, Ebû Elî Ensarî, Mihacir Şamî û Ebû Hesen Nueymî dûv wan çûn.

Tevgera bilez ya hevbendiyê ji bo girtina endamên Qaîda hevdem e ligel pêşketina "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ber bi Idlibê ve, analîzerê stratejîk û efserê Misrî yê xanenişînbûyî, lîwa Yehya Mihemed Elî, got.

Endamên Qaîda li Idlibê dê xurt bibin eger ligel DAIŞ têkevin pêwendiyê, wî got, ji ber ku herdu girûp niha ji aliyê îdyolojî û siyasî ve nêzîkî hev in, li gorî pêşhateyên siyasî li Sûriyê.

Şer di navbera şaxên Qaîda de

"Krîza niha dikare were wesifkirin weke şerekî desthilatê û berfirehbûnê di nav şaxên cuda yên Qaîda de," Elî anî ziman.

Çekdarên kevin ên Qaîda li hinek deverên Idlibê kom bûn li jêr navê "Alîgirên el-Furqan" (Ensar el-Furqan), û çendîn bajarok bi temamî kontrol kirin, wî got.

Ev yek nîşan dide ku krîz navbera çekdarên kevin ên Eniya Nusra û alîgirên lîderê Eniya Nusra Ebû Mihemed Colanî berê hebû, tevî hewlên Eniya Nusra ku aloziyên navbera wan herduyan kêm bike, Elî got.

"Dibe ku hejmareke mezin ji lîder û endamên DAIŞ karibin ku bigihin deverên li jêr kontrola [çekdarên kevn yên Eniya Nusra], piştî reva ji deverê ku DAIŞ vê dawiyê jidest dam weke Reqa, Dêrazor û Elbû Kemal," wî got jî.

Bijardeya çekdarên DAIŞ ji bo girêdana bi grûpên girêdayî Qaîda ji ber hewlên bêhêvî yên Eniya Nusra ne -- di nav de bi rêya pêkanîna Tehrîr Şam - ku xwe dûr bikin ji binavkirina wan weke terorîst, wî got.

Bi rêya dûrkirina xwe ji nav û dirûşma Qaîda, Eniya Nusra hewl dide ku xwe dûrî armancgirtina ji aliyê êrîşên asmanî yên hevpeymaniyê ve bike, bi taybetî li Idliba asêgeha wê ya sereke, û ku cihê lingê xwe di proseya siyasî ya Sûriyê de çêbike.

Daxuyaniya Zewahirî eşkere dike

Daxuyaniya ku ji aliyê cudabûyên ji Tehrîr el-Şam derket piştî daxuyaniya lîderê Qaîda Eymen Zewahirî hat, analîzerê serbazî yê Misrî, û pisporê biwarê Qaîda efserê serbazî yê xanenişînbûyî, lîwa Ebdulkerîm Ehmed, got.

Ev yekemîn car e ku Zewahirî bi vekirî eşkere dike ku girêdana Eniya Nusra bi Qaîda nehatiye qutkirin, wî ji Diyaruna re got, ji ber ku daxuyaniya wî tekez kir ku Eniya Nusra bi hewceyî qebûlkirina wî ye ji ber vê meselê.

Hişyariya Zewahirî ku "girêdana herkesê ku berê girêdayî me bû girêbesteke pêgir e ku nayê qebûlkirin ku were qutkirin û divê were bicihanîn", nîşaneke xuya ye ku endamên Eniya Nusra, bi taybetî çekdarên kevn ku ji aliyê îdyolojî ve hevsozê Qaîda ne, ku loyalîteya wan hîn ji Qaîda re ye, wî anî ziman.

Bi rêya bangkirin li endamên Eniya Nusra yên alîgirên Qaîda ku girtina vê dawiyê ya endamên Qaîda red kirin ku bi lîderên xwe re têkevin pêwendiyê, Zewahirî banga rûbirûbûneke vekirî ligel Eniya Nusra dike, Ehmed got.

"Ev tê wateya wê yekê ku rewş gihiştiye xala nevegerê navbera herdu aliyan," wî zelal kir.

Qaîda ji qelsbûna DAIŞ sûdê dibîne

Di demekê de ku hejmûna DAIŞ li Sûriyê kêm dibe, Ehmed got jî, Qaîda hewl dide ku endamên tundrû han bide ku tevlî rêzên wê bibin, û Zewahirî baş dizane ku bi sedên tundrûyan hene ku ne girêdayî helwesta niha ya Eniya Nusra ne.

Tu bijare li pêş van çekdaran tune ne ji bilî vegera bo rêxistina dayik, wî got.

Rewşa li Sûriyê ne di berjewendiya wan de ye, wî got jî, li gorî şerê navdewletî li dijî terorîzmê, ku girûpên tundrû êxistine di metirsiya êrîşên asmanî yên hevpeymaniyê de.

Li gorî van şertûmercan, wî got, "Zewahirî rewşên zehmet ên van çekdaran istixlal dike weke hewlekê ji bo vejandina hebûna Qaîda".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500